Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe

  • rojane
  • 11:54 23 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Sitki Kurtoglû di danişîna yekem a Adle Samûr ku li Pirsûsê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û di danişîna yekem a hatiye berdan de, parastina bi kurdî kir. Kurtoglû destnîşan kir ew rastî derb û gefên cendirmeyan hatiye lê belê dadgehê bi gotina “Derewan neke, tişta wisa nabe” ev gotin nexist nava girtekan. 
 
Sitki Kurtoglû di Mezraya Karacûrûn a girêdayî taxa Mishecerk a navçeya Pirsûsa Rihayê, piştî pevçûna di navbera leşkeran û Sitki Kurtoglû yê dihat îdiakirin ku PKK’î ye, 7 kes hatin binçavkirin. Di operasyona binçavkirinê ya 2’yê adarê de hatibû kirin de Mehmet Samûr û hevjîna wî Adle Samûr rastî îşkence û muameleya xirab hatibûn. 
 
Têkildarî bûyerê danişîna ewil duh li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hate lidarxistin. Di danişînê de Reşat Demîrkol, Sitki Kurtoglû, Adle Samûr, Mehmet Samûr û herwiha parêzer amade bûn. Piştî nasname hatin diyarkirin, belgeyên ser dosyeyê hatine zêdekirin hatin xwendin. Sitki Kurtoglû, Adle û Mehmet Samûr bi riya wergervan parastina xwe bi kurdî kirin.  
 
‘ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’
 
Kurtoglû parastina xwe kir û sûcdariyên lê hatine kirin red kir. Reşat Demîrkol jî sûcdariyan red kir û beraeta xwe xwest. Adle Samûr destnîşan kir ku di pêvajoya lêpirsînê de rastî îşkenceyê hatiye û wiha axivî: “Bi şîşikê li mil û laşê min xistin. Bi daran lingê min ê platîn tê de ye, xistin.” Samûr sûcdariyên lê hatine kirin red kir û beraeta xwe xwest. Mehmet Samûr jî destnîşan kir ku ew jî di pêvajoya lêpirsînê de rastî îşkenceyê hatiye û got: “Rûmeta me xistin bin piyan. Gelek îşkenceyên xirab li me kirin. Sedema neaxaftina min ya di pêvajoya lêpirsînê de, îşkenceya kuştinê ya min dîtî, bû.” Piştî parastinan parêzeran jî anîn ziman ku delîlên hatine komkirin bi awayê derhiqûqî hatine komkirin û berdana muwekîlên xwe xwestin.   
 
‘JI BER PARASTINA BI KURDÎ HATIM DERBKIRIN’
 
Dozger xwest ku girtina kesên tên darizandin berdewam bike. Piştî daxwaza dozger, navber hate dayîn. Bi qedîna navberê Sitki Kurtoglû parastina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Dixwazim tiştekî di navberê de qewimiye ragihînim. Leşkerên tirk ên em birine jêr, ji ber ku min parastina xwe bi kurdî kir heqeret li min kirin, ez derb kirim û gef li min xwarin. Ewlehiya canê min nîn e. Ger tiştek were serê min, berpirsyar dadgeh e.” Serokê dadgehê bertek nîşanî gotinên Kurtoglû da û wiha axivî: “Derewan nekin, tişta wisa nabe.” Serokê dadgehê nehişt gotinên Kurtoglû têkeve girtekên danişînê.
 
‘EM HELWESTA ‘LEŞKERÊ MIN ÎŞKENCEYÊ NAKE’ XELET DIBÎNIN’ 
 
Parêzer Hidayet Enmek ku bertek nîşanî helwesta serokê dadgehê da wiha axivî: “Vê helwesta dadgehê zerar da baweriya me ku wê darizandineke adil li dadgehê bê kirin.” Li ser serokê dadgehê anî ziman ku gelek kesan parastina bi kurdî û erebî kiriye, Enmek wiha got: “Em difikirin ku ji bilî Sitki Kûrtoglû bikurdî axivî, ji ber li dadgehê bi awayekî vekirî got PKK’yî ye rastî êrişa leşkeran hatiye. Ji destpêka vê dosyayê malbata Samûr rastî îşkenceyeke giran hat, îşkenceyê di pêvajoya lêpirsînê de li dozgeriyê berdewam kir.”
 
Beyî axaftinên Kûrtoglû û Enmek bên qeydkirin, danişîn hate berdewamkirin. 
 
‘GEF LI ZAROKÊ MUWEKÎL JÎ HATIN XWARIN’ 
 
Li dijî mutaalaya dozgeriyê ya têkildarî berdewama girtina wan, Reşat Demîrkol û hevjînên hev Adle û Mehmet Samûr daxwaza berdana xwe kirin. Parêzerê Mehmet û Adle Samûr, Alî Arslan diyar kir ku ji ber zarokê muwekîlên wî tev li PKK’ê bûye bûne hedef û wiha got: “Duh leşker çûn mala Mehmet Samûr. Ji ber Mehmet Samûr û hevjîna wî hatine girtin, zarokê wan Fadil li Osmaniyeyê karê xwe berdan û hat evir. Leşkeran gef li zarokê muwekîlên min jî xwarin.” Arslan ê ‘rêgeza kesayetî ya sûc’ bi bîr xist daxwaza beraetê ya muwekîlên xwe kir. Parêzerên pişt re mafê axaftinê wergirtin jî gotin rewşeke ku girtinê hewce bike nîne û daxwaza berdana muwekîlên xwe kirin. 
 
ADLE SAMÛR HATE BERDAN
 
Şandeya dadgehê ya piştî navberê biryara xwe aşkere kir, ji ber dema binçavkirin û girtinê ya Adle Samûra girtî, xwediyê îkametgaheke binecih e, gumana wê ya delîlan ji holê rabike tune ye bi şertê kontrola edlî Adle Samûr berda û biryar da ku girtina Sitki Kûrtoglû, Reşat Demîrkol û Mehmet Samûr jî cuda cuda berdewam bike. Dadgehê danişîn taloqî 15’ê kanûnê kir. 
 
 
 

Sernavên din

24/09/2023
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'