'Divê qanûna sansurê bê betalkirin'

  • rojane
  • 09:09 5 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan ji bo betalkirina "qanûna sansurê" ku dê AYM di 8'ê mijdarê de biryara xwe eşkere bike bang kirin, gotin ku bi vê qanûnê mafê nûçewergirtinê yê gel tê astengkirin. 
 
"Qanûna Têkoşîna Li Dijî Dezenformasyonê" ku wekî qanûna sansurê" tê binavkirin, di 13'ê cotmeha 2022'yan de li Meclisê hat qebûlkirin. Ji ber vê qanûnê herî dawî rojnamevan Tolga Şardan hat girtin. Ev qanûna ku di dema erdhejê de ji bo sînordarkirina rojnamevanan hat çêkirin, xala wê ya 29'an ku ji salekê heya 3 salan cezayê girtîgehê di xwe de dihewîne, ji zûde ye cihê nîqaşê ye. 
 
Piştî qanûna navborî di rojnameya fermî de hatibû belavkirin, CHP'ê ji bo betalkirina wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM dê di 8'ê mijdarê de biryara xwe ya ji bo vê serlêdanê eşkere bike. 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Hevdîroketorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqî (MLS) Veysel Ok qanûna navborî nirxand. 
 
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan
 
‘PÊŞÎ LI BER MAFÊ NÛÇEWERGIRTINÊ HAT GIRTIN'
 
Altan bibîr xist ku gava ev qanûn bûbû rojev wan bi xwe hişyar kiribû ku dê di warê azadiya fikr û ramanê de gelek pirsgirêk rû bidin û got: "Me qîma xwe tenê bi hişyariyê neanîbû. Me diyar kiribû ku dê pêşî li ber mafê nûçewergirtinê jî bê girtin. Bi rastî jî ev yek pêk hat." 
 
Altan destnîşan kir ku bi vî awayî ji rojnamevanan re tê gotin ku "hûn nikarin nûçeyên rast çêbikin". Altan wiha domand: "Ger hûn agahiyên şaş belav bikin, ev yek dê wekî lêpirsîn, doz û binpêkirina azadiya we li we vegere. Jixwe em vê di pratîkê de dibînin. Herî dawî hevalê me rojnamevan Tolga Şardan hat girtin."
 
‘HEWL DIDIN ROJNAMEVANIYÊ TUNE BIKIN'
 
Altan destnîşan kir ku desthilata heyî hewl dide ku rojnamevaniyê tune bike û got: "Êdî ne tenê rojnanevan, dixwazin tevahiay civakê çavtirsandî bikin. Armanc jî ew e ku xwe bi her awayî biparêzin, ser xirabiyên xwe bigirin û nehêlin kirinên wan ji aliyê raya giştî ve bên zanîn. Rojnamevanên vê yekê eşkere dikin jî digirin û bi vî awayî dixwazin tevahiya civakê çavtirsandî bikin." 
 
Altan bang kir ku divê AYM vê qanûnê betal bike û got ku ger neyê betalkirin dê bi vê gelek tiştên xirab bên kirin. 
 
Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok
 
'ŞÛRÊ DEMOKLES'
 
Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok jî destnîşan kir ku "Qanûna Dezenformasyonê' wekî "şûrê Demokles" li ser serê rojnamevanan tê bikaranîn. Ok bilêv kir ku ev sererastkirina qanûnî herî zêde di dema erdhejê de hat bikaranîn û bal kişand ser astengkirina rojnamevanan û binçavkirina rojnamevan Tolga Şardan û Cengîz Erdînç. 
 
Ok bilêv kir ku ev qanûn li dijî xala azadiya fikr û ramanê ya AYM'ê ye û got: "Lewma gava em bala xwe bidin biryarên AYM'ê yên berê yên der barê rojnamevaniyê de, divê AYM bê qanûnê betal bike. Ger paşperdeyeke wi ya polîtîk tune be û AYM li gor îçtihadên xwe yên berê tevbigere, ev yek li dijî AYM'ê ye. Desthilat naxwaze ji xeynî wê tu kes der barê bûyerên civakî de agahiyan belav bike." 
 
Ok, da zanîn ku wan wekî MLSA ji bo betalkirina vê qanûnê nameyek ji AYM'ê re şandiye. 
 
MA / Mujdat Can 
 
 
 

Sernavên din

09/11/2023
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da