ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 6 Cotmeh 2023
  • |
img
* Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Eliyas, di salvegera peymana 9'ê Cotmehê ya Şengalê de axivî û got: "Ezidî bi tifaqiya DAIŞ'ê re xelas nekirin, niha hewl didin ku bi peymana 9'ê cotmehê ji holê rakin."  
* Nivîskar û rewşenbîrê Ezîzê Cewo têkildarî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku heta gelê kurd negihîje mafên xwe ev komplo dê berdewam bike û got: “Çi bikin bila bikin, bi fîzîkî jî tune bikin, dîsa jî ew heye û ew ê her tim serkêşiya doza kurd bike.”
 
*  Hevseroka DBP'a Rihayê Hamîde Goktaş û Hevseroka HDP'a Rihayê Garîbe Yeşîl tekildarî çalakiyên salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatibû bang li gel kirin ku li dijî tecrîde bi yek dengî rabin. 
 
* Komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê di 25'emîn salvegera xwe de li Parka Koşûyolûya Amedê bê protestokirin. Rêveberê MED TUHAD-FED'ê Orhan Işik, ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan her kesî vexwand çalakiya 9'ê Cotmehê. 
 
* Aktivîsta TJA'yê Emîne Înan anî ziman ku tê xwestin ku komploya navdewletî bi pergala tecrîdê ya Îmraliyê bê encamkirin û got ku dê jin bi felsefeya "Jin, iyan, azadî"yê komployê pûç bikin. 
 
* Siyasetmedar Gultan Kişanak behsa Gûrbetellî Ersozê kir ku bi hev re di rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitîn. Kişanak got: "Niha li deryaya ebedî de bû»ye meşaleyek ku tarîtiyê ronî dike." 
 
* Ramazan Îldem ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, anî ziman ku kurdan "mirinê kuştiye" û got: "Em civakeke dîlgirtî ne. Ge rem xwedî li xwe derkevin, em ê xwedî li Rêberê xwe jî derkevin. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê ye." 
 
* Desthilatdariya Tirkiyeyê xwest heyfa berxwedana Kobanê ji siyasetmedarên HDP’ê bistîne. Ji Doza Kobanê 18 girtî 108 siyasetmedar tên darizandin. Ji her girtiyek ji Doza Kobanê tê darizandin re 38 caran cezayê muebeda giran tê xwestin. Biryara dozê nêz dibe. 
 
* Rojnamevan û nivîskarê fransî Guillaume Perrier diyar kir ku çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê zêde bûye, tecrîda li Îmraliyê ye û anî ziman ku rakirina tecrîdê jî di çareseriya pirsgirêka kurd de derbas dibe. 
 
* Danişîna doza qetlîama Malbata Şenyaşar dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Danişîna doza parlamentera HDP'ê ya berê Semra Guzel dê li Dadgeha Enqereyê bê lidarxistin. (10.00) 
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00) 
 
* Danişîna ewil a doza dayika Egît Îpek, Halîse Aksoy ku girtî tê darizandin dê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)
 
* TMOBB dê têkildarî erêkirina cezayên girtiyên Doza Geziyê li avahiya TMOBB'ê ya li Karakoya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
 
* ÎHD'a Amedê dê nobeda aştiyê ya bi daxwaza "Ji bo her kesî aştî" li avahiya xwe berdewam bike. (14.00)
 
* TJA dê têkildarî kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" li ber avahiya DBP'a Êlihê daxuyanî bide. (14.00)
 

Sernavên din

06/10/2023
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome