ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in

  • rojane
  • 14:22 14 Îlon 2023
  • |
img

ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku li Girtîgehên Hejmar û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind binpêkirinên giran hene û wiha got: “Sepanên heyî, miameleya xerab û îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin e.” 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Sîncanê li avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û gelek parastvanên mafan di daxuyaniyê de amade bûn. Pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e” li eywana daxuyaniyê hatibû daliqandin. 
 
‘GIRTÎ JI TÊKILIYÊN ÎNSANÎ BÊPAR HATINE HIŞTIN’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî û got ku ji sala 2021’an heta niha li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û yên bi tîpa S’yê şert û mercên giran ên tecrîdê hene û bi hezaran binpêkirinên mafan qewimî ne. Çevîrmen, wiha domand: “Girtiyên di demên berê de ji girtîgehên bi awayeke qelebalix lê dihatin ragirtin hatin sewqkirin, li van girtîgehan bi tena serê xwe tên ragirtin û ji ber ku cihê hewagirtinê di qawîşên wan de nînin, rojê saetek an jî saet û nîvekê dibin cihê hewadariyê. Ev sepane bandoreke neyînî li ser tenduristiya ruhî û fîzîkî ya girtiyan dike. Girtiyên li van girtîgehan girtî di tecrîd û îzolasyonê de tên ragirtin, ji qadên civakî tên dûrxistin û hemû pêwendiyên wan ên bi jiyanê re tên qutkirin. Bi tecrîda li girtîgehan tê ferzkirin re têkiliya girtiyekî ya bi girtiyên din re bi temamî tê qutkirin û girtî terkî tenêtiyê tê kirin.” 
 
Bi domdarî Çevîrmen diyar kir ku li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê binpêkirinên giran hene û serlêdanên tên kirin jî bêencam dimînin. Çevîrmen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li odeyên girtî lê tên ragirtin cihê hewadariyê nîne, ji bo hewadariyê jî girtiyan dibin cihê hewadariyê yê cuda. Derdora saetek-saetek û nîvan li wir dimînin. Di tevahiya salê de ro li qatên jêr nade. Li qatên jor jî tenê salê 3-4 mehan rojê saetek-du saetan royê dibînin. Ji qulên ‘qefesên’ ji pola yên li ber pacan pîtek jî derbas nabe û li qatên jor bi qasî tiliya mirov stûr in û mîna qefesê ne. Hem girtiyên li van girtîgehan hem jî malbatên wan ji ber bipêkirinan gelek caran serlêdan kirine. Di vê çarçoveyê de parêzer çûne serdana wan û wan jî qala binpêkirinên mafan ên giran kirine.” 
 
‘GIRTIYAN QALA TIŞTÊN DIJÎN KIRIN’ 
 
Çevîrmen, da zanîn ku girtiyên li girtîgehên hejmar 1 û hejmar 2 yên Sîncanê gelek caran binpêkirinên li dijî wan tên kirin bi wan re parve kirine. 
 
Çevîrmen, binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan hatine kirin wiha rêz kir: 
 
“* Nedîm Ozturk ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin ev 128 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di hevdîtina 28’ê tebaxê ya bi parêzeran de da zanîn ku mercên girtîgehê bi temamî li ser bingeha tecrîdê hatiye avakirin û ew van girtîgehan weke gor binav dike. Ozturk, got ku ji ber vê sedemê naxwaze di gorê de bimre, rojê tenê saetekê derdikeve hewadariyê, televîzyona li hucreya wî hatiye desteserkirin, ev der hucre ye û rêveberî jî vê qebûl dike, doşek, daşir, serşok û mitbax tê de heye û 12 metrekare ye, cihê hewadariyê yê hucreyê nîne, li dora cihên hewadariyê dîwarên bilind hene, bêpac in û li her du aliyên wê kamera hene û her tim tên şopandin, paceyeke hewadariyê heye û ew pace jî tenê li hundir vedibe, ji bo ku memûrên girtîgehê me bişopînin hatiye çêkirin û niha wan dibin 2 cihên hewadariyê. Daxwazên Nedîm Ozturk hatin qebûlkirin û di roja 139’emîn a greva birçîbûnê de sewqî nexweşxaneyeke din a di hundirê kampûsê de hate kirin. 
 
*Huseyîn Karaoglan di greva birçîbûnê de ye û li ser serlêdana malbata wî, parêzeran di 13’ê îlonê de pê re hevdîtin kirin. Li gorî îfadeyan; Karaoglan di 11’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Dema hewadariyê saetek û nîv e. Nahêlin mafê xwe yê sihbetê bi kar bîne. Xwest cihê wî were guherandin lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Di mijara nameyan di postaya hundir de pirsgirêk hene û dema serlêdanan dikin jî Dadgeha Cezayên Giran bi leha wan biryarê dide lê bi vê biryara dadgehê nayê kirin. Careke din îtîraz kirine û dosya niha li dadgeriya înfazê ye. Cil û bergên xwe di nava hucreyê de dihilayîse û wisa ziwa dike. 6-7 kîloyên cil û bergan bi 20 kîreyan dide şûştin. 
 
*Bager Sayak jî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Di 13’ê îlonê de bi rêya parêzer pirsgirêkên dijî parve kir. Li gorî îfadeyên wî; pirtûkên wî yên bi kurdî nayên dayîn û sazî jê re dibêje; ‘heke pereyê wergêr were dayîn û piştî kontrola lijneyê dikare bên dayîn.’ Bi komên ji sûcên cuda re tê ragirtin. Dema li pêşiya pacê bi kurdî diaxive, girtiyên edlî gotinên nîjadperest dikin û heqaretan dikin. Radyo, rojnameyên muxalîf û kovar nayên dayîn. Sedema nedayîna radyoyê jî weke ‘ji ber ku anten metal e, dê weke şîşê were bikaranîn û ji ber ewlehiyê nayê dayîn’ nîşan didin. Her carê name tên desteserkirin, sansûr heye, ji bo peyvên bi xweşiya wan naçin jî îdiaya ‘peyva rêxistinê’ tê kirin û nayên şandin. Bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê li gel çendek hevalên xwe goven gerandiye û stran gotiye û ji ber vê sedemê derheqê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.” 
 
‘NABE KU TECRÎDÊ BI CEZAYÊ HEFSÊ RE GIRÊ BIDIN’’
 
Çevîrmen, anî ziman ku tiştên girtî li girtîgehên bi ewlekariya bilind dijîn di hiqûqê de nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, bandoreke pir neyînî yê ruhî û fîzîkî li ser girtiyan dike, rê li ber mexdûriyetên jêneveger diafirîne. Mimkin nîne ku sepana tecrîdê girêdayî armanca cezayê hefsê bikin û tu eleqeya wê bi hiqûqê ve nîne. Sepanên behsa xeberê bi madeyên 17/1 ên Destûra Bingehîn hatine mîsogerkirin. Sepanên heyî tenê dikare bi têgehên miameleya xerab û îşkenceyê ya bi demê re hatiye vehêlandin were pênasekirin.” 
 

Sernavên din

18/09/2023
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî