Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne

  • rojane
  • 09:05 30 Cotmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Haşîm Togurlu yê diyar kir ku dewlet li herêmê hêza xwe weke amûra zextê bi kar tîne, anî ziman ku bi polîtîkayên ewlekariyê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û got: “Em niha bi dewleteke ku em jê re dibêjin dewleta AKP'ê re rû bi rû ne. Ev jî nîşan dide ku dewletê fonksiyona xwe ya dewleteke demokratîk winda kiriye.

 
Di 20’ê tîrmeha 2016’an de bi hinceta hewldana derbeya 15’ê tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte (OHAL) hatibû ragihandin. Rewşa Awarte ku 7 caran hat dirêjkirin, li gelek qadan bû sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan. Pêkanînên ku ji OHAL'ê mayîne hîn jî xwe bi awayekî tund dide hîskirin. Herêma Botanê jî yek ji wan herêmên ku bi salane bi rêbaz û pêkanînên OHAL'ê ve tê birêvebirin. Piştî qedexeyên derketina derve ya li Şirnex û navçeyên wê hatine ragihandin, bajêr bi navçeyên xwe ve hate hilweşandin, gelek welatî hatin qetilkirin û gelek ji wan jî hatin girtin. Piştî qedexeya derketina derve tedbîrên tund hatin zêdekirin. Li Şirnexê di encama polîtîkayên dewletê yên ewlehiyê de roj nîne ku welatiyek rastî binpêkirineke maf neyê. Şêniyên herêmê her roj rastî binpêkirinên weke binçavkirin, girtin, qedexe û astengiyan tên û pêkanînên nû li van pêkanînan tên zêde kirin. 
 
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê Haşîm Togûrlû, têkildarî binpêkirinên mafan ên  li Şirnexê û di binpêkirinên mafên mirovan û jiyanî de rola çareserkirina pirsgirêka kurd nirxand.
 
'BINPÊKIRINA MAFAN ERKA QANÛNAN JI HOLÊ RADIKE' 
 
Togûrlû, diyar kir ku desthilata heyî desthilata xwe li Şirnexê weke amûreke zextê li ser civakê bi kar tîne û wiha got: “Li Şirnexê binpêkirinên mafan bi aşkere tên dîtin. Sedemê vê jî nebûna hesab pirsînê û polîtîkaya bêcezakirinê ye. Li welatên demokratîk divê karmend ji ber her binpêkirina ku dikin, berpirsyar bên ditin. Lê dema ku binpêkirina mafên mirovan dikin, ne hesab didin, ne tên cezakirin û ne jî der heqê wan kesan de lêpirsînek tê destpêkirin. Desthilat herkesî ku li dijî xwe dibîne ceza dike. Di encama van polîtîkayan de li Şirnex û navçeyên wê, hejmara wesayitên zirxî ji hejmara mirovan zêdetire û ev wesayît di kolanan de dibin sedemê mirina zarokan. Di van 15 salên dawî de bertekên wan ên li dijî binpêkirinên mafan jî zêde dibin, heke hûn nêzî AKP'ê bin hûn ji her tiştekî sûd digirin, lê heke ku hûn dijitiya wê bikin hûn ji her heq û hiqûqê bêpar in û bi cezakirinê re rû bi rû dimînin. Ev yek binpêkirina mafên mirovan rewa dike û erka pêkanîna qanûnê ji holê radike. Heke polîtîkayeke birêkûpêk bihata meşandin, her binpêkirinên îro li vir diqewimin dê bihata astengkirin. Rapora mirinên ku bi  wesayîtên zirxî yên di 15 salên dawî de çêbûn hate eşkere kirin. 21 jê zarok 44 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ev hejmarek pir cidî ye. Ev tenê nîşana wê yekê ye ku binpêkirinên mafên mirovan li Kurdistanê ji sedî 90 zêde bûye. Sedema vê yekê di encama polîtîkayên hikûmetê yên li dijî herêmê de derdikeve holê. Ev ji polîtîkayên ewlekariyê yên hikûmetê serbixwe pêş nakevin.”
 
‘PIRSGIRÊKA KURD QURBANA POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ HATE KIRIN’
 
Haşim Togûrlû, bi lêv kir ku li Kurdistanê standarta jiyana gel di plana duyemîn de ye û wiha berdewam kir: “Pîvana jiyana welatiyên li Stenbol û Enqereyê ne weke hev e. Li vir pîvanên standardê yên jiyanê hene. Li qadên jiyanê yên gel destwerdanek piralî tê kirin. Êrişeke bi zanebûn a li dijî gel e. Polîtîkayên cudakariyê tên meşandin. Li gorî lêkolînên zanistî di qadên civakî de bikaranîna wesayîtên zirxî ne guncaw e. Li vir her kolan û taxa ku hûn têkevinê hûn rastî wesayitên zirxî tên. Ev bi nêzîkatiya li dijî pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. 
 
DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYÊN AŞTIYANE WERE ÇARESERKIRIN’ 
 
Pêvajoya pêvçûnê ya 40 salan didome. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin. Bi rastî jî di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’an de gel dît ku dê pirsgirêk li ser bingehên demokratîk û bêçekbûnê bên çareserkirin, di vê serdemê de di beşên cuda yên civakê de hêviyek çêbû. Siyaseta ku îro tê meşandin tercîha dewletê ye. Ger îro ji bo pirsgirêkeke herî biçûk an jî protestoyekê çekan bi kar bîne, helbet wê li welat binpêkirinên mafan çêbibe. Di rastiyê de nêzîkatiya li Kurdistanê ev e. Ji ber ku hêviyên mirovan pêk nayên, ev yek di nava gel û civakê de dibe sedema bêaramiyê. Lê belê me di pêvajoya çareseriyê de dît ku binpêkirinên mafên mirovan pir kêm bûn û ji aliyê derûniyê ve jî mirov baş bûn. Niha Kurdistan û Tirkiye rojên xwe yên herî dijwar derbas dikin. Em rastî binpêkirinên mafan ên pir giran tên.”
 
‘DEWLETÊ FONKSÎYONA XWE YA DEWLETEKE DEMOKRATÎK WINDA KIR’
 
Togûrlû, bal kişand ser polîtîkayên ku Waliyên li Kurdistanê hatine bicihkirin didin meşandin û wiha domand: “Bi rastî hûn di welatên demokratîk de astengkirina xwepêşandanan nabînin. Lê mixabin li welatê me ev yek bi awayekî rûtîn tê kirin. Piştî pergala Serokatiyê ya 2018'an vê pergalê bandor li her aliyê jiyana me kir. Ev polîtîkaya cihêkariyê her ku çû kûrtir bû û bi xwe re valahiyeke mezin anî. AKP îdeolojiya xwe li ser her qadê ferz dike. Ji xeynî wan qada jiyanê ji kesî re nayê vekirin. Di van mehên dawî de Walîtiya Şirnexê her dem civîn û xwepêşandanên civakî qedexe dike. Em dibêjin ku tu bingeheke vê ya qanûnî nîne. Dadgeha Destûra Bingehîn her car diyar dike ku ev qedexe li dijî qanûnê ne. Tevî ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nîşanî hêzên hiqûqî didin jî, destûr nayê dayîn ku wan rave bikin û êrîş tên kirin û li dijî çalakvanan doz tên vekirin.Heke hûn AKP'yî bin, tu pirsgirêk nîne. Daxuyaniya çapemeniyê yan jî meşekê dikarin bi rehetî bikin lê dema ku partiyek din yan jî rêxistineke din vê yekê dike, tên astengkirin. Ev jî nîşan dide ku dewletê fonksiyona xwe ya dewleteke demokratîk winda kiriye. Her çend em dibêjin li vî welatî meqanûnek heye, lê dema ku mijar tê pêkanînê bi rastî  nayê bicihanîn.”
 
‘DIVÊ KU RÊYA DEMOKRASÎ Û DIYALOGÊ BÊ VEKIRIN’
 
Togûrlû yê îşaret bi pirgirêka kurd kir, anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd dibe sedemê kurtirbûna binpêkirinên mafan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em niha bi dewleteke ku em jê re dibêjin dewleta AKP'ê re rû bi rû ne. Walî Cûdî li gel qedexe dike, lê ji madenan û birîna daran jî destûr tê dayîn. Ev jî di bin kontrola dewletê de tê kirin. Ev qedexeye jî binpêkirina mafan e. Em dibînin ku AKP ji bo kesên nêzî xwe polîtîkaya ewlehiyê pêk naîne. Di destê me de çûvê bisêhr nîne ku em demildest vê pirsgirêkê çareser bikin, me diyar kir ku ev yek nîşaneya neçareserkirina pirsgirêka kurd a li Kurdistanê ye. Dewlet vê pirsgirêkê jî weke polîtîkaya ewlehiyê nîşan dide. Niha divê em ji mafê aştiyê yê gelan re û ji hêviya aştiyê ya vî gelî re bibin bersiv. Bi taybetî jî li dijî şerê li Rojhilata Navîn zêde dibe, pêwîstiya herî lezgîn a ji bo Tirkiyeyê aştî ye. Divê em aştiyê bi dengekî bilindtir bînin ziman.  Mîna pêvajoya çareseriyê ya sala 2013'an, divê rêya demokrasî û diyalogê ji nû ve bê vekirin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 

Sernavên din

02/11/2023
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin