Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin

  • rojane
  • 09:47 5 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (Anka-Der) dest bi dersên ziman ên heyama nû kir. Hevserokê Komeleyê Zekî Gonultaş got ew li dijî polîtîkayên pişaftinê ji bo parastina zimanê kurdî têdikoşin. 

 
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (Anka-Der) ku ji sala 2022’yan ve li Enqereyê xebatên xwe bi rê ve dibe, di heyama nû de dîsa dest bi dersên zimanê kurdî kir. Anka-Der li gel dersên ziman her wiha xebatên çand û hunerî jî bi rê ve dibe. 
 
Hevserokê Anka-Derê Mehmet Zekî Gonultaş têkildarî heyama nû û xebatên komeleyê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew xwe ji bo heyama nû amade dikin. Gonultaş got wê di vê meha cotmehê de ders dest pê bikin.
 
‘POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ LI SER ZIMANÊ KURDÎ DIDOME’ 
 
Gonultaş bi bîr xist ku piştî KURDÎ-DER li Enqereyê bi KHK’a sala 2016’an hat girtin saziyên ku dê perwerdehiya ziman bidana nemabûn û wan li ser hewcedariyê Anka-Derê vekirine. Gonultaş diyar kir ku komeleya wan eleqeya ciwan, xwendekar û welatiyên kurd dikişîne û got: “Polîtîkayên pişaftinê li ser zimanê kurdî hene. Îro bi milyonan zarokên kurd bi zimanê xwe nikarin perwrdehiya zikmakî bibînin. Li saziyên fermî yên dewletê zimanê kurdî hê jî nayê qebûlkirin. Di meha bihûrî de Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca gotibû ku wê pergala e-reçete bi zimanan xizmetê bide, lê zimanê kurdî nava wan zimanan de nîne. Em behsa mafê hemwelatiya wekhev dikin. Em qala mafê zimanê dayikê dikin. Em dibêjin pêwîste zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwrdehiyê. Ev rewş ji hewcedariyê wêdetir mafê me yê mirvî ye û em ê vê her tim bêjin.” 
 
‘EM JI BO ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ TÊDIKOŞIN’
 
Gonultaş anî ziman ku armanca wan ew e ji bo zindîhiştina kurdî têbikoşin û got: “Em di astekî de rê li ber pişaftinê digirin û em ji bo zimanê xwe têdikoşin. Em ji bo mafê perwerdeya bi zimanê xwe li ber xwe didin. Me komeleyê bi armanca parastin û li pêşxistina zimanê kurdî ava kir. Ji bo kurd zimanê xwe ji bîra nekin, dikaribin bi zimanê xwe bixwînin, binivisînin, bi zimanê xwe hunerê bikin, ev komeleyên bi vîr engî hatine avakirin.” 
 
BI SÊ ASTAN Û PAŞÊ ASTA MAMOSTETIYÊ
 
Gonultaş destnîşan kir ku ew bi zaravayên kurmancî, zazakî ve soranî yên kurdî dersan didin û wiha axivî: “Xelkê me yên li Enqerreyê eleqeyek baş nîşanî dersên me didin. Em di sê astan de dersan didin. Piştî ku xwendekar her sê astan diqedînin, dikare beşdarî asta dersa mamostetiyê bibe. Em sertîfaka didin xwendekarên xwe. Me sala par 34 sertîfa dan xwendekarên xwe. Şagirtên me ku mamostetiyê heq dikin, dikarin paşê li saziyek din dersê bidin xwendekaran.” 
 
‘XEBATÊN LI SER KURDÎ TÊR NAKIN’ 
 
Gonultaş anî ziman ku gelek komele hene ku li ser zimanê kurdî dixebitin û ew hemû komele û saziyan bi nirx dibînin. Gonultaş da zanîn ku her çiqas gelek sazî û xebatên ziman hebin jî lê têra bi milyonan kurdan nakin û ev sazî bi tena serê xwe nikarin ziman rizgar bikin û li pêş bixin. 
 
‘DERSÊN HEYAMA NÛ DEST PÊ DIKIN’ 
 
Gonultaş diyar kr ku di kargêhên heyama nû de wê ji sê mehan carek dersan bidin destpêkirin û got: “Perwerdehiya me li ser ziman û hunerê berdewam dikin. Wê van rojan dersên me dest pê bikin. Niha hê jî qeydên me didomin. Em polên xwe ava dikin. Wê bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî polên me bên vekirin.” 
 
 
 

Sernavên din

06/10/2023
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome