Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe

img
ENQERE - Rojnamevan Habîbe Eren, Denîz Nazlim û Bêrîvan Altan ên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne peyama 1’ê Gulanê şandin û gotin: “Rojên azad nêz in. Faşîzm wê têk biçe, bijî Çapemeniya Azad.” 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Denîz Nazlim û Bêrîvan Altan û nûçegihana JINNEWS’ê Habîbe Eren yên di 29’ê cotmeha 2022’yan de hatin girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ne, bi minasebeta 1’ê Gulanê Cejna Karkeran peyamên piştevaniyê şandin. Rojnamevanan peyamên xwe şandin Nûnertiya Basin-Îşê ya Enqereyê. Sendîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê name belav kirin. 
 
Rojnamevanan gotinên “Faşîzm wê têk biçe, bijî Çapemeniya Azad” ên rojnamevan Abdurrahman Gok ê beriya çend rojan hat girtin, bi bîr xistin. 
 
Peyamên rojnamevanan wiha ne: 
 
EREN: DÊ TÊK BIÇIN 
 
Habîbe Eren: Mîrate û têkoşîna gelan, kedakran û jinan ji dîrokê heta îro li çar aliyê dinyayê olan belav bûye. Îro roja destkeftiyên mezin ên kedkar û jinan e. Her çiqas dîktatoriyên faşîst hewl bidin vê kedê ji holê rakin jî lê li dijî wan dengê dirûşmên berxwedanê olan dide. Em 1’ê Gulanê li girtîgehan pêşwazî dikin. Her roj agahiyên ku hevpîşeyên me tên binçavkirin û girtin tên. Çapemeniya Azad jî ji van êriş û zextên îktidarê para xwe digire. Yên ku bawer dikin wê bi van êriş û bêdengkirina li ser Çapemeniya Azad wê têk biçin. Çawa ku pênûsa Apê Mûsa û Gurbetllî Ersoz û bi dehan rojnamevanên li naverasta kolanan hatin qetilkirin wê li erdê nemîne. Çimkî em bi vê bawer in. Ez bi vê wesîleyê 1’ê Gulana hemû gelan, kedkaran û jinan pîroz dikim. Helbet wê zext û zilm rabe û rojên azad nêz in. 
 
ALTAN: ÇAPEMENIYA AZAD WÊ BÊDENG NEBE 
 
Bêrîvan Altan: Me dixwest em 1’ê Gulanê li qadan bi kedkaran re pêşwazî bikin û nûçeyên wan bişopînin, lê em di girtîgehan de pêşwazî li vê rojê dikin. Îktidara AKP-MHP’ê bi êrişên li ser Çapemeniya Azad kampanya hilbijartinê bi rê ve dibe. Hevalên me ku heqîqetê dinivisînin tên binçavkirin û girtin. Di hefteyek dawî de gelek hevalên me rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Hevalên me yên rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmet Şah Oruç, Bêrîtan Canozer, Mîkaîl Barut û Remzî Akkaya hatin girtin. Îktidara ku ditirse dê têk biçe vê carê jî hevalên me Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz kir binçavan. Çapemeniya Azad ku di salên 90’î de bi bombekirin û qetilkirinan bêdeng nebû, dê îro qet bi binçavkirin, girtin û îşkenceyê bêdeng nebe. Hemû kedkar û karker û hevpîşeyên me ku îro qadên 1’ê Gulanê tije kirin dê bibin dengê me û em bawerin wê têkoşîna Çapemeniya Azad berfireh bikin. Em dibêjin wê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin. 
 
NAZLIM: FAŞÎZM WÊ TÊK BIÇE 
 
Deniz Nazlim: Em 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz dikin. Heke bi bedena xwe ne li wir in, lê ji aliyê manewî ve em beşdarî têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê, azadiya gelan û kedê dibin. Îro di 1’ê Gulanê de em rojnamevanên girtî hem ji bo ku em karê xwe bikin hem jî ji bo parastina mafên xwe dixwazin li van qadên bi coş û kelecan cihê xwe bigirta. Lê belê îktidara AKP'ê ya ku dixwaze rastiyan di tarîtiyê de bihêle, di hefteya dawî de bi dehan hevalên me kirin binçavan û 5 hevalên me hatin girtin. Tevî ku roj bi roj hejmara rojnamegerên girtî di girtîgehan de zêde dibe jî, hem rojnamegerên li pey rastiyê ne û hem jî yên ku mafên rojnamegerên girtî diparêzin hene. Ji ber vê yekê em pir rehet in. Em di wê baweriyê de ne ku coşa bi sed hezarên ku li qadan kom bûne wê bibe sedema azadî û demokrasiyê. Em ji her kesî re serkeftinê dixwazin, em ji bo dilê we silav û hêviyên xwe ji zindana Sîncanê dişînin. Weke hêja Abdurrahman Gok gotiye, 'Faşîzm wê têk biçe, bijî Çapemeniya Azad’.
 
 

Sernavên din

02/05/2023
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin