Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin

  • rojane
  • 09:07 21 Gulan 2023
  • |
COLEMÊRG -  Şemzînaniyan diyar kir ku hemû hîle û xurdeyên AKP'iyan pûç kirine û kirine 3-0 û ji bo tûra duduyan a hilbijartinê jî destnîşan kirin ku çi ji destê wan bê wê bikin. 
 
Li Colemêrgê li gor encamên nefermî, her sê namzetên Partiya Çepên Kesk bûn parlamenter. Partiya Çepên Kesk, li bajêr 95 hezar û 810 deng, AKP 31 hezar û 644 dengan, CHP jî 11 hezar û 86 deng wergirtin. Di hilbijartina serokkomariyê de jî namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 72,32'yê dengan wergirt û namzetê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan jî ji sedî 24,64'ê dengan wergirt û namzetê Tifaqa Atayê Sînan Ogan jî ji sedî 2,74'ê dengan wergirt û Mûharrem Înceyê ku beriya hilbijartinê daxuyandibû ku dest ji namzetiya serokkomariyê berdide jî ji sedî 0,30'yê dengan wergirt. 
 
Li Colemêrgê piştî ku herê sê namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk bi ser ketin, AKP'ê li ser hev du îtiraz kir. AKP, ji bo parlamenterekî bi dest bixe hemû derfetên xwe seferber kir û ji bo hemû sindoqan serî li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan da. Îtirazên AKP'ê hemû hatin redkirin. 
 
Şemzînaniyan têkildarî mijarê diyar kirin ku lîstikên AKP'ê pûç kirine û gotin ku dê di tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê de pergala heyî biguherînin. 
 
Fahrî Geylanî destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'yan ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn pir girîng bûn û li Colemêrgê û navçeyên wê barê ku ketiye ser milê wan bi awayekî serketî hilgirtine. Geylanî bibîr xist ku parlementerê ku di heyama 27'an a meclisê de ji dest wna çûbû, di vê hilbijartinê de cardin bi dest xistine û got: "Piştî heyamekê me her sê parlementer jî bi dest xistin. Lewma em hemû kesan pîroz dikin. Ji lew re her kesî ked da. Me 3 rojan ji bo dengên xwe nobed girt. Dê her sê namzetên me yên ciwan bibin wesîleya azadî, aştî û yekîtiyê." 
 
'EM SERBILIND IN'
 
Omer Satici jî bilêv kir ku ji ber ku her sê namzetên bajêr jî kirine parlamenter kêfxweş in û got: "Me sê rojan nobed girt û me nehişt dengên me bên dizîn. Berxwedana me bi ser ket. Li bajarekî mirov bike 3-0, ev ne tiştekî hêsan e. Lewma em serbilind in. Ji bo siberojeke baştir êdî dema guherandina vê pergalê hatiye." 
 
Satici bal kişand ser tûra duduyan jî û got ku ew ê di vê tûrê de jî ji bo guherandina pergalê biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû. Satici wiha got: "Helbet em dixwazin serokkomarê bê hilbijartin di warê krîza aborî, perwerdehiya zimanê zikmakî û gelkek tiştên din de bibe cihê guherîn û çareseriyê. Ger ev guherîn çênebe, em gelê kurd em ê hesab ji wan bipirsin." 
 
'DIVÊ EM VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN'
 
Mûsa Yilmaz jî diyar kir ku diyar kir ku li Colemêrgê tu parlementer bi dest partiyên din de bernedane û her sê namzetên partiya Çepên Kesk şandine meclisê. Yilmaz ji bo tûra duduyan got ku çi ji destê wan bê dê bikin û got: "Em dixwazin êdî derfetên kar jib o ciwanan bên peydekirin, em dixwazin zextên li ser kurdan bi dawî bibin. Heya niha em di bin polîtîkayên çewisîner ên desthilatê de bûn. Gelê kurd êdî doza jiyaneke azad dike. Em ê di tûra duduyan de cardin dengê xw ebidin Kemal Kiliçdaroglû. Hêvîdar im Kiliçdaroglû bi ser bikeve. Dengek jî dengek e û ji bo me pir girîng e. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin. Divê em di vê hilbijartinê de vê pergalê biguherînin." 
 
Cabbar Taş jî bal kişand ser nelitêrî û manîspulasyonên di hilbijartinê de hatin kirin û got ku ger di tûra duduyan de xwedî li sindoqan neyê derketin dê AKP diziya xwe bidomîne. Taş eşkere kir ku dê di tûra duduyan de dengê xwe bidin Kiliçdaroglû. 
 
BANGAWAZÎ
 
Fethî Karakoç got: "Bila jibîr nekin em neviyên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî ne. Ew çi qas hîle û xurdeyan bikin jî dê berxwedana gelê kurd bidome. Em yeqîn dikin ku em ê di tûra duduyan de bi ser bikevin û wê bibe wesîleya aştî, wekhevî û azadiyê." Karako bang li her kesî kir ku di tûra duduyan de biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin. 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

21/05/2023
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin
09:03 Dikandarên Bazara Kedê ya Jinan ji ber krîzê nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn