Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin

  • rojane
  • 09:03 2 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Arîf Îpek destnîşan kir ku li Amedê ji bo mexdûrên erdhejê ji hêla TOKÎ’yê ve nêzî 6 hezar û nîv avahî tên çêkirin ku heta niha sedî 60 amade kirine û wiha got: “Em bifikarin ku hê çêkirina avahiyan neqede malbatan bibin li wir cih bikin û mexdûriyeteke nû çêbikin.”
 
Bajarê Amedê ku piştî erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû, weke “Qada Afetê” hat ragihandin û xesarek mezin ji erdhejê girt. Di encama vê erdhejê de tespîtên xesarê hatin destpêkirin û li gor saziyên fermî yên dewletê ku di meha tebaxê de eşkere kirine, 5 hezar û 459 avahî pir xesardîtî ne. Her wiha li gorî daneyên Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ku wan jî di meha tebaxê de weşandiye, 3 hezar û 252 avahî pirxesardîtî, 2 hezar û 828 avahî nîvxesardîtî û 32 hezar û 652 avahî jî weke kêmxesardîtî hatiye tespîtkirin. Piştî van tespîtan hilweşandina avahiyên pirxesardîtî hatin destpêkirin û bi hezaran malbat bi pirsgirêka hêwirînê re rû bi rû man. TOKÎ’yê jî, ji bo van malbatan soza çêkirina 18 hezar xanî û 3 hezar xaniyên li gund da û hat destnîşan kirin ku dest bi çêkirina van avahiyan hatiye kirin. Lê hat zanîn ku heta niha tenê dest bi çêkirina nêzî 6 hezar û nîv avahiyan kirine û ev avahî jî hêj nehatine qedandin. 
 
Arîf Îpek
 
Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Arîf Îpek têkildarî avahiyên ku ji hêla TOKÎ’yê ve ji bo mexdûrên erdhejê tên çêkirin ji ajansa me re axivî. 
 
SOZA 18 HEZAR XANIYAN HATIYE DAYÎN
 
Îpek anî ziman ku li gorî rapora wan a TMMOB'ê piştî tesbîtkirina xesaran nêzî 20 hezar xanî hewce ne. Îpek bi bîr xist ku hikûmetê soz dabû ku wê 18 hezar xaniyan bi rêya TOKÎ’yê ava bikin. Îpek destnîşan kir ku niha li Gundê Hebeşî yê bi ser navçeya navendî ya Rezana Amedê ve niha înşaeta 6 hezar û 40 xaniyan didome û wiha got: “Em wisa difikirin ku hejmara giştî ya xaniyên li navçe û gundan jî tên çêkirin di nav de nêzî 6 hezar û nîv e. Bi rastî çêkirina van xaniyan piştî erdhejê yekser dest pê kir, lê prosedur, plansazkirin û raporên lêkolîna erdê piştî dest pê kirina çêkirina avahiyan hatin kirin.”
 
‘DIBE KU MALBATAN BIBIN LI AVAHIYÊN NEQEDIYAYÎ BI CIH BIKIN’
 
Îpek diyar kir ku li gorî agahiyên wan bi dest xistine, avahiyên li Hebeşiyê tên çêkirin niha ji sedî 60 hatine amadekirin. Îpek anî ziman ku peywira wan heye ku van avahiyan di dawiya meha mijdar an jî kanûnê de radest bikin û zextek wiha li ser fîrmaya ku îhale hilgirtiye, heye. Îpek got ku lê li gorî encamên wan ne pêkan e ku di wextê dixwazin de radest bikin û ev tişt anî ziman: “Di heman demê de em bi fikarin ku ew malbatan li avahiyên neqediyayî bi cîh bikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê merasîma radestkirina mifteyê berî bidawîbûnê were kirin û piştre dê çêkirina van avahiyan bidomin. Ev bi serê xwe dê bibe sedema pirsgirêkên nû. Em hêvî dikin ku mexdûriyetek nû dernekeve holê.”
 
‘WÊ AVAHIYÊN NÎVXESARDÎTÎ JÎ BÊN HILWEŞANDIN’
 
Îpek da zanîn ku li gorî daxuyaniya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya wê demê, hate gotin ku avahiyên ku nîvxesardîtî jî dê werin hilweşandin. Îpek anî ziman ku bi hilweşandina wan avahiyên nîvxesar, hewcedariya nêzîkî 40 hezar xaniyan dê çêbibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi qasî ku em dibînin niha hilweşandina avahiyên ku pirxesardîtî ne, dest pê kiriye. Ji ber ku ev xebatên hilweşandinê ji aliyê qeymeqamtî û walîtiyê ve tên kirin, em nikarin agahiyên zelal li ser vê yekê bigirin.”
 
‘DIXWAZIN TMMOB’Ê JI PÊVAJOYA ÇÊKIRINA AVAHIYAN DÛR BIXIN’
 
Îpek diyar kir ku berê dema projeyên çêkirina avahiyan dihatin amadekirin ji TMMOB’ê destûr dihat xwestin û got ku ew vê xizmetê hîn jî weke xizmeta gel didomînin. Îpek destnîşan kir ku di van 10 salên dawî de bi taybetî ji ber helwesta hikûmetê ya li hemberî TMMOB'ê hewl tê dayîn TMMOB ji van pêvajoyan bê dûrxistin û wiha domand: “Di lêkolînên me yên ewil de li ser avahiyên ku pirxesardîtî û hilweşiyane, em dibînin ku piraniya van avahiyan neqanûnî ne, lê zêdekirin hatine kirin û hin ji wan jî qaçax in. Em dibînin ku avahiyên ku karûbarên endezyariyê yên baş wergirtine, sax dimînin. Di vî warî de hat dîtin ku ev xizmeta TMMOB'ê çiqasî girîng e.”
 
‘LI DIJÎ ASBESTÊ TEVDÎR NAYÊN GIRTIN’
 
Îpek bal kişand ser hilweşadina avahiyên pirxesardîtî yên li bajêr û da zanîn ku hilweşandina avahiyan bi awayekî rêkûpêk nayê kirin û tu tevdîrên li dijî asbestê nayê girtin. Îpek diyar kir ku di warê negirtina tevdîrên ewlekariyê yên ji bo kesên ku hilweşînê dikin de jî pirsgirêkên micid hene. Îpek anî ziman ku der barê vê mijarê de wan serlêdanên xwe ji rayedarên pêwîst re kirine û ew li bendê ne ku tevdîr bên girtin. Îpek wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di salên derbasbûyî de li Licê projeyek TOKÎ’yê hat çêkirin. Dema derket holê ku ev proje li ser xeteke erdhejê hatiye çêkirin, yekser hat rawestandin. Ji bo ku rewşên wiha neyên jiyîn, divê pêvajoya plansaziyê pir baş bê kirin. Avakirinek rast, tenduristiya mirovan diparêze. Ji ber vê yekê pêkanîna karûbarên endezyariyê bi rastî jî gelek girîng e. Ji ber vê yekê jî divê di serdemên nû de nêrînên saziyên sivîl ên wekî TMMOB'ê bên girtin û di pêvajoya biryardayînê de ev sazî jî xwedê rol bin. Ji ber ku TMMOB ji bo tevahî gel saziyek girîng e û me di erdhejê de careke din girîngiya TMMOB’ê ya ji bo tenduristiya gel dît.”
 
MA / Bazîd Evren - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

02/11/2023
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin