Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan

  • rojane
  • 16:54 31 Cotmeh 2023
  • |
img

MÊRDÎN - Çawişê pispor Eyûp K. ku li navçeya Nisêbînê 4 zarok tacîz kiribû, bi şertê kontrola edlî hate berdan. 

 
Çawişê Pispor ê bi navê Eyûp K. ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 4 zarok tacîz kiribû, ji ber sûcên “Hîle kiriye û ji bo tacîza zayendî zarok ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” bi awayeke girtî dihat darizandin. Duyemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. 
 
Çawişê pispor ê tacîzkar li girtîgeha lê dihat ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Malbata bersûc û parêzerên wî jî di danişînê de amade bûn. Parêzerên zarokên rastî tacîzê hatin jî tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê xwestin daxilî dozê bibin. Piştre jî parêzeran xwestin ku rewşa girtî ya faîl bidome û were cezakirin. 
 
Dadgehê bi sedema “dest avêtinê” xwest faîl parastina xwe bike. Faîl tawanbarî red kir û xwest were berdan.
 
PARÊZER: FERMANDARÊN WÎ JÊ HEZ DIKIN
 
Parêzerên faîl jî got ku zarok bi miwekîlê wî re nehatine rûbirûkirin û îdia kir ku zarok hatine arastekirin. Parêzer, piştre jî ev parastin kir: “Her çend ku hûn van kesan weke zarok pênase bikin jî ev kes 17 salî ne û ciwanên mîna cinan e. Telefonê bi kar tînin û dikariyan bikişînin.” Parêzerê ku hewl da siwarkirina zarokan a li wesayîtê weke tiştekî asayî nîşan bide, ji bo faîl wiha got: “Miwekîlê min ji hêla fermandarên xwe ve tê hezkirin.” 
 
Parêzerê faîl xwest ku miwekîlê wî “ji ber nasnameya xwe ya leşkertiyê” were berdan. 
 
ÇAWIŞÊ PISPOR Ê TACÎZKAR HATE BERDAN
 
Dadgehê, biryara xwe ya navberê eşkere nekir, daxwaza midaxilbûnê ya OHD û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê red kir, ji bo faîl bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da û danişîna din taloqî 1’ê sibata 2024’an kir. 
 
DERHEQÊ BÛYERÊ DE
 
Çawişê pisporê bi navê Eyûp K. li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê peywirdar bû. Xwe weke endezyar da nasîn û bi hinceta pirsîna navnîşanê 4 zarok li wesayîta xwe siwar kir û tacîz kir. Zarok A.D. (18) û H.O. (18) û du zarokên din ku dema bûyer qewimî hêj zarok bûn ku di navbera çile-nîsana 2023’yan de di dem û cihên cuda de rastî tacîzê hatibûn, bûyer bi mamosteyên xwe re parve kirin. Zarokan, piştre jî bûyer bi malbatên xwe re parve kirin û gilî kirin. Li ser vê yekê derheqê çawişê pispor Eyûp K. de lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya wî da û hate girtin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di çarçoveya sûcên “Hîle kiriye û ji bo têkiliya zayendî zarok ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokan” de îdianame amade kir û xwest 20 sal ceza lê were birîn.
 

Sernavên din

02/11/2023
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin