Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin

  • rojane
  • 15:05 25 Tebax 2023
  • |
AMED - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn di daxuyaniya bo 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna aştiyek civakî divê xelkê Amedê beşdarî mitînga aştiyê bibe. 
 
Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Odeya Endezyarên Madenê (MMO) civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Li civînê pankarta “Ji bo aştiya civakî jiyanek wekhev û azad ava bikin” hat vekirin. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn bi bîranîna Dayikên Aştiyê Adalet Safalî û Perîşan Akçelîk ên li Colemêrgê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir.
 
‘MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST DI KRÎZEKÊ DE YE’
 
Şahîn bal kişand ser bandora modernîteya kapîtalîst a li ser gel û got ku modernîteya kapîtalîst a li cîhanê ketiye krîzê, bi hewldanên dest danîna li ser mafên gelan û aştiya civakî dixwaze ji vê krîzê derbikeve. Şahîn anî ziman ku bi taybetî serdestiya pîşesaziya şer a li hemû cîhanê, tunekirina mirov û xwezayê bi xwe re tîne û wiha got: “Hevkarên herêmî yên pergalên neolîberal stûna herî girîng a vê hilweşandinê ya li dewletên netewe pêk tîne. Ji bo ku cîhanê ji nû ve dîzayn bike û cîh ji polîtîkayên neolîberal re çêbike û wan mayînde bike, hemû cîhan ket nava şer û wêraniyeke xedar. Dema ku kesên ku li welatên xwe bûne penaber, ji bo dîtina hêviyek nû û lêgerîna jiyanek nû, dîmenên trajîk derketin holê. Mirovên ku bi girseyî di keştiyan de jiyana xwe ji dest dan û bedenên zarokan li qeraxên behran dan, hemû cîhan weke tiştekî her car lê dinêre û polîtîkayên şaş hatin veşartin.”
 
‘HEWLDANÊN AŞTIYÊ HATIN CEZAKIRIN’
 
Şahîn anî ziman ku van polîtîkayên ku li cîhanê tên meşandin bandor li welat jî kiriye û destnîşan kir ku pêşî qanûn ji holê rabûn, mafên mirovan hatin jibîrkirin, hewldana herî biçûk a aştiyê jî bi tedbîrên tund hat cezakirin û wiha berdevam kir: “Em êşeke ku ev 8 sal in em rastî helwêstên herî xerab ên ku civakê dixeniqîne û tecrîd dike û daxwazên aştiyê ji nedîtî ve tê dibînin. Rojek derbas nabe ku qetlîamek xwezayê û tundiya hiqûqê ya li dijî gelê ku li dijî vê qetlîama xwezayê radiweste, neyê dîtin. Helbet kesên ku tundî li kesên li dijî qetlîema li Cûdî, Gabar, Akbelen û dihat kirin ber xwe didin, dikin û piştgiriya sermayeyê dikin, bêguman wê neyên jibîrkirin.”
 
‘WELAT VEGUHERANDIN GIRTÎGEHEKE NÎVVEKIRÎ’
 
Şahîn destnîşan kir ku welat veguheriye girtîgeheke servekirî û wiha got: "Bi taybetî dema ku destûr û qanûnên heyî ji holê hatin rakirin û welat veguherandin girtîgeheke nîvvekirî û girtîgeh tijî kirin, tevî ku raporên nexweşiyê hebûn jî girtiyên ku nikaribûn di girtîgehê de bimînin, di girtîgehê de hatin ragirtin, bi efûyên qismî; tacîz, tecawiz û sûcên narkotîkê hatin efûkirin û ew kes berdan nava civakê. Û civak bi tecrîda herî giran re rû bi rû ma. Em weke rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dibêjin mifteya rizgariya ji vî şerî û polîtîkayên faşîst zindîkirina siyaseta demokratîk e û ev jî tenê bi muxalefet û têkoşîna civakî pêkan e.”
 
BANGA BEŞDARIYA MITÎNGÊ
 
Şahîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi taybetî diyar dikin ku ji bo aştiya civakî pêk were divê hemû gel xwedî jiyaneke wekhev û azad bin û divê em bertekên xwe yên di vî warî de bi zelalî bînin ziman. 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li cîhanê tê pîrozkirin, ji bo afirandina cîhanek azad her roj ji bo afirandina cîhaneke azad nehiştina qadên demokratîk di bin dilovaniya rejîmên faşîst ên otokratîk de ye. Ji bo vê em 1’ê Îlona 2023’an hemû gelê Amedê û gelê herêmê ne vedixwînin mitînga xwe ya Qada Îstasyonê.”
 

Sernavên din

27/08/2023
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin