Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin

img
ÊLIH - Li Êlihê Partiya Çepên Kesk bi beşdariya deh hezaran kes mitîng li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir da zanîn ku wê partiya wan dawî li tifaqa Torosên Spî bîne. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku divê gelê Batmanê dawî li tifaqa salên 90’î bîne. 
 
Partiya Çepên Kesk li Êlihê mitîng li dar dixe. Mitîng li Parka 8’ê Adarê ya li taxa Kulturê tê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, nûnerên pêkhateyên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê beşdarî mitîngê bûn. 
 
CIWANAN MEŞ LI DAR XIST 
 
Ciwanan heta qada mitîngê meş li dar xistin û bênavber dirûşm berz kirin. Pankarta “Dawî wê bi heybet be” balê dikişîne ser xwe. Gel bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo" berz dikin. Jin bi cilên xwe netewî beşdar bûne. 
 
Pankartên ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li serê nivîsandî ne balê dikişînin ser xwe. 
 
Li qada mitîngê girse demek dirêj li ber stranan govend gerand. Dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re ji qadê olan didin. 
 
Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Mitîng bi hemû coş û kelecanê berdewam kir. 
Ewilî namzetên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê Keskîn Bayindir, Zeynep Odûncû, Mehmet Ruştu Tiryakî, Nûrten Ertûgrûl û Ekrem Baran derketin ser dikê û gel silav kirin. Beriya Sancar û Bayindir, nûnerên partiyên Kurdistanî û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran gel silav kirin û axivîn. 
 
Paşê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û peyamên girîng dan. 
 
BAYINDIR: BATMAN RENGÊ XWE DIYAR KIRIYE 5-0
 
Axaftina Bayindir wiha ye:
 
Gelê me yê Batmanê hûn bi xêr hatin. 
 
Ji îro ve Batmanê renge xwe diyar kiriye û 5-0 e. Em bi ser ketin û em ê îro jî bi ser bikevin. Em ê bi berxwedana ciwanan û jinan bi ser bikevin. Wê serkeftin a gelê Batmanê be. Roja serkeftinê û serfiraziyê nêzîk e. Em ê dawî li tifaqa Torosên Spî bînin. Em ê wan bikin partiya wan bikin partiya tabela û tabela wan bidin pişta wan. Bangawaziya me li gelê me ew e; ev tifaqa tifaqa Torosên Spî ye. Ev der warê ye rê nedin wan. Frêna kamyona AKP-MHP’ê teqiyayeye. Banga me li gelê me ew e ku li wê kamyona frênê wê teqiyayî siwar nebin. Werin ev partî mala we ye. Li mala xwe xwedî derkevin. 
 
EM Ê ZILM Û TALANÊ BIQEDÎNIN
 
Em dibêjin em ê di 15’ê Gulanê biqedînin vê zilm û talanê. Ji roja serkeftin û serfiraziyê re hefteyek ma. Mal bi mal digerin nîvzîrk û çarîkan belav dikin. Dixwazin gelê me bi xapînin. Lê zêr û çarîkan bixwin wek şîrê dayika we helal e, lê ray nedin wan. 
 
Em heta 14’ê Gulanê yek deqîqeyek nesekinin. Wê ev hilbijartin serkeftinê ji me re bîne. Wê serkeftin bibe serkeftina ciwanan. Peyama me ev e; Wê dawiya wê muhteşem be. Bila baweriya we hebe. 
 
BI ZÊRAN DENGAN DIKIRIN
 
Delal û şîrînên ber dilê me. Hinek partî mal bi mal digerin û dibêjin ray bidin me. Ji bilî Partiya Çepên Kesk yek rayek me bil avala neçe. Partiya me tenê Partiya Çepên Kesk e. Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdana xwe, yên ku dawiya AKP-MHP’ê bîne partiya me ye. Heqîqet û temsîliyet partiya me ye. 
 
BILA RAYEK WE JI TOROSÊN SPÎ RE NEÇE
 
Hûn ji xeynî me rayek jî biavêjin wê ji tifaqa Torosên Spî re here. Lewma 14’ê Gulanê rojek dîrokî û girîng e. Sindoqên xwe terk nekin. Xwedî li îradeya xwe derkevin. Ber dibistanan terk nekin. Wê ev yek serkeftina me bîne. 
 
Em ê 15’ê Gulanê li vê qadê bi beşdariya 100 hezaran li govenda azadiyê bigerînin. Ez ji niha ve mizgîniya serkeftinê didim. 
 
PEYAMA DEMÎRTAŞ 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi awayek qeyda deng peyamek bo mitînga Êlihê şand. Demîrtaş di peyama xwe de silav li gel kir û banga mezinkirina Partiya Çepên Kesk û xwedî derketinê kir. Demîrtaş bang li gel kir ku rayek bidin Partiya Çepên Kesk û rayek jî bidin Kemal Kiliçdaroglû. 
 
'EM XWEDÎ LI DÎROKA XWE DERKEVIN'
 
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk derketin ser dikê û gel silav kirin û xwestin her kes li dijî talan dîrokê, qedexeyên ziman û çanda kurdî dengê xwe bidin partiya wan. 
 
SANCAR: BATMAN EM LI BENDA SERKEFTINA TE NE
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derket ser dikê û gel silav kir. 
 
Axaftina Sancar wiha ye: 
 
“Gelê Êlihê ez web i dilgermî silav dikim. Ji bo vê coşa we hezar car spasiya we dikim. 
 
Hefteyek ma. Batman wê dawî li rejîma yek zilamî bîne. Wê Batman rêya Partiya Çepên Kesk ronî bike. 
 
Hûn nebin em tune ne. Jin, ciwan û gelê me rêya me vedike û me ber bi serkeftinê dibin. Em bi hezaran car bi we serbilind in. 
 
Dirûşma Jin jiyan azadî îro li hemû dinyayê olan dide. Çavkaniya vê dirûşmeyê tevgera azadiya jinên kurd e. Lewma em dîsa dibêjin Jin jiyan azadî. 
 
Li hemberî me tifaqa AKP-MHP’ê û komikên xwe hene. Ev tifaqa tarî û talanê ye. Tifaqa kîndariyê, dijmin û nefretê ye. Li dijî wan tifaqa gelan û tifaqa gelê kurd heye. Tifaqa herî mezin tifaqa gelê me ye û em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Kirin û nekirin nikaribûn me ji rêya me bikin. Çimkî me çong li ber wan danenî. Çimkî em mafdar in. 
 
BATMAN CIHÊ XÊR Û BERÊ YE 
 
Batman yek ji bajarên feqîrî û betalî lê heye ye. Batman cihek xêr û berê ye. Petrola wê heye. Deşta wê heye. Ava wê heye. Lê ev îktidar tiştek nade xelkê Êlihê. Hemû dewlemendiyên axa me didin alîgir û çeteyên xwe. Lewma ciwan û jin betal in û her roja ku diçe feqîrtir dibin. Vaye li dijî van em tên, partiya me ya Çepên Kesk tê. Mohra xwe li binê dara partiya me bidin da ku em dawî li feqîriyê, betaliyê bînin. 
 
TIFAQA ŞER Û DIJMINATIYA KURDAN 
 
Sedemê herî mezin ê feqîrî û hejariyê şer e. Şerê îktidarê yê AKP’ê ye. Ev tifaq polîtîkayên xwe li ser dijminatiya kurdan ava kiriye. Em ê dawî li vê dijminatiya kurdan bînin. Tifaqa AKP-MHP’ê tifaqa dijminê kurdan e. Tifaqa wan ji salên 90’î ya salên tarî tê. Wê bersiva herî xurt û baş bersiva vê tifaqê bide. Wê gelê Batmanê ruhê 40 sal berê nîşanî wan bide. Em amade ne Batman ji 5-0 re amade ye. 
 
BI RUHÊ EDÎP SOLMAZAN
 
Em bi ruhê Edîp Solmazan bersiva van bidin. Em li benda 5-0 ne. Çimkî Batman cihê têkoşînê û karkeran e. Nûnertiya têkoşîn û karkeran dike. Hem li ber xwe dide, hem têidikoşe hem jî serkeftî ye. Hûnê hemû namzetên xwe bişînin Meclisê. 
 
MOHRA XWE LÊXIN
 
Hûn nûnerên têkşoşîna bi rûmet in. Dema hûn çûn ser sindoqan du pûsûla hene. Yek ji bo parlamenteran yek jî ji bo serokkomariyê. Mohrek xwe li binê Partiya Çepên Kesk bidin û her pênc namzetan bijêrin. Her wiha li dijî namzetê tifaqa faşîst jî mohra xwe li binê navê Kemal Kiliçdaroglû bidin. 
 
Em dibêjin dîsa em dîsa em. Serkeftin a gelê me ye.”
 
Piştî axaftinan hunermendê NÇM’ê Talat Yeşîl derket ser dikê û girseyê li ber stranên xwe coşand. Paşê mitîng bi dawî bû. 
 

Sernavên din

09/05/2023
17:08 Sancar bang li ciwanan kir: Her yek ji we weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin
16:27 Li Çewligê civîna gel: Niha dema guhertina desthilatê ye
16:08 Li Êlihê liv û tevgereke zêde ya balafiran heye
15:22 Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin
15:05 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
15:04 Li warê Mem û Zînê mitîng: Heta Ocalan azad bibe têkoşîn
14:51 Ayşe Gokkan: Îşkence li min kirin, mafê min ê tedawiyê hate astengkirin
14:40 Kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî hatin xelatkirin
14:36 Emîne Şenyaşar: Edalet bi piştevaniyê tê
14:17 Li Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên bi heybet
13:53 Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket
13:44 Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!
13:41 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Xarpêtê kir
13:23 Ji Partiya Çepên Kesk banga ‘bibin muşahid’
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe