Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye

  • rojane
  • 09:03 19 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL - Endamê MYK’a HDK’ê Salih Zekî Tombak diyar kir ku tekane rêya xelasiya ji aloziya heyî li welêt guherandina îktîdarê ye û banga çûna ser sindoqan li hilbijêran kir. 
 
Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de ji bo hilbijartina serokkomar û parlamenteran çûn ser sindoqê. Ji ber ku di hilbijartina serokkomariyê de namzetan rêjeya ji sedî 50 derbas nekirin, hilbijartin bo tûra duyemîn ma. Di tûra duyemîn de namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhurê Tayyîp Erdogan û namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû hene. Namzetê ku di tûra duyemîn de piraniya dengan werdigire dê were hilbijartin. 
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Salih Zekî tombak têkildarî pêvajoya hilbijartinê, encamên wê û geşedanên piştre nirxand. 
 
'ÎKTÎDAR GEL MANÎPULE DIKE’
 
Tombak, anî ziman ku bandora krîza aborî ya li Tirkiyeyê li sindoqan nekiriye û wiha domand: “Ber bi hilbijartinê ve îktîdarê gel manîpule kir û bi belavkirina pereyan pêşî li ber vê girt. Lê ev polîtîkaye dê gelek temendirêj nebe. Ev rewş dê heta 28’ê mehê bidome. Dolar li piyasaya serbest bi 24 lîreyan e lê li Banka Navendî bi 19 lîreyan e. Ez dikarim bibêjim ku demekî nêz dê dolar derkeve 30 lîreyan. Pereyên ku îktîdar niha belav dike û xerc dike dê weke bac û zem li gel vegerin. Aboriya Tirkiyeyê niha tam hildiweşe û ev yek bi pansumanên demkî re çareser nabe. Rezerva Banka Navendî di bin sifirê 60 milyar dolar in. Em ê hêj gelek li van rojan bigerin.” 
 
TEKANE RÊYA XELASIYÊ 
 
Tombak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aborî bi kredî û faîzan tê birêvebirin. Di mijara gaza xwezayî de em ji bo Rûsyayê deyndar bûn. Dê Tirkiye di demekî nêz de bi krîzeke mezin a aborî re rû bi rû bimîne. Îktîdarê ji xwe re demek veqetand lê ev dem têrî wê nake. Enflasyon bilind e, deynên derve zêde ne û nikarin rê li ber dovîzê bigirin. Mimkin nîne ku ev tablo wiha bidome. Dê xelk bêhtir xizan bibe. Dê transfera servetê ya ji bo çîna dewlemend bidome. Welatiyên li dijî vê derdikevin jî dê li naverasta kolanê ji hêla polîsan ve gef lê werin xwarin. Tirkiye di nava aloziyeke meizn de ye û tekane rê jî guherandina vê îktîdarê ye. Dê xelkê roj bi roj feqîr û hejar dibe di 28’ê gulanê de bersivê bide.” 
 
‘AKP QELS BÛ’
 
Tombak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di tûra yekemîn de bandoreke zêde ya partiyên Tifaqa Milet çênebû. Tevî ku bandoreke wan a pir kêm çêbû jî ji CHP’ê 31 parlamenter standin. Tifaqa Ked û Azadiyê jî dîsa kete meclisê. Xwedî wê hêzê ye ku pêşî li ber biryarên li meclisê tên dayîn bigire. Dema em rêjeya dengan a HDP’ê ya sala 2018’an difikirin, dengên me ketine. Em vê rewşê ji her alî ve dinirxînin. Hilbijartina krîtîk, hilbijartina serokkomariyê ye. Dengên AKP’ê jî ketine. Bêguman gelek deng dizîn lê em nikarin her tiştî girêdayî vê bikin. Me nekarî gel baş birêxistin bikin. HDP partiyeke pergalê nîne. Têkiliya xwe ya bi gel re veguherand têkiliyeke hilbijêran. Divê tavilê vê rewşê sererast bike. Dê zextên AKP-MHP’ê yên li ser kurdan zêde bibin. Dê hewl didin tolê hilînin. Di vê rewşê de girtiyên siyasî dê di girtîgehê de bimînin. Di vê navberê de dê hilbijartinên herêmî çêbibin. Heke di tûra duyemîn de guhertin çênebe dê ev polîtîkaya tepisandinê bidome. Banga min ji bo hemû hilbijêran ew e ku biçin ser sindoqê. Nexwe dê gelên me bedela wê bidin. Dê civak di nava birçîtî û hejariyê de bifetise. Divê em ji bo têkbirina îktîdarê seferber bibin.” 
 

Sernavên din

21/05/2023
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn