Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin

  • rojane
  • 09:06 11 Îlon 2023
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan diyar kir ku projeya ÇEDES’ê projeyeke asîmîlekirinê ye ku tê xwestin di asta baweriyê de bê kirin û xwest ku kesên wekî “yên din” tên dîtin divê li dijî projeyê bariyeran ava bikin. 

 
Di çarçoveya projeya bi navê “Ez ji Hawirdora Xwe re Hestiyar im, ji Nirxên Xwe re Rêzdar im” (ÇEDES) de bi hevkariya Serokatiya Karên Diyanetê, Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) û Wezareta Ciwan û Werzîşê di bin navê “şêwirmendiya manevî” de mele, muezîn, waîz, pisporê xizmetên olî û perwerdekarê Qur'anê dest bi “perwerdehiya nirxan” kirin. Di çarçoveya projeya ku li Îzmîrê dest pê kir de li dibistanan mele hatin peywirdarkirin. Pisporan hişyarî kirin ku perwerde dê her ku biçe ji laîktiyê dûr bikeve. Hevseroka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) û mamosteya 30 salan Kadriye Dogan diyar kir ku armanca projeyê ew e ku nifşekî “oldar û kîndar” mezin bikin.
 
Kadriye Dogan
 
BI ÇEDES’Ê MUDAXILEYÎ PERWERDEHIYÊ DIKIN 
 
Dogan, anî ziman ku Serokatiya Karên Diyanetê bi projeya ÇEDES’ê mudaxileyî perwerdê kiriye û destnîşan kir ku mijara divê ol ji perwerdehiyê dûr bikeve tê paşguhkirin û perwerde tê olîkirin. Dogan, bal kişand ser armanca projeyê û destnîşan kir ku hikûmet û hevkarên wê hewl didin “jiyaneka îslamî” ava bikin. Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmet dixwaze bi vî awayî fikir û şêwaza xwe ya jiyanê ava bike û hewl dide avadaniyeke civakî ya ku piştgiriyê bide wê biafirîne. Dizane ku rêya bidestxistina vê yekê bi perwerdeyê dibe. Ji bo vê jî bi mudaxelekirina li qada perwerdehiyê û ciwanên xwendekar bi perwerdeyeke olî hewl didin nifşekî oldar, nifşekî ku bi gotinên xwe ‘oldar û kîndar’ biafirînin."
 
ASÎMÎLASYONA BAWERIYAN
 
Dogan, da xuyakirin ku li welat baweriyên cuda hene û dixwazin vê beşê di bin navê perwerdeyê de di asta baweriyê de bên asîmîlekirin û anî ziman ku hebûna van koman ji nedîtî ve tê. Dogan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Wekî ku nav dibêje, ev projeya ‘Ez ji hawîrdora xwe re hestiyar im, ez bi nirxên xwe re rêzdar im' e, ne ji hawîrdora xwe re hestiyar e û ne jî ji nirx û baweriyên beşên din ên civakî re rêzdar e. Hikûmet hewl dide rêbaza jiyanê ya Îslamiyetê li ser tevahiya civakê ferz bike.”
 
CIVAKA ELEWÎ ÇI DIBÊJE?
 
Dogan, anî ziman ku hikûmet ne xwedî niyeteke baş e û armanc dike ku bawerî û komên etnîkî yên cuda di “yek” çenteyî de bi baweriya tirk-îslamê bîne cem hev û sîstema ramanê ya “yek ol, yek milet” ku bingehên Komarê ye, bidomîne. Dogan, bi lêv kir ku projeya ÇEDES'ê herî zêde bandor li elewiyan dike û elewî li dijî vê projeyê bi bertek in û nêzîkatiya elewiyan a li dijî projeyê wiha nirxand: “Zext hene ku îro mafên weke bi biryarên DMME'yê re dersên olî yên mecbûrî neyên dayîn, pîrên bimûçe ji cemxaneyan re bên wezîfedarkirin, şêwirmend li dibistanan bên tayînkirin hatine bidestxistin ji nedîtî ve bên. Desthilatda AKP’ê û MHP'ê îro bi rengekî tund dest bi pêkanîna vê zextê kir û piştî hilbijartinê ev rewş hîn bêhtir zêde bû.
 
RÎSKA EFXANISTAN Û ÎRANÊ 
 
Desthilat armanc dike ku baweriya elewiyan ji bîra civakê bi temamî jê bibe, vê baweriyê weke mezhebeke sûniyane pênase bike û cemxaneyan veguherîne ‘mizgeftên bê mînare’ û bi temamî ji holê rake. Divê em bizanin ku bi serkeftina ÇEDES'ê re civak bi rastî ber bi hikumdariya zilmeke olî, rejîmeke olî ve diçe û eger pêşî lê neyê girtin, em di demeke nêz de di bin rîskê de ne ku bibin Efxanistan û Îran. Divê em li cihekî wisa bisekinin ku bizanibin rejîmeke wiha dê li Tirkiyeyê ji bo jinan, elewiyan û ciwanan bibe sedemê çi. Di vê wateyê de divê em bertekên xwe bilind bikin, rêxistinbûna xwe zêde bikin û ji bo rê li ber hevdîtina bi beşên civakî yên li derdora me yên ku ji demokrasî û azadiyê re bi hesret in neçar in bikevin nava hewldanan.”
 
‘DIVÊ YÊN DIN TÊBIKOŞIN’ 
 
Dogan, destnîşan kir ku divê kesên wekî “yên din” tên dîtin li dijî projeyên wisa bariyeran ava bikin û da zanîn ku li dijî projeyê dê di 16’ê îlonê li Îzmîrê mitîngekê li dar bixin. Dogan, bi lêv kir ku divê ev mitîng li her derê welat belav bibin û xetere ji welatiyan re bê vegotin û anî ziman ku desthilat “bi hesreta şerîatê ye” û ji bo vê jî bingehekê ava dike. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

12/09/2023
09:02 Evîn Cuma: Tirkiye dixwaze li Efrînê tu tiştekî kurdan nehêle
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN
11/09/2023
22:58 Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin
22:12 Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome
09:10 'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye'
09:08 Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin
09:06 Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket
09:04 Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!
09:02 Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21
09:01 Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
09/09/2023
21:41 Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin
21:00 Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû