Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku wan bi Partiya Çepên Kesk oprasyonên îktidarê pûç kirine û got: “Ji bo avakirina Komara Demokratîk û teminata aştiya mayînde, em hêza motorê ne. Em li bin dara Partiya Çepên Kesk werin ba hev.” 
 
Ji bo Hilbijartinên Serokomariyê û Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulanê ku ji bo guherînê xwedî girîngiyeke dîrokî ne, 2 roj man. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi girtinê re rûbirû hat hiştin, bi stratejiya hilbijartinê ya ku dişopîne bi pêkhateyên tifaqê re di pozîsyona diyarkirina hilbijartinan de ye. Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, ku ji lîsteya Partiya Çepên Kesk bi armanca avakirina Komara Demokratîk a di sedsala duyemîn a Tirkiyeyê de diçe hilbijartinê. Tifaqan diyar kir ku bi stratejiya “dê fşîzmê têk bibin” namzedê serokomariyê dernexist û biryar dan ku dê Kemal Kiliçdaroglu destek bikin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê ku seranserî maratona hilbijartinê li qadan bû, ji Ajansa Mezopotamya re axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê. 
 
LÎSTIKA ÎKTIDARÊ YA DOZA GIRTINÊ 
 
Sancar diyar kir ku îhtimal heye ku dosyaya girtina HDP’ê ji serdema hilbijartinê re bê hiştin û ji bo vê jî amadekarî tên kirin û wiha got: “Me tîmeke xebatê ava kir. Ekîba xebatê hem li ser çawaniya ketina hilbijartinê û hem jî li ser çawaniya birêvebirina pêvajoya dozê xebitî. Em bibêjin ku heke dosyeya girtinê bo heyama hilbijartinê bihata paşxistin, metirsî hebû ku HDP berî hilbijartinan bê girtin, ji ber ku vê hikûmetê dikaribû bi nehiştina HDPê di hilbijartinan de awantajekê bide xwe. Di dawiyê de hevrikê me yê herî nêz AKP ye, li bajarên ku me rêjeyeke bilind deng girt û gelek wekîl hatin hilbijartin. Heger me wek HDP’ê bihatana hilbijartinê û beriya hilbijartinê biryara girtinê dabûya, dê hemû dengên me vala biçûna. Helbet ev ê bibûya xesareke mezin, zerareke mezin bida dengdêrên me û armancên me yên siyasî, lê bi giştî dê bûbûya derbeke mezin li têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê. Dema ku roja hilbijartinê bi fermî hat ragihandin, doza girtinê berdewam bû. Me ev rîsk jî negirt, me biryar girt ku em bi Partiya Çepên Kesk biçin hilbijartinê. Jixwe amadekariyên me hebûn û me biryara xwe ya di vî warî de cih girt û ragihand.”
 
‘ME HESABÊN AKP’Ê PÛÇ KIRIN’ 
 
Sancar anî ziman ku îktidarê li ser HDP’ê hesabên tasfiyeya siyaseta demokratîk kiriye û got: “Me vî hesabê îktidarê pûç kir. Me ji berê ve dest bi amadekariyên xwe kiribû û em vê heyamê di rola pozîzyona mifteyê de ne. Hem ji bo hilbijartinê hem jî ji bo piştî hilbijartinê. Em dixwazin div ê sedsalê de bibin aktorê diyarker. Bloka AKP-MHP’ê dixwest dek û dolaban li me bike û em nekevin hilbijartinê, lê me destûra vê neda û me hemû polîtîkayên wan têk bir.” 
 
‘JI BO DAWÎANÎNA REJÎMA YEK ZILAMÎ’ 
 
Sancar bal kişand ser stratejiya namzetiya serokkomariyê û got: “Me berê hewl da ku em namzet derxin. Lê paşê erdhej ket navberê. Piştî erdhejê me biryar da ku em namzet dernexin. Ji bo têkbirina faşîzmê me stratejiya dernexistina namzetê serokkomariyê diyar kir. Ji bo têkbirina faşîzmê jî me biryar da ku em piştevaniya Kemal Kiliçdaroglû bikin.”
 
HÊZA ESAS YA KOMARA DEMOKRATÎK 
 
Sancar destnîşan kir ku wan daniye pêşiya xwe ku bi rêjeyek zêde Partiya Çepên Kesk bibin Meclisê û got: “Em xwe wek hêza esas a ku rê li demokrasiyê veke û rêya Komara Demokratîk vebike dibînin. Helbet ji bo em dawî li rêveberiya yek zilamî bînin girîng e. Ev hedefa me ya stratejik e.” 
 
‘EM HÊZA MOTORÊ NE’ 
 
Sancar bal kişand ser hêza wan di siyasetê de û wiha got: “Heke em di demokratîkbûnê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, edaletî rastî û aştiya mayînde de bi hêz bin, her tişt mimkûn dibe. Em xwe wek aktorê siberojê ya avakar dibînin. Ji bo avakirina Komara Demokratîk û teminata aştiya mayînde, em hêza motorê ne. Em li bin dara Partiya Çepên Kesk werin ba hev.” 
 
‘JI BO DESTPÊKEK NÛ’ 
 
Sancar anî ziman ku ji bo siberojek demokratîk divê her kes piştevaniya Partiya Çepên Kesk bike û wiha got: “Ez bang li hemû gelan dikim ku ji bo destpêkek nû û jiyanek nû ya azad û wekhev mohra xwe li binê dara Partiya Çepên Kesk bidin. Wê encamên hilbijartinê ji bo heyamek nû bibe destpêk.” 
 
‘TU HÊZ BI SER HÊZA GEL RE NÎNE’ 
 
Sancar bal kişand ser provokasyonên li ser medya dîjîtal tên birêvebirin û tê xwestin atmosfera tirsê bê çêkirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê tu îradeyek bi ser îradeya gel re tiştek tune ye. Îktidar dixwaze bi her awayî kampanya hilbijartinê ya muxalefetê asteng bike. Dixwazin baweriya gel bitirsînin. Îktidar di bin re vê propagandayê dike. Divê em rê nedin van senaryoyên wan. Divê em xwe li dora demokrasiyê bikin yek û hemû plan û senaryoyên wan qirêj jî pûç bikin.” 
 
MA / Yûsra Batihan

Sernavên din

12/05/2023
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir
11:54 Erdoganê ku fermana qeyûman daye ji kurdan re peyamek şand: Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me ne
11:35 Li Bismilê tundiya polîsan: Tevî zarokê xwe birîndar bû
11:27 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:24 Li bajarê Sema Yuce Agiriyê mitîngeke bi heybet
11:17 Zexta ‘parastinê’ li Aysel Tugluk tê kirin
11:12 Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir
10:59 ATK: Uytun bi fîşeka gazê hate kuştin
10:28 Banga ewlehiya hilbijartinê li mamosteyan kir: Em sindoqan biparêzin
10:13 Emîne Şenyaşarê ji bo danişînê bang kir: Edalet dê bi piştevaniyê were
09:08 Mexdûrên erdhejê: Dengê me ji Partiya Çepên Kesk re ye
09:07 Îzmîr li benda 14'ê Gulanê ye
09:04 'Partiya Çepên Kesk dê hesabê 301 madenvanan bipirse'
09:04 Ji bo dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ji Almanyayê hat Semsûrê
09:03 ‘Ji bo wekhevî û azadiya jinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk’
09:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî li Stenbolê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'YAN
10/05/2023
22:35 Li ber NY’yê çalakiya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
20:49 Velî Encu hat berdan
20:37 Li Botanê xemla Partiya Çepên Kesk
20:17 Li Xarpêt û Enqereyê mîtîngên Partiya Çepên Kesk: Dîwarên qesrê hildiweşin
19:43 Ji Manapa ku 30 sal in girtiye û berdana wê tê astengkirin valîzê wê yê di depoya girtîgehê de pirsîn
19:00 Partiya Çepên Kesk li Semsûr û Amedê serdana dikandaran kirin
17:06 Partiya Çepên Kesk ji bo hezazê daxuyanî da: Divê êdî bêjin bes e
16:59 ‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
16:49 Li Îzmîrê amadekariyên mitînga fînalê
16:47 YSK’ê daxwaza Wezareta Karên Hundir red kir
16:41 Partiya Çepên Kesk bi rojnameger û nivîskaran re civiya: Divê zîhniyeta yekperest bê hilweşandin
16:38 NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj
16:37 Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin
16:37 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê dest pê kir
16:16 Yuksekdag: Piştî 14’ê Gulanê wê tiştên xweş çêbibin
15:22 Platforma Tenduristiyê ya Amedê ‘Belgeya Helwesta Hilbijartinê’ eşkere kir
15:22 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 779’emîn de berdewam dike
14:27 Li Rojava mitînga Abdullah Ocalan û Partiya Çepên Kesk
14:18 Doza Kobanê: Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne
14:17 Xalê Şêro behsa dê deng çawa werin bikaranîn kir
14:17 Banka Navendî ketiye çirava deynan
14:16 Beriya ku name bigihîjin destê wê ew jî hat girtin
13:52 Tevahiya kolan û cadeyên Êlihê ji bo Erdogan hatin girtin
13:15 Xizîneyê li gorî par çar qet zêdetir li kêmiyê da