Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin

  • rojane
  • 14:28 25 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Danişîna doza Hamdullah Bayram ê di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de girtî tê darizandin hate taloqkirin. 
 
Danişîna doza rojnamevan Hamdûllah Bayram ê ji ber xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi Biryarnameya di Hikumê Qanûnê de (KHK) hate girtin bû bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Bi zanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistinê kiriye” tê darizandin hate lidarxistin. Di 22’yê hezîrana 2023’yan de danişîna 14’emîn a doza Bayram ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê girtî tê darizandin, di danişîna doza li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku 12 rojnamevan jê dihatin darizandin de biryara yekkirinê hatibû dayîn. Di danişîna ewil a piştî biryara yekkirinê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate lidarxistin de Bayram ê ji 20’ê adara 2023’yan ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê tê ragirtin û parêzerê wî Resûl Tamûr amade bûn. 
 
Di danişîna bi tespîta nasnameyê hate destpêkirin de dozgerê derbarê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş kir, daxwaza berdewama girtina Bayram kir. Bayram ê li dijî mutalaayê mafê axaftinê wergirt, daxwaza berdana xwe kir. 
 
‘ŞAHIDÊ NEPEN SÎXURÊ DEWLETÊ YE’ 
 
Parêzerê Bayram, Resûl Temûr ê pişt re mafê axaftinê wergirt, bal kişand ku beyanên şahidê nepen ê di dosyaya Enqereyê de hate guhdarkirin binakok in û wiha got: “Şahidê nepen îtîraf kir ku sîxur e. Di danişîna duyemîn de îtîraf kir ku li ser navê dewletê dixebite. Ji ber wê yekê ne şahidekî bêalî ye.” Temûr, destnîşan kir ku di doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku Bayram jê tê darizandin de kêmasî hene û wiha berdewam kir: “Di dosyaya Rihayê de kêmasî hene. Muwekîlê min ji ber rojnameya Ozgur Gundemê belavkiriye tê darizandin. Kunyeya rojnameyan heye. Rojname piştî destûra fermî bi awayekî fermî tên belavkirin. Lê hatiye îmakirin ku weke rojname derqanûnî belav kiribin. Têkildarî qedexeya rojnameyê teblîxek nehatiye kirin. Ji ber teblîx nehatiye kirin nikare weke sûc were hesibandin lê encax biryara komkirinê bê derxistin. Dozger tenê biryara qedexeyê ya pêvekê li ber çavan girt û daxwaz kir ku girtin berdewam bike. Ev bi awayekî teknîkî ne pêkan e.”
 
‘BELAVKIRINA ROJNAMEYA QANÛNÎ NE SÛC E’ 
 
Temûr, qala beyanên şahidê nepen ê di doza Enqereyê de hate guhdarkirin ên têkildarî belavkirina rojname û kovaran a Bayram a li Meclisê kir û wiha lê zêde kir: “Ji ber navên sêyemîn derket divê bên guhdarkirin. Modernîteya Demokratîk kovareke qanûnî ye. Rojnameya Xwebûnê her hefte weke qanûnî derdikeve. Belavkirina kovar û rojnameyên bi awayekî fermî tên çapkirin derqanûnî nîne. Midurên karên nivîsan ên kovar û rojnameyan diyar in. Berpirsyartiya muwekîlê min nîne. Muwekîl anî ziman ku di hemû asta de bi belavkirina rojnameyê jiyana xwe didomîne. Ji ber muwekîlê min qertê çapemeniyê ji Serokatiya Ragihandinê wernegirtiye weke sûc tê dîtin. Lê Serokatiya Ragihandinê tenê têkildarî akredîteyê qertan dide. Qertên danasîna çapemeniyê nikarin weke sûc bên hesibandin. Di danişîna Enqereyê ku Bayram jê tê darizandin de hemû bersûcên girtî hatin berdan. Serokê dadghê ji ber darizandina li Rihayê tê kirin Bayram neberda.”
 
Şandeya dadgehê pişt re biryar da ku girtina Bayram berdewam bike û danişîn taloqî 23’yê cotmehê kir. Bayram ji ber ji danişîneke din re ji mehekê kêmtir dem maye şûna Girtîgeha Sîncanê ku lê tê ragirtin, birin Girtîgeha Hejmara 1’an a Rihayê.
 
 

Sernavên din

27/09/2023
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin