Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin

  • rojane
  • 10:42 23 Cotmeh 2023
  • |

ENQERE -  Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan beriya civîna PM’a partiya xwe bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha got: “Em ê şaredariyan bikin malên gel. Em ê serkeftinên xwe li herêmên rojavayê Tirkiyeyê jî belav bikin.” 

Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) civîna xwe ya ewil li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dar xist. Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan beriya civînê axivî û spasiya hemû rêveberên di qedemeyên partiya berê de cih girtin kir. 
 
Bakirhan, got ku di kongreya 15’ê cotmehê de dirûşma wan a sereke “Ji bo azadiyê bû” û ev tişt anî ziman: “Ev dirûşm, dirûşmeke jirêzê nîne. Di heman demê de dirûşmeke wisa ye ku dê nexşerêya pêşerojê û xeta me ya siyasî diyar bike. Em ê tifaqên xurtir û bi têkoşîneke xurtir bibin bersiv.” 
 
ROJAVA QEREBAX Û FILISTÎN 
 
Bakirhan, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha domand: “Li pêş çavên me şer û wehşetek tê jiyîn. Mixabin ku li cîhanê pirsgirêkên olî û neteweyî nehatin çareserkirin û sedema vê jî feraseta netewe dewletê ye. Mixabin netewe dewlet hewl didin bi darê zorê kirasê xwe li hemû kesî bikin. Îro li Îsraîl, Filistîn, Rojava, Qerebax û li gelek deverên cîhanê dramên însanî diqewimin. Rêveberên netewe- dewletparêz û yekperest bi zext, zilm û şer hewl didin cudahiyên din tune bikin. Şerê Îsraîl-Filistînê ku niha veguheriye qirkirina civakê yek ji nîşaneyên vê yên herî şênber e. Di vir de hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovahiyê tune tên hesibandin. 
 
Mixabin mîna li Rojava, hêzên navneteweyî li dijî têkoşîna zêdetirî 70 milyon kurdan bêdeng dimînin û di şerê Îsraîl-Filistînê de jî tenê bi rola temaşekirinê radibin. Em vê yekê rexne dikin. Li Filistînê her roj mirin çêdibin û îktîdara siyasî jî ji bo pêşîlêgirtina bertekan tenê çendek tiştên biçûk dike. Lê tu gavan naavêje. Îktîdara AKP’ê ji bo 3 rojan şîn ragihand. Gelo dê şîna li Tirkiyeyê hatiye ragihandin ji bo êşên xelkê Filistînê çiqasî bibin derman.  Me dît ku tu xêr jê çênabe. Em ji îktîdara siyasî dipirsin; gelo ragihandina şînê karî rê li ber mirinên li Filistînê bigire? Birîna çend zarokan derman kir? 
 
SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN 
 
Li dijî vê acziyeta îktîdarê, em jî dibêjin ku hewceya civak û muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê dengê xwe bêhtir derxînin. Li wir tenê şerê Îsraîl-Filistînê tune ye, her wiha qirkirinek heye, sûcê li dijî mirovahiyê dike. Tekane peywira şoreşgerên tirkiyeyî û kurdistanî ew e ku em vê êşê bi dawî bikin. Ji bo ku hemû hêzên navneteweyî dawî li hewldanên xwe yên jirêzê bi dawî bikin û rê li ber qirkirina li Filistînê bigirin, hewceye hemû gelên cîhanê dengê xwe rakin û îktîdarên xwe bidin zorê. Li dijî helwesta hikûmetên heyî û pêşîlêgirtina şer, em ê di rojên pêş de bi roleke çalak rabin. 
 
Divê hemû îtîrazên li dijî êrişên ser Filistînê tên kirin, di heman demê de ji bo Rojava jî bên kirin. Ev yek, di heman demê de peywireke însanî û dîrokî ye. Li Rojava zarok tên qetilkirin. Li dijî qadên jiyanê yên sivîlan êriş tên kirin, mirov nikare taetê xwe bike, tesîsên enerjî û xurekan tên bombebarankirin. Her kesê qala demokrasiyê dike divê Rojava jî deyne rex Filistînê. 
 
EM Ê NEHÊLIN LI SER BIRÇÎTIYA ME XWE TÊR BIKIN
 
Heke li Qerebaxê, Rojava û Filistînê heman çek biteqin, wê demê bes nake ku mirov tenê li dijî wehşeta li Filistînê derkeve. Gelo ev çavkaniyên ji lobiyên faîzê û baronên şer re tên veqetandin ji ku tên? Têkildarî vê ez tenê mînakekî bidim; heke tu çavkaniya herî mezin a dahata bûdçeya sala 2024’an bipirsî, dibêjin KDV ye. Ji ava em vedixwin heta nanê em dixwin, dewletê KDV zêde kirine û bi van pereyan dê şerekî bimeşîne. Qesr, hewl dide lêçûnên gule û dewlemandan ji berîka cotkar, kedkar, esnaf û gundiyan derxîne. Em li dijî vê pergala bêhna xwînê jê tê îtîraz dikin û dê hîn xurtir îtîraz bikin. Em ê nehêlin li ser birçîtiya me têr bibin û li ser xwîn û canê me li ser îktîdarê bimînin. 
 
EM Ê NAVÇE BI NAVÇE Û TAX BI TAX BIGERIN 
 
Pêvajoya pêşiya me hem di warê rojeva siyasî de hem jî di warê plansaziyan de wê gelek têr û tije derbas bibe. Me bi zanebûn xwe xistiye bin vî barî. Niha jî dem dema wê ye ku em li hemberî gelên Tirkiyeyê berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Ji sibê şûn ve em ê tûrê xwe bidin pişta xwe û bajêr bi bajêr, navçe bi navçe û tax bi tax bigerin. Em ê rêxistinên navçeyan û bajaran ên xurt ava bikin û ji nû ve xwe bi rêxistin bikin. Her wiha ji herêmê ve ber bi giştî ve em ê têkoşîn û tifaqek demokratîk a demokratîk ku xurt bike pêk bînin û ev deynê stûyê me ye. Em ji bo gelê xwe û kedkaran çi bikin jî hindik e. Bi dehên salan e êşek ku nehatibe serê nemaye. Hemû rengên êş û azaran hatin serê wan. Bi hezaran mirovên me yên ciwan bedena xwe dan ber fedekariya ji bo gelan û hatin binaxkirin. Em ji bo dayik û hevrêyên xwe çiqas bixebitin û xizmetê bikin jî hindik e. 
 
EM Ê ŞAREDARIYAN BIKIN MALÊN GEL 
 
Yek ji rojevên girîng ên li pêşiya me jî hilbijartina xwecihî ye. Me wek partî ji bo xebatên hilbijartina xwecihî pêvajoya jinûve xwebirêxistinkirinê da destpêkirin. Di vî warî de xebatek me heye. Piştî em desteyên xwe ava bikin, em ê têkildarî rêveberiyên xwecihî nexşerêya xwe bi raya giştî re parve bikin. Lê helbet divê meriv berê çend tiştan diyar bike. Hilbijartina xwecihî ji demên berê bêtir wateya xwe nîşanî me dide. Em ê tenê ne şaredariyên me ku di bin rêveberiyên qeyûman de ne, em ê şaredariyên ku rêveberiya wan xerab e jî bi dest bixin. Em carek din dubare dikin em ê tenê ne şaredariyên xwe bi dest bixin, em ê şaredariyên Kanîreş, Mûş, Dep û her wekî din jî bi dest bixin û bixin xizmeta gelê xwe û şaredariyan bikin mala gelê xwe. 
 
Em ê serkeftina xwe belavî herêmên Tirkiyeyê jî bikin. Ez dixwazim diyar bikim ku em ê li her cihek ku gelê me lê heye ji bo temsîliyeta wan û dikaribin bi awayek xurt di rêveberiyên xwecihî de cih bigirin, li gorî vê em ê polîtîkayek bi rê ve bibin. Me têkildarî hilbijartina 14’ê Gulanê xwerexne kir û em hatin van rojan. Kongreya me li dar xist jî encama wê yekê bû ku me rexnedayîna hilbijartina 14’ê Gulanê da. Ez wisa bi bawerim em ê di hilbijartina xwecihî ya di meha adarê de serkeftinê pêk bînin û rexnedayîna xwe wisa bidin gelê xwe.” 
 

Sernavên din

23/10/2023
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye