Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir

  • rojane
  • 13:42 14 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Li navçeya Guzelbahçeyê 3 penaberên sûriyeyî hatibûn şewitandin û qetilkirin. Di doza qetilkirina penaberan de rapora ATK’ê ya faîl Kemal Korukmaz hat û hat diyarkirin ku tu pirsgirêkên wî yên zîhnî û fîzîkî nînin. Ji ber îfadeya “ji hêla aqil ve miwekîlê min tam nîne”, Korukmaz parêzerê xwe ezl kir. 
 
Penaberên bi navên Mamoun al-Nabhan (23), Ahmet Al-Alî (21) û Muhammed el-Bish (17) li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê di kargeheke înşaetê de dixebitîn. Di 16’ê mijdara 2021’an de dema li mala xwe radizan, hatin şewitandin û qetilkirin. 2’yemîn danişîna doza qetilkirina penaberên sûriyeyî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hate lidarxistin. 
 
Bi sedema “bi plankirî û bi hestên cinawirî şewat derxistiye û kuştiye” 3 caran cezayê muebbeta giran û ji ber sedema “Bi teqezayî zirar daye mal” jî 6 sal cezayê hefsê ji bo bersûc Kemal Korukmaz tê xwestin.  Bersûc Korukmaz, parêzerên wî, xizmên kesên hatine qetilkirin û parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn. Her wiha Baroya Îzmîrê, Meclisa Penaberan a Konseya Bajar a Konakê, Komeleya Piştevaniya bi Penaberan re, Komeleya Mafên Penaberan, Komeleya Medyaya Penaberan, Platforma Piştevaniya bi Penaberan re ya Îzmîr, Komeleya Pira Gelan û Komeleya Mafên Mirovan jî tev li danişînê bûn. 
 
TU PIRSGIRÊKÊN WÎ NÎNIN
 
Di danişînê de ji ewil ewraqên di rûniştina ewil de hatin xwestin û li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Dihat gotin ku bersûc ji hêla aqil ve kêm e û parêzeran xwestibû ku têkildarî mijarê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor were xwestin. ATK’ê rapor şand û got ku tu pirsgirêkên zîhnî yên bersûc Korukmaz nînin. 
 
ÎDIA KIR KU GEF LÊ HATIYE XWARIN
 
Bersûc Korukmaz parastina xwe bi nivîskî da şandeya dadgehê. Di îfadeya xwe de wiha got: “Tevî patronê xwe Sûat Matu re bi salan li Bîrlîk Betonê xebitî. Min îfade neda ji ber ku patronê min ê berê gef li min û malbata min xwar. Heke tiştek bi min û malbata min bibe, berpirsyar ev kes in. Parêzerê ji min re şandî jî ji min xwest ku teqlîda dînan bikim. Di roja bûyerê de l Urlayê bûm. Di dema şewatê de hatim cihê bûyerê. Piştî şewatê çûm nexweşxaneyê û min xwest bi sûriyeyiyên bi giranî birîndarbûyîn re hevdîtinê bikim. Lê kurê patronê min Malîk Matûr nehişt. Piştî bûyerê çûm dikanê. Ji bo ku bûyerê li xwe bigirim, gef li min hate xwarin.” 
 
PEREYÊN JI BO HESABA WÎ HATINE ŞANDIN PIRSÎN
 
Piştre jî serokê şandeya dadgehê ji Korukmaz re got ku di 20’ê îlona 2021’an de 20 hezar lîre, di 9’ê mijdarê de 6 hezar û 500 lîre û piştre jî 15 hezar lîre li hesaba wî ya Banka Zîraatê hatine şandin. Serokê şandeyê pirsa van pereyan kir. Korukmaz jî îdia kir ku pereyê karê wî ye. 
 
Ji parêzerên gilîkeran Eylem Soylu jî têkildarî îfadeyên Korukmaz pirs kirin. Soylu got; “Dibêje ku ji ber gefa Malik Matûr çûye cem polîs û cendirmeyan. Hûn kengî çûn qereqolê û ew giliyê xwe bi awayekî devkî ji kê re vegot?” 
 
Bersûc Korukmaz jî ev îdia kir: “Ew dîrok nayên bîra min. Memûrekî sivîl li qereqolê hebû. Nehişt ez bikevim qereqolê jî. Ez navê wî memûrî nizanim.” 
 
Parêzerê bersûc jî diyar kir ku li gorî fikra wî hişê miwekîlê wî li serî wî nîne. 
 
PARÊZERÊ XWE EZL KIR 
 
Kemal Korukmaz jî li dijî parêzerê xwe derket û got ku hişê wî li serê wî ye. Korukmaz diyar kir ku parêzerê xwe ezl dike û ev tişt anî ziman: “Li gorî min têkiliyên parêzerê min bi aliyê din re heye. Qet nehat girtîgehê. Bavê min ê 80 salî xapand û pere stend. Ez dixwazim pereyê min li min vegerîne û êdî neyê danişînan. Ji min re got; ‘di dadgehê de neaxive, em ê raporê bigirin û te xelas bikin.’ Yê ku ev parêzer bo min şandî jî dijminê min e.” 
 
DAXWAZA TALOQKIRINA DANIŞÎNÊ
 
Parêzer Eylem Soylu got ku nebûna parêzerê bersûc dê di pêvajoya îstînafê de pirsgirêkan derxîne û xwest ku ji bo bersûc ji baroyê parêzerek were tayînkirin. Dozger jî diyar kir ku divê îfadeyên bersûc di hizûra parêzer de were girtin û xwest ku doz were taloqkirin. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
 
Dadgehê jî biryar da ku ji bo bersûc parêzer were dîtin û daxwazên parêzerên miştekiyan jî di navbera rûniştinan de bi nivîskî werin dayîn. Her wiha biryar da ku şahidên hazir di danişîna nû de werin guhdarîkirin û doz taloqî 4’ê cotmehê saet 14.30’an kir.  
 

Sernavên din

17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin