STENBOL - Rojnameger Eylem Babayîgît ku îro hatibû binçavkirin, ev peyam parve kir: “Heqîqet, berxwedana me bi xwe ye. Dê berxwedana me bidome.”
Rojnameger Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de şevê din di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Eylem Babayîgît birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û tê payin ku sibe li emniyetê îfadeyê bide.
Eylem Babayîgît, bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û ev peyam şand: “Heqîqet, berxwedana me bi xwe ye, ne tişta ew li me ferz dikin e. Dê berxwedana me bidome.”