NAVENDA NÛÇEYAN - Şanogerê Kurd Bavê Teyar ku di êrişa dewleta tirk a duh li dijî Bendava Tişrînê de bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Şanogerê Kurd Bavê Teyar ku duh di êrişa dewleta tirk a duh li dijî Bendava Tişrînê de bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Bavê Teyar, beriya birîndar bibe ji Rojnewsê re axivî bû û wiha gotibû: “Em ji mirinê natirsin. Em ê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin.”
BAVÊ TEYAR KÎ YE?
Şanogerê Kurdistanî Cuma Xelîl Îbrahîm ku bi navê Bavê Teyar tê nasîn, di êrişa (18’ê Çileyê) dewleta Tirk a duh a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bûbû. Îro, danê nîvro de ji ber birîna xwe jiyana xwe ji dest da. Şanoger Bavê Teyar kesayetekî ji şanogerê Kurd û Kurdistanî bû û ji zêdetirî 30 salî ve xizmetî şanogeriya Kurdî dike.
Cuma Xelîl Îbrahîm ê li tevahî Kurdistanê bi Bavê Teyar tê nasîn, di sala 1957’an de li Qamişloyê ji dayik bû. Di şanogeriya Kurdî de xwedî xebatekî dirêj e. Ji salên 1990’î heta roja îro bi sedan şano çêkirine. Di şanoyên xwe de rihê welatparêzî, parastina welat û dozê dide pêş. Bavê girtiya di girtîgehên dewleta Tirk de ye û birayê şehîdekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ye.
Di roja înê (17’ê Çileyê de) de tevî komeke heval û hevrêyên xwe ji bo tev li çalakiya nobedê bibin, berê xwe dabû Bendava Tişrînê. Bavê Teyar gotibû çûna li ser Bendava Tişrînê têkoşînek e. Bavê Teyar di oxira doza tevahî gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşiya.
Di dema li Bendava Tişrînê, moralê welatiyan bilind dikir û di axaftina xwe ya ji ragihandinê re gotibû ku Bendava Tişrînê bendava berxwedanê ye.