'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'

  • rojane
  • 09:01 7 Mijdar 2023
  • |
img
RIHA - Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivîn bi lêv kirin ku şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi fikir û ramanên Ocalan dikare bê çareserkirin û gotin: “Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e.”
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Zêdetirî 32 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê nayên girtin. Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê bi Abdullah Ocalan re bê çareserkirin di 28’ê cotmehê de li Stenbolê ji aliyê 78 kesên ku di nav wan de siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û hunermend jî hene banga aştiyê hat kirin. Piştî Stenbolê li Amedê jî nêzî 200 rêxistinên siyasî û sivîl bi sernavê “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” di 29’ê cotmehê de deklarasyonek eşkere kirin û banga aştî û azadiyê kirin. Nûnerên saziyên ku deklarasyonê îmze kirine, dan zanîn ku ji bo aştî û azadiyê divê demildest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Hate diyarkirin ku piştî deklerasyonan ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin di rojên pêş de çalakiyên cûr bi cûr wê bên li darxistin. 
 
Dayikên Aştiyê yên Rihayê ku tekildarî deklarasyon û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivîn, bi lêv kirin ku şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan dikare bê çareserkirin. 
 
'ÇARESERÎ FIKIR Û RAMANÊN OCALAN E'
 
Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz (53) bi lêv kir ku sedema şerê li Rojhilata Navîn berjewendiyên dewletên serdest in û wiha got: “Niha hem li Kurdistanê hem jî li hemû Rojhilata Navîn şerekî qirêj heye. Tiliya dewletên serdest jî di nava vê xwînê de heye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyek daniye. Heke birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe hemû Rojhilata Navîn wê azad bibe. Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Em jî weke dayikên aştiyê ji bo hemû Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin.”
 
Korkmaz destnîşan kir ku ji bo tecrîd bê rakirin divê gel di nava hewldanê de be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan azad bibe û were nava me. Ji bo ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin divê gel serê xwe rake. Heke gel rola xwe bilîze em dikarin vê tecrîdê bişikînin û azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk were.”
 
‘HETA TECRÎD BERDEWAM BIKE AŞTÎ NE PÊKAN E’
 
Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz (55) jî bal kişand ser şerê li Kurdistan û Filistînê û ev tişt gotin: “Beriya Filistînê li Rojava gelek sivîl hatin qetilkirin û binesaziya herême hat bombebaran kirin. Lê hemû dinya li dijî vî şerî ker bû. Niha jî li Filistinê bi heman awayî şer heye. Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareser kirin. Birêz Ocalan jî ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn her tim qala çareserî û aştiyê kir. Divê fikir û ramanên birêz Ocalan bên guhdar kirin û pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin. Heke bi birêz Ocalan re li ser maseyê bê rûniştin, ev şer dikare bê sekinandin. Birêz Ocalan Serokê kurdan e. Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û rêya siyasetê bê vekirin. Ev şer jî wê bisekine û tu dayik jî nagirîn. Bila dayik jî li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Heke tecrîd rabe aştî dê pêk were lê heta ev tecrîd berdewam bike aştî ne pekan e.” 
 
'DIVÊ GEL DENGÊ XWE BILIND BIKE'
 
Dayika Aştiyê Adalet Çay (64) jî anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bingeha hemû pirsgirêkên civakî ye û wiha pê dê çû: “32 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev tecrîd bandorê li ser dayik, ciwan û hemû civakê dike. Em dixwazin rojek beriya rojekê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were. Heke bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk were aştî û aramî dê were li vî welatî. Heke tecrîd rabe ev şer jî wê bê sekinandin. Em jî weke dayikên aştiyê dixwazin bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were û ev xwîn bê sekinandin. Niha li hemû Rojhilata Navîn xwîn dirije em weke dayikan şer naxwazin.”
 
Di dawiya axaftina xwe de Çay diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê gel dengê xwe bilind bike û ev bang li gel kir: “Ne malbat ne jî parêzer nikarin bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Li gor qanûnên wan jî divê birêz Ocalan ji malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Qanûnên xwe jî bin pê dikin. Heta bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neyê û ev tecrîd neyê rakirin tu aştî jî pêk nayê. Ji bo rakirina tecrîde divê gel di nava hewldanan de be û li kolanan daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan bikin.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

08/11/2023
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû