Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn

img
AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê vê hefteyêl i faîl ango kujerên Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ku hatibû qetilkirin, pirsîn. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” wek her hefte li dar xistin. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê di hefteya 760’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windayan li erdê hat raxistin û hat hildan. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç, hevjîna Parlamneterê DEP’ê Mehmet Sîncar yê hatibû qetilkirin, Cîhan Sîncar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Vê hefteyê li kujer ango faîlên Parlmanenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û Rêveberê DEP’a Êlihê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê Îlona 1993’yan de li Sûka Êlihê hatibûn qetilkirin, hat pirsîn. 
 
‘EM Ê JI BÎR NEKIN Û NEDIN JIBÎRKIRIN’ 
 
Cîhan Sîncar di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku doza Mehmet Sîncar piştî 30 salan ji demboriyê hat betalkirin û got: “Ev 30 sal in ku Mehmet Sîncar tê qetilkirin. Ev berxwedan 30 sal in didome. Di sala 2004’an de piştî ku AKP’ê bi qatilan re rûnişt, biryara demboriyê hat eşkerekirin. Sîncar diyar kir ku demboriya dozê sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “AKP’ê ev neheqî li me kir. Belkî di dema desthilatdariya AKP’ê de nemiriye. Lê AKP bi kesên wek Mehmet Agar re rûnişt. Em jî soz didin malbatên kesên li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan e; Em ê tu carî windayên xwe ji bîr nekin, em ê nehêlin bên jibîrkirin."
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ 
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî anî ziman ku dê têkoşîna Mehmet Sîncar û hevalên wî hatine qetilkirin bidomînin û got: “Salên 1990’î serdema kuştin û windakirina rojnamevan û siyasetmedarên kurd bû. Mehmet Sîncar jî yek ji wan bû. Em dîsa dibêjin. Ya ku hatiye kirin beşek ji siyaseta bêcezakirinê ye. Tişta ku hatiye kirin di hiqûqê de cihê wê nîne. Heta kujer û berpirsiyar bên dîtin û darizandin dê têkoşîna me bidome.” 
 
‘QADÊ JI DAYIKÊN ŞEMIYÊ RE VEKIN’ 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ser astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê û wiha axivî: “Em dibêjin bila Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin. Kiryarên we yên ku digihîjin îşkenceyê sûc in. Qada Galatasarayê ji parêzvanên maf û xizmên windayan re vekin! Ji bo van pêkanînên ku bi armanca dorpêçkirin û qedexekirina qada bîranînê ya ji mirovên Şemiyê re tu bingeheke wê ya qanûnî nîne.” 
 
Piştre serpêhatiya qetilkirina Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr hat xwendin. 
 
Piştî daxuyaniyê Xizmên Windayan ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
LI ÊLIHÊ HEFTEYA 596'EMÎN 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 596’emîn de çalkaiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê cadeya Gulistanê li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Rêveberê Navenda Giştî ya ÎHD’ê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî êriş û astengiya li ser Dayikên Şemiyê da û got: “Em ê dest ji têkoşîna lêgerîna windayên xwe bernedin. Heta ku kujer û berpirsiyar hesab bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya ji bo bîranîna windayan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

06/09/2023
08:55 Erdogan kesê ji ber Komkujiya Sêwasê hatibû girtin efû kir
05/09/2023
22:50 Îfadeya kesên ku li Bagcilarê hatibûn binçavkirin temam bû
19:35 Li Hezroyê gundî pev çûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
16:42 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
16:39 Li Amedê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
16:38 Egîtîm Senê foruma ‘mafê perwerdeya bi zimanê dayikê’ li dar xist
16:16 Tevî dîmenan jî wezareta parastinê îşkence red kir
15:53 Komeleya Wêjekarên Kurd: Divê Menaf Osman demildest bê berdan
15:29 OHD: Bila Abdulmenaf Osman neyê dersînorkirin
15:28 HSD: Di operasyonê de 18 çete hatin kuştin û 4 jî hatin girtin
14:32 Hevşaredarê Dêrsimê yê berê Bul hate berdan
14:26 Rejîma Îranê mamê Jîna Emînî girt
14:16 Hevserokên HDP’ê yên berê derbasî Partiya Çepên Kesk bûn
14:06 Malbatên 2 kesên li Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
13:29 Parêzer Uçar a ji bo îfadeyê çû edliyeyê hate binçavkirin
12:56 HPG: Cenazeyên 4 leşkeran di bin kontrola me de ne
12:56 Di şerê Zapê de leşkerek hate kuştin
12:19 Danişîna Aysel Tûglûk hate taloqkirin
12:18 Parêzer Coşkun: Hewl didin nivîskar Osman bişînin Sûriyeyê
11:48 Li Şemzînanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:36 Stranbêj Yarrahî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin
11:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Rojnameger Mihemed: Li Dêrazorê şer di navbera HSD û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê de ye
10:51 Cezayê hefsê li rojnamevan Nazila Marofian hate birîn
10:47 Kesên li ser daxwaza ENKS’ê vegeriyan Efrînê tên revandin
10:23 Hevalên Mîr Perwer ên hunermend gora wî dan çêkirin
09:49 Nivîskar Osman ji bo dersînorkirinê şandin GGM’a Edîrneyê
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan şewba girûyê
09:04 Bav Yilmaz Ûzûn: Rêya wan rêya me ye, xeyalên wan xeyalên me ne
09:03 Şenyaşar: Wezîrê Dadê ji edaletê direve
09:02 Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê:Armanca wan zarokan tev li nava komele û weqfên olî bikin
09:01 Însel: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc e
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2023'YAN
04/09/2023
23:06 Êrîşî gundên Şehba û Hesekê hat kirin
20:34 Piştî 30 salan hat berdan: Bi awayekî fiîlî di binçavan de ye
16:26 Li Geverê mirineke biguman
16:01 Mehmet Sîncar di salvegera 30'yemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:57 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Ezyeta li miriyan tê kirin aştiya civakî xera dike
15:49 Tuncel: Em ê ji bo girtiyên nexweş 3 rojan çalakiyê li dar bixin
15:41 Ciwanên kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
14:59 Ûçar: Haya dewletê ji cînayeta Mehmet Sîncar heye
14:59 Pêşnûmeya Aram Tîgran bi îdiaya ‘qebe ye’ hat vegerandin
14:45 Biraziyê şaredarê AKP'î rojnameger derb kir û gefa kuştinê lê xwar
14:05 Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin
14:04 Doza Kobanê: Dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriyê ye
13:08 Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin
12:59 Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand
12:55 Di danişîna rojnamevan Çaglar de dadger matmayî ma
12:01 DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin
11:55 Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL
11:45 Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin
10:42 Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin