AMED- Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê, têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajovanê wesayîtê Firat Tûma ku li Qamişloyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûnq etilkirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd hat dayîn. Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlementerê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek, parlementer Mehmet Kamaç û Sînan Çîftyurek tevlî daxuyaniyê bûn.
Beriya daxuyaniyê qad hat dorpêçkirin û polîsan nehişt HDP'î daxuyaniyê bidin. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê jî diyar kirin ku hinceta qedexekirinê nehatiye pêşkeşkirin û bertek nîşan dan. Piştî ku welatî hatin dorpêçkirin, 3 parlementeran daxuyanî da.
Parlementer Sînan Çîftyurek anî ziman ku ew komkujiya li Rojavayê bi tundî şermezar dikin û got: "Operasyonên derveyî sînor, êriş, dagirkerî û komkujî tu tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd nakin. Çareserî ne di êrişan, ne di dagirkeriyê, ne di ÎHA û ne jî di SÎHA'yan d eye. Bila serê gelê me û malbatan sax be."
Çîftyurek astengiya kêfî ya midûriyeta polîsan a Amedê şermezar kir û got: "Ev ne çalakiyeke derqanûnî ye. Em komkujiya li Rojavayê şermezar dikin."
Piştî daxuyaniyê dorpêçirin bi dawî bû.