Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe

  • rojane
  • 09:38 20 Tebax 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Gundê Bilbêsê 23 roj in di dorpêça leşkeran de ye. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez çû serdana gund û got ku destûr nayê dayîn gel biçe nav baxçeyên xwe. 

Operasyonên leşkerî yên li dijî çoltarê gundê Bilbêsê yê Elkê ya Şirnexê didomin. Walîtiya Şirnexê di navbera 29’ê tîrmehê û 4’ê tebaxê û di 8’ê tebaxê û 23’yê tebaxê de du caran ketin û derketina gund qedexe kir. Piştî biryara qedexeyê li herêmê tank hatin sewqkirin û herêm ji hêla balafirên şer û helîkopteran ve hate bombebarankirin. Hat zanîn ku ji ber dorpêça leşkerî ya di 29’ê tîrmehê de hatiye destpêkirin, şêniyên gund bi rojan nekarîn biçin nav bax û baxçe û zeviyên xwe. Her wiha destûrê didin ku şivan heta cihekî diyarkirî pez bibin. Dorpêça li ser gundan didome. Di 1’ê tebaxê de bi ser malan de hate girtin û welatiyê bi navê Îzettîn Cîn hatibû binçavkirin. Di 3’yê tebaxê de jî Dadgeha Cezayên Sulhê biryara berdanê da. Lê belê li ser îtîraza dozgeriyê hate girtin. 
 
ŞÊNIYÊN GUND TIŞTÊN JIYAYÎN VEGOTIN 
 
Şandeyeke ku ji Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk dihat, di 13’ê tebaxê de çû serdana gundê Bilbêsê. Şêniyên gund qala tiştên bi serê wan hatine kirin û wiha gotin: “Ji ber bombebarankirina herêmê daristan şewitîn. Li hemû giran leşker hatine bicihkirin. Bi rojan destûr nehat dayîn ku em biçin nav bax û baxçeyên xwe û li sewalên xwe binêrin. Me nekarî pezê xwe bidoşin. Her wiha leşkeran hewl dan daristanan bişewitînin lê agir vêneket. Ji ber xwe ve vedimiriya.” 
 
HEFTEYEKÊ AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTIN
 
Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku ev zêdetirî 8 meh in li Şirnex û navçeyên wê qedexeyeke fiîlî heye û wiha domand: “Ji 29’ê tîrmehê heta niha ketin û derketina li gundê Bilbês ê Elkê li welatiyan hatiye qedexekirin. Me hefteyekê nekarî tu agahiyan ji gundiyan bigirin. Hemû welatiyên li derdoran gund hewl dan agahiyekê jê bigirin lê nekarîn. Vê yekê di serê me de fikar çêkirin. Beriya wê jî li gundê Peyîndas ê Bedlîsê dorpêça leşkerî û operasyon hebû. Li wir gelek gundî hatibûn binçavkirin û îşkence lê hatibû kirin. Fikarên me çêbûn ku heman tişt li Bilbêsê jî hatibe kirin. Lewma em çûn serdana gund.” 
 
‘ME DORPÊÇ HETA ASTEKÎ ŞIKAND’
 
Îrmez, da zanîn ku di ketina gundê Bilbêsê de GBT hatiye kirin û wiha pê de çû: “Ji roja ewil a dorpêçê heta niha cara ewil em çûn. Gund, di heman demê de taxekî Elkê ye. Lê tu peywendî pê re nînin. Bi çûna xwe me ev dorpêç heta astekî rakir. Li gund kesek hatiye girtin û ji bo 2 kesan jî biryara girtinê hatiye dayîn. Li hemû girên bilind ên li dora gund leşker hatine bicihkirin. Tirsê di nava gel de belav dikin. Bi rojan sewalên wan li xwezayê ma ne. Destûr nehatiye dayîn ku şênî sexbêra sewalên xwe jî bikin. Tevî dorpêçê jî şêniyên gund înîsiyatîf girtine û sewalên xwe birine cihekî biewle.”
 
‘EM Ê GUNDÊ XWE BERNEDIN’
 
Bi domdarî Îrmez destnîşan kir ku leşker bi dorpêçê hewl didin gund bidin valakirin û wiha bi dawî kir: “Lê şêniyên gund gotin ku çi dibe bila bibe, dorpêç çiqas dirêj jî bidome dê bi tu awayî gundê xwe vala nekin. Dibêjin; ‘pezê me, rezên me hene ma em ê çawa wan berdin û biçin?’ Dorpêça li ser gund didome. Ji ber dorpêçê fikarên şêniyên gund jî hene. Heta niha walîtiyê ji bo dorpêça heyî tiştek negotiye. Dê dorpêç di 23’yê tebaxê de bê rakirin, em ê dîsa biçin serdana gund.” 
 
MA / Mehmet Guleş - Zeynep Durgut
 

Sernavên din

23/08/2023
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin