Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye

  • rojane
  • 11:14 13 Gulan 2023
  • |
img
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan da zanîn ku ji bo ewlehiya hilbijartinê hem di asta navend hem jî herêmî koordînasyonên berfireh avakirine û wiha got: “Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye.”
 
Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û yên giştî wê sibê 64 milyon û 113 hezar û 941 hilbijêr wê biçin ser sindoqan û deng bikarbînin. Partiya Demokratîk a Gelan ku dê ji lîsteya Partiya Çepên Kesk bikeve hilbijartinê ji bo ewlehiya hilbijartinê 2 sal in xebatên xwe didomîne. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan xebatên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê di bin banê Navenda Koordînasyonê û Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê û Partiya Çepên Kesk de dimeşînin û amadekariyên ji bo roja hilbijartinê kirine vegotin. 
 
Ozdogan, bi lêv kir ku nêzî du sal in xebatên hilbijartinê dabûn dest pê kirin û wiha got: “Lê me piştî karesata erdhejê hemû xebatên xwe dan sekinandin. Hemû yeke û koordînasyonên me yên hilbijartinê li herêma erdhejê dest bi xebatan kirin. Hêj jî birînên wan nehatine pêçandin. Em dixwazin demildest hilbijartin xelas bibe û ji nû ve biçin herêmên erdhejê û bi armanca piştevaniyê pêçandina birînan bidomînin.”
 
GIRÎNGIYA HILBIJARTINÊ YA JI BO TIRKIYEYÊ 
 
Ozdogan destnîşan kir ku di rewşeke dijwar de dikeve hilbijartinan û wiha got: “Niha li dijî partiya me dozeke girtinê ya dewam dike heye. Gelek endamên me girtî ne û di pêvajoyeke binçavkirinê yên nesikinin de derbas dibin. Lê di vê pêvajoyê de xebatên me qet nesikinîn. Li ser banga me gelek dilxwaz tevli xebatên me bûn. Hilbijartineke ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê girîng e. Em girîngiya vê li ber çavan digirin û destûr nadin tu tiştên ku bibin sedemê binpêkirina ewlehiya hilbijartinê. Me hewl da pergaleke ku dengên tên dayîn ji sindoqê derkevin.”
 
HEVKARIYA EWLEHIYA HILBIJARTINÊ 
 
Ozdogan, anî ziman ku partiyên muxalefetê yên din jî ji bo ewlehiya hilbijartinê bi awayekî çalak dixebitin û diyar kir ku bi wan re jî di nava koordînasyonê de ne. Ozdogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em bi vî halî difikirin em li hemû bajaran hene. Em hewl didin bi hemû partî û saziyên mûxalîf re bikevin nava hevkariyê. Saziyên ku peywîra wan a serbixwe û kontrolkirinê hene cuda cuda dixebitin. Em bi hemû kesên di mijara hiqûq û demokrasiyê de derdekî wan heye re dixebitin.”
 
PERWERDEHIYÊN EWLEHIYA HILBIJARTINÊ 
 
Ozdogan, bal kişand ku ji bilî girîngiya hilbijartinê dikevin hilbijartineke ku ji bo ewlehiyê jî fikarên wan zêde ne û wiha berdewam kir: “Me herkesên ku di hilbijartinê de cih bigire re bi awayekî fîzîkî û online perwerde dan. Me di vê mijarê de hewl da xwe bigihînin herkesê. Her wiha me di Youtubê de modulên perwerderhiyê û materyalên ku divê roja hilbijartinê bi çi baldar bin weşandin.”
 
JI BO HER ÎTÎRAZÊ FORMATEKE CUDA
 
Ozdogan, anî ziman ku ji bo her îtîrazê formatên daxwaznameyan ên cuda cuda amade kirine û wiha lê zêde kir: “Her cure materyalên ku divê di destê muşahidekî an jî di destê parêzerekî de hebe hatin amadekirin û şandin. Me hewl da îtîrazên têkildarî hilbijartinê de tu kêmasî neyên kirin. Em roja hilbijartinê ji her binpêkirinê re îtîraz bikin.”
 
4 HEZAR PARÊZER DÊ LI QADÊ BIN 
 
Ozdogan, bi lêv kir ku ji parêzeran re perwerdehiya ewlehiya hilbijartinê jî dane û wiha pê de çû: “Me li herêmên Anatoliya Navîn, Ege, Behraspî, Marmara, bajarên erdhej lê çêbûyî û herêmên Kurdistanê ji bo ewlehiya hilbijartinê ji hemû parêzeran re perwerdehiya onlina da. Perwerdehiyên muşahidan jî her roj berdewam bike. Dê li her bajarî parêzerên me yên di navendên krîzê de bixebitin hebin. Niha 2 hezar parêzerên bi partiya me re û nêzî 4 hezar parêzerên bi tifaq û pêkhatiyên me re bi awayekî hevpar tevbigerin hene. Hêj jî parêzerên ku digerin û dibêjin ji bo hilbijartinê dixwazin bixebitin hene.”
 
‘JI GOTINÊN PROVOKATÎF RE NEBIN BERSIV’ 
 
Ozdogan, hişyar kir ku li cihên ku xebatên hilbijartinê tên birêvebirin û roja hilbijartinê divê rê nedin tu çalakiyên provokatîf û got: “Derdê me parastina sindoqan û encamên hilbijartinê ye. Teqez bila ji tu gotin û çalakiyên provokatîf re bersiv neyên dayîn. Ji ber ku tifaqa milet a ku winda bike hewl dide gengeşiyê zêde bike. Esas pirsgirêka windakirinê ya Tifaqa Cûmhûr a faşîzan a paşverû heye. Em qasî ku çavdêriya sindoqan bikin, di dawiya rojê de girteka encamên hilbijartinê yên sindoqan bigirin bawerî bi tu gotinên bifikar neînin.”
 
‘ME PERGALA ÎNFORMATÎKÊ AVA KIR’ 
 
Ozdogan, anî ziman ku her muşahid dikare girteka encama hilbijartinê bigire û tiştên pişt re bên kirin wiha vegotin: “Heke muşahîd û parêzerên me yên peywîrdar dema li navendên yekkirinê yên navçeyan de dikevin kompîtûran baldar bibin wê pêşî li ber kêmasiyên çêbibin jî bê girtin û mudaxileyên qestî jî. Em vê yekê bikin nikarin dengan bidizin. Me jî pergala xwe ya înformatîk ava kir. Hemû encamên tên em ê bi girtekan ve li pergala xwe qeyd bikin. Dê vê yekê gelek saziyên serbixwe jî bikin. Meseleya me ew e ku em bi awayekî aram bisekinin û sedemên ku ewlehiya hilbijartinê binpê dikin ji wê qadê dûr bêxin. Dê bi zanebûn bikin, niha jî tê kirin. Lê em bawerî hêz û baweriya gel dikin. Bila bawerî bi pergala me avakirî bikin, bila girêdayî koordînasyona me bin.”
 
‘HILBIJÊR DIKARIN XWE BIGIHÎNIN ME’ 
 
Ozdogan, anî ziman ku hem di asta navendî hem jî herêmî koordînasyonên berfireh avakirine û wiha got: “Bi rêya navendên me yên koordinasyon û şopandina hilbijartinê ku me li navçe û li navendan avakirine hemû hilbijêrên me dikarin xwe bigihînin me. Bila teqez agahiyê bidin me. Em ê di heman rojê de qertê wan ê muşahidiniyê bigihînin wan. Xetên me yên di roja hilbijartinê de vekirine jî hevalên me yên ji her serlêdanê re bibin bersiv dê hebin.”
 
‘EM Ê HEWL BIDIN BINPÊKIRINAN ASTENG BIKIN’ 
 
Ozdogan, bi bîr xist ku gundên nikarin biçin ser sindoqan hene û ev tişt gotin: “Gundên ku dengên bloq tên bikaranîn hene. Dibe ku di vê hilbijartinê de jî bibe. Pergalên serbixwe yên baroyan avakirine jî hene. Em ê hewl bidin bi parêzeran re biçin van gundan jî. Em hewl bidin kesên ewlehiya hilbijartinê binpê dikin dengan xesp dikin asteng bikin, li cihên ku me nekarî asteng bikin jî em ê gilî û îtîrazên xwe bikin.”
 
‘EM LI SER SINDOQAN BIBIN’ 
 
Ozdogan herî dawî ev bang kir: “Em aram bibin. Em bizanin em dengê çawa û bidin ku derê. Em dîmenên ku partiyê weşandine ku deng çawa tên bikaranîn temaşe bikin. Em mirovên li der dora xwe araste bikin. Bêyî ku li ser sindoqan kaosê derxînin em li wir bisekinin. Em bawerî bi agahiyên fikaran ava bikin û nayên kontrolkirin neînin. Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye.”
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

14/05/2023
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir