Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin

img
ENQERE - Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku wan tespît kiriye ku birayên Serokê AKP’a Semsûrê li gel leşkeran li gund bi welatiyan dengên vekirî dane bikaranîn û ew ê li dijî hemû bêhiqûqiyan gilî bikin. 
 
Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê û Nûnerê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
‘EM HER BAJÊR Û NAVÇEYAN DIŞOPÎNIN’ 
 
Tiryakî da zanîn ku ew ê wek Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê seranserî rojêdaxuyaniyan bidin û ew her bajêr û navçeyan dişopînin. Tiryakî bal kişand ser beşdariya hilbijartinê ya zêde û bang li her kesî kir ku biçin dengê xwe bikar bînin û wê dengê xelkê bike ku Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Tiryakî got ew ji niha ve spasiya gel dikin û hezkirin û hrumetên xwe ji wan re dişînin. 
 
DÊ GILIYÊ ALTÛN Û SAYAN BIKIN 
 
Tiryakî bang li wezîfedarên fermî yên sindoqan kir ku ji bo hilbijartinek adilane derbas bibe divê wek “wezîfedarên îktidarê” nexebitin û dê derbarê Fahrettîn Altûn û Savic Sayan de ku hemû derfetên dewletê bo propaganda Erdogan bikar tînin gilî bikin û her wiha dê giliyê hemû rayedarên qesrê û rêveberên AKP’ê bikin. 
 
DÊ DERBARÊ PARTIYA VATANÊ DE GILÎ BIKIN 
 
Tiryakî diyar kir ku li Dîlokê bêyî xebera welatiyan wan wek muşahîdên Partiya Vatanê wezîfedar kirine û wiha got: “Li Dîlokê nêzî 2 hezar kesî ku em difikirin hilbijêrên Partiya Çepên Kesk in, gelek ji wan extiyar in, xwendin û nivîsandina wan nîne wek wezîfedarên sindoqan ên Partiya Vatanê hatine qeydkirin. Mixabin tu agahiya van welatiyên me ji vê yekê nîne. Dema çûne ser sindoqan ji wan re hatiye gotin dengê we ne li vir e. Hevalên me parêzer û rêxistina me bajêr û rêxistinên navçeyan mudaxileyê rewşê kirin. Em ê derbarê rêveberên Partiya Vatanê ku vê bêhiqûqiyê kirine, gilî bikin.” 
 
LI RIHAYÊ DENGÊN VEKIRÎ HATINE BIKARANÎN 
 
Tiryakî bal kişand ser bêhiqûqiyên ku heta niha qewimîne û destnîşan kir ku li Rihayê alîgirên AKP’ê eşkere ango vekirî bi komî rayan bikar anîne. Tiryakî da zanîn ku ev sûce û wê gelê Rihayê xwedî li îradeya xwe derkeve. Tiryakî got ew ê li dijî bêhiqûqiyan heta dawiyê têbikoşin. 
 
XIZM Û ALÎGIRÊN NAMZET Û RÊVEBERÊN AKP’Ê BÊHIQÛQIYAN DIKIN 
 
Tiryakî anî ziman ku li gelek deveran pûsûlayên ku berê mohrê li bin navê Erdogan hatine xistin hatine dîtîn. Tiryakî destnîşan kir ku wan tespît kiriye ku li gundê Eskîtaşê ya bi ser navçeya Kolîka Semsûrê ve birayên Serokê AKP’a Semsûrê li gel leşkeran bi gundiyan dengên vekirî dane bikaranîn. Tiryakî got li gorî agahiyên hatine ber destê wan dadger çûye gund û derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin û ew vê meseleyê ji nêz ve dişopînin. Tiryakî diyar kir ku li gundê Eşmê yê Qoserê jî alîgir û xizmên namzetê AKP’ê bi komî deng bikar anîne û muşahîdên wan li dijî vê rabûne. Tiryakî da zanîn ku alîgirên namzetê AKP’ê êrişî muşahîdê wan kirine û du hevalên wan birîndar bûne û li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên dermankirin. 
 

Sernavên din

16/05/2023
09:35 Li Hesekê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyon hate lidarxistin
09:00 Xwebûn bi manşeta 'Kurdistanê textê Erdogan hejand' derket
09:00 Danişîna doza 12 rojnamevanan îro ye
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2023'YAN
15/05/2023
23:51 Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê nobeda demokrasiyê da destpêkirin
19:30 Ji MED-DER'ê daxuyaniya 15'ê Gulanê
19:22 Bang ji bo danişîna doza rojnamevanên girtî
18:13 Li Hezexê qeza: 2 zarok mirin
16:59 Li Kurdistanê 319 hezar û 421 deng hatin betalkirin
16:52 Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 12’ê hezîranê hate kirin
16:04 HDP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15:53 YSK: Hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma
15:51 Kiliçdaroglû: Em ê di hilbijartinê de bi hev re bi ser kevin
14:51 Ji Partiya Çepên Kesk daxuyaniya Colemêrgê: Rêzê bo îradeya gel bigirin
14:47 MKGP'ê banga xwedîderketina doza rojnamegeran kir
14:33 Neçareserkirina pirsgirêka kurd bi Erdogan da windakirin
13:57 Endamên şandeya Îspanyol ên hatibûn binçavkirin hatin dersînorkirin
13:46 Vogel: Serdema piştre ya Tirkiyeyê hêj nehatiye nivîsandin
13:26 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin
13:23 Di Partiya Çepên Kesk de 31 parlamenterên jin hatin bijartin
12:55 Partiya Çepên Kesk 63 parlamenter dişîne Meclisê
12:30 Li Colemêrgê Partiya Çepên Kesk her 3 wekîl qezenç kirin
12:11 Li Dêrsimê namzeta Partiya Çepên Kesk qezenç kir
12:02 Li 31 bajaran namzetên jin nehatin hilbijartin
11:35 HDP û Partiya Çepên Kesk: Hîle û komployan bandora xwe li ser encamên hilbijartinê kirin
11:18 Li ser sindoqan cerdevanên bi çek hatin peywîrdarkirin
10:42 Parlamenterê YNK’ê rastî êrişa çekdarî hat
10:34 YSK'ê daneyên dawî eşkere kirin
10:19 Danişîna 12 rojnamevanan sibê ye
09:00 ROJEVA 15’Ê GULANA 2023’YAN
03:11 Kiliçdaroglû: Em ê di tura 2’yemîn de teqez bi ser kevin
03:06 YSK’ê rêjeya dengan eşkere kir
02:57 Erkek ê CHP’î: Hêj daneyên gelek sindoqan li pergalê nehatine barkirin
02:08 Li Qoserê polîsan tundî li du kesan kir
02:01 Li gorî YSK’ê derengketina hejmartina dengên derveyî welat tiştekî asayî ye!
01:49 Hat îdiakirin ku piştî hejmaran hevnegirtî deng hate betalkirin
01:15 Sirri Sakik: Ev bû 3 saet ku mirov nikarin tûrikekî bidin
01:10 Polîs bi mertalan ketin avahiya jimartina dengan
01:08 Li Mêrdînê sindoqa winda hate dîtin
00:50 Kiliçdaroglû: Îradeya gel bloke nekin
00:24 Wezîfedarên sindoqan li ber desteya hilbijartinê ya Amedê ketine dorê
00:06 YSK: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye
00:03 Muşahidên AKP’î deng careke din bi serokê sindoqê dan hejmartin
14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin