‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’

  • rojane
  • 10:42 24 Îlon 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Bexda tu daxwazên dewleta tirk qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne û wiha got: “Em ne alîgirên şer in lê heke PDK hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bidomîne dê şer biqewime.” 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik têkildarî geşedanên heyî ji bo Shar Pressê re axivî ku li başûrê Kurdistanê weşanê dike. Bayik anî ziman ku PDK alaya başûrê Kurdistanê ji bo nixumandina dagirkeriya dewleta tirk bi kar tîne û ev tişt anî ziman: “Heke PDK vê hevkariya bi dewleta tirk re dewam bike, em ne alîgirê wê jî bin wê şer biqewime.”
 
‘PDK QADÊN GERÎLAYAN JI DEWLETA TIRK RE RADIGIHÎNE’
 
Di berdewamê de Bayik destnîşan kir ku divê gelê kurd têkiliyên di navbera malbata Barzanî û dewleta tirk de baş nas bike û ev nirxandin kir: “Têkiliya malbata Barzanî ya bi dewleta tirk re li ser esasî kirêgirtinê ye. PDK bi her awayî piştgiriyê dide artêşa dewleta tirk. PDK ji bo dewleta tirk cih tespît dike, qadên ku tespît kiriye ji dewleta tirk re radigihîne û piştgiriya lojîstîkî dide wan. Li ser qadên gerîla îstîxbaratê dide.”
 
‘PIŞTÎ HEVDÎTINA BI FÎDAN RE PIŞTGIRIYA BARZANIYAN ZÊDETIR BÛ’
 
Bayik, hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a bi malbata Barzanî re bi bîr xist ku beriya demeke nêz hatibû kirin û diyar kir ku piştî vê hevdîtinê piştgiriya Barzaniyan a ji bo dewleta tirk zêdetir bûye. Bayik, wiha domand: “Tiştekî ecêb e. Bexda daxwazeke bi tenê ya dewleta tirk qebûl nake lê Barzaniyan hemû daxwazên dewleta tirk bi cih anîn.”
 
‘PDK JI BO PARASTINA LEŞKERÊN TIRK ALAYA BAŞÛR BI KAR TÎNE’
 
Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik got ku PDK ji bo parastin û veşartina leşkerên dewleta tirk alaya başûrê Kurdistanê bi kar tîne û wiha axivî: “Bûyerên li Biradost û Sîdekanê diqewimin, dewama êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Xuya ye bûyerên li Biradostê diqewimin encamek ji hevdîtina Hakan Fîdan û Barzaniyan e.”
 
‘BI ÊRIŞÊN XWE DIXWAZIN YNK’Ê JÎ MÎNA PDK’Ê BIKIN ŞIRÎKÊ DEWLETA TIRK’ 
 
Bi domdarî Bayik bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a li dijî Balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca dewleta tirk a ji êrişa li ser Balafirgeha Erbetê ew e ku xelkê Silêmaniye û Soran bitirsîne.  Çawa ku bi piştgiriya PDK'ê herêma Behdînanê bûye navenda MÎT'ê û dewleta tirk, bi tirsandina xelkê Silêmaniye û Soran jî dixwazin vê qadê bixin bin kontrola MÎT'ê. Li aliyê din, bi tirsandinê dixwazin YNK'ê jî mîna PDK'ê bikin şirîkê dewleta tirk. Xelkê Silêmaniye û Soran dest ji xeta welatparêziyê bernedane. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk bi israr êrişî Silêmaniye û Soran dike. Em heta dawiyê pê bawer û piştrast in ku xelkê Silêmaniye û Soran wê li ser welatparêziyê bi biryar bin.”
 

Sernavên din

27/09/2023
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin