Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!

  • rojane
  • 20:31 21 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran bi awayekî hevwext êrişa li Parlementerê Rihayê Omer Ocalan protesto kirin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, êrişa li Parlementerê Rihayê Omer Ocalan ku di dema bîranîna Bazo Yilmaz ê par li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû hatibû kirin, li gelek bajaran bi awayekî hevwext şermezar kir. 
 
Li Qada Topçûyê ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên Partiya Çepên Kesk, rêveberên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk ên bajêr û navçeyên wê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Girse heya ber avahiya HDP'ê ya bajêr meşiya. 
 
Hevberdvekê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku di daxuyaniyê de axivî got: "Em êrişa li parlementerê me Omer Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em ê qethiyen teslîmî vê polîtîkaya şer a li dijî xwezayê, mirovahiyê û hemû jiyana bûnewaran nebin. Em ê bi hev re çarenûsa Tirkiyeyê biguherînin." 
 
Paşê Hevberdveka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçarê jî bal kişand ser hûrguliyên êrişa li Omer Ocalan û got: "Bila li dîroka siyaseta demokratîk a gelê kurd mêze bikin, di pêvajoya Komara Tirkiyeym ya sedsalî de serî netewand, dest ji mafên xwe yên demokratîk berneda. Bi kîjan rêbazên tên bila bên, dê ev têkoşîn wekî duh îro jî bidome." 
 
Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan heya avahiya partiyê ya bajêr meşiya. Polîsan di dema meşê de ji bo dirûşmeyên peyva "Kurdistanê" tê de derbas dibin gef li girseyê xwar. Girseyê jî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" bersiva gefan da. Gırse lı ber avahıya partıyö çalakıya rünıştınö lı dar xıst. 
 
WAN
 
Li Wanê jî êrişa li Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan hat şermezarkirin. DBP, HDP, Dayikên Aştiyê, TJA û gele rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Dest nede vîna gel" hat vekirin û dirûşmeya "Omer Ocalan vîna me ye" hat berzkirin. 
 
ÎZMÎR
 
Li Îzmîrê jî têkildarî êrişê daxuyanî hat dayîn. Rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk metna daxuyaniyê xwend. Çelîkê got: "Ew ê li ber van êrişan serî netewînin û hesabê vê zilmê bipirsin."
 
ENQERE
 
Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê jî bi daxuyaniyekê êrişê şermezar kirin û gotin ku dê giliyê berprisan bikin. 
 
STENBOL
 
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî têkildarî êrişên li hemberî avahiya wab li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "dest nede vîna min" hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê, rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Stenbolê, DBP, xizmên girtiyan û MATÛHAYDER tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîkê metna daxuyaniyê xwende. Çelîkê bilêv kir ku bi êrişa li ser hêzên temsîliyeta gelê kurd armanc tepisandina gel e û got ku ew ê serî netewînin û hesab bipirsin. 
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Şirnexê jî li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. DBP, HDP û rêxistinên partiyê yên hemû navçeyan, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, TJA, Dayikên Aştiyê û endamên meclîsên şaredariyê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag metna daxuyaniyê xwend. Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dirûşmeta "berxwedan jiyan e" hat berzkirin. 
 
MÊRDÎN
 
Di heman çarçoveyê de li Mêrdînê jî bi pêşengiya Partiya Çepên Kesk li ber avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
AMED
 
artiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişên dawî yên li dijî HDP’ê û Parlementerê Rihayê Omer Ocalan li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûra Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin dest bidin vîna me” hat vekirin. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan, Hevserokê DBP’ê yê Amadê Hayrettîn Altûn, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Tevgera Jinên Azad (TJA), Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, endamên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevli daxuyaniyê bûn. 
 
‘ÊRIŞÊN WE ENCAM NAGIRIN’
 
Ewilî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan axivî û destnîşan kir ku desthilata heyî nikare bi rêya meşrû siyasetê bide meşandin, siyasetê bike, an jî nikare xwe li gel bide qebûl kirin, serî li rê û rêbazên dijhiqûqî, dijaştiyê dide. Ceylan, anî ziman ku yên ku nikarin ji xwestekên gel re bibin bersiv û nikarin pêşî li siyaseta demokratîk bigirin serî li darê zorê didin û wiha got: “Em jî wiha ji wan re dibêjin, heta niha bi gelek êrîşên nîjadperestî, dijhiqûqî, dijexlaqî li hember partiya me, siyaseta demokratîk hatine kirin. Van êrîşan çawa bi tekoşîna me ya meşrû, biexlaq, wijdanî û mafdar vala hat derxistin, vê saetê şûn de jî hûn nikarin bi van êrişan encam bigirin. Ji ber vê yekê em dibêjin sekn û tekoşîna me ya mafdar û meşrû dê van êrişên we yên nîjadperestî bê bandor bike. Siyaseta demokratîk ew ê hertim vînê esas û xurt bigire. Em van êrişan şermezar dikin.”
 
‘TU MEŞRUIYETA WAN NÎNE’
 
Piştî axaftina Ceylan, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn metna daxuyaniyê xwend. Tekîn, diyar kir ku hikûmeta niha ya ku hewl dide şîdetê bike beşek ji jiyana wan ya rojane, bi taybetî di van rojên dawî de bêtir bêhiş bûye û êrîşî parlamenter û avahiyên partiya wan dike. Tekîn, da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên ku li hemberî xizmekî wekîlê AKP'ê “esas duruş” digirin, dema mijar dibe kurd û nûnertiya wan bê dudilî êrîş dikin. Tekîn, wiha dirêj kir: “Bi êrîşên sîstematîk û merkezî yên li dijî wekîlên me û avahiyên partiya me, dixwazin vê peyamê bidin: 'Eger em karibin vê yekê li wekîlên we bikin, em ê çi ji we re nekin?’ Lê ew vê yekê ji bîr em ne ehlê kevneşopiyekê ne ku ne li ber zaliman û ne jî li hember hevkarê zaliman serî natewînin. Di çavê me de ti meşrûiyeta hiqûqî yên hêzên ewlehiyê ku li Rihayê bi rûyên maskekirî êrîşî wekîlên me kirin, nîne.”
 
‘EM Ê LI BER HIQÛQÊ HESAB BIPIRSIN’
 
Tekîn da zanîn ku li dijî van êrişan ew qebûl nakin ku serokê meclisê û muxalefet li hemberî vê rewşê bêdeng bin. Tekîn, bang li muxalefetê kir û wiha bi dawî anî: “Banga me ji muxalefeta ku serê xwe di nava xîzê de veşartiye û tiştên diqewimin ji nedîtî ve tê, eşkere ye. Bêdengî zilmê çêdike, bi wêrekî ji vê zordestiyê re bêjin na. Em ê serî li ber êrîşên bi vî rengî yên ku êrîşî îrade û saziyên gelê Kurd dikin, hewl didin dînamîka mûxalefetê qels bikin û bi vî rengî gel di dawiyê de bêdeng bikin serî natewînin û em ê hesabê vê zilmê bipirsin. Em bang li hemû aliyan dikin ku li hemberî vê kiryarê ya neqanûnî û hovane ya li hemberî endamekî Serokatiya TBMM'ê hatiye kirin, helwestê nîşan bidin. Ger lêpirsîn neyê vekirin dê bi awayekî vekirî diyar bike ku ew hevparê sûcê cendirmeyan in. Em ê der barê kesên ku sûcên hiqûqî kirine û bi fermanên derqanûnî pêk anîne, giliyê bikin. Em bang li hemû gelên xwe, raya giştî ya demokratîk û dostên xwe dikin ku li hemberî êrîşên bêperwa yên vê dawiyê ku li ser partiya me û parlamenterên me pêk tên, bi hestiyar bin. Em bi eşkereyî diyar bikin ku em ê hesabê van hemû êrîşan li ber hiqûqê bipirsin.”
 

Sernavên din

23/08/2023
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin