Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be

  • rojane
  • 10:26 9 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Welatiyên Wanê  ji bo “Meşa Azadiyê” banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: "Em dixwazin Ocalan û hemû girtiyên din di nav me de bin. Em ê di 18’ê mijdarê de li qadan bin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê di 18'ê mijdarê de ber bi Gemlîk a Bursayê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Di çarçoveya amadekariyên meşê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û civînên gel tên lidarxistin. Welatiyên duh li Wanê tev li civîna gel bûn, têkildarî meşê û girîngiya wê axivîn.
 
‘DEWLET JI OCALAN DITIRSE’
 
Welatiyê bi navê Orhan Hasan destnîşan kir ku gelê kurd bi salan e rastî polîtîkayên zext û zilmê tê û diyar kir ku gelên ji bo Filîstînê rabûne ser piyan, dema mijar dibe kurd û Rojava kerr û lal dibin. Orhan, diyar kir ku dewlet ji Ocalan ditirse û ji ber vê yekê tecrîdê giran dike. Orhan, wiha dom kir: "Dewlet ditirse lewma nahêle hevdîtin bên kirin. Ji tiştên dê Ocalan bibêje ditirse.  Ji bo ku ev polîtîka werin rawestandin ne tenê ber bi Gemlîkê ve, divê meşên ji bo her cihekê werin rêxistinkirin. Divê gelê kurd bi her awayî bertekên xwe nîşan bide. Heke îro kesek ji bo ku bibe dengê min ewqas zilm dabe ber çavê xwe divê ez jî bibim dengê wî. Divê meş werin zêdekirin, bertek werin bilindkirin.”
 
’EM Ê DI 18’Ê MIJDARÊ DE LI QADAN BIN’
 
Têkildarî mijarê Abdurrahman Balban jî anî ziman ku cihê tecrîdê ne di hiqûqê de ne jî di olê de heye û da zanîn ku polîtîkayên desthilat dide meşandin ne exlaqî ne jî wijdanî ne. Balban, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di olê de zilm nîne lê belê di ola ku van ava kiriye de hemû tiştan didin jiyîn. Heqaret, zilm, îşkence, qetilkirin heye. Ma oleke wiha dibe? Di ola wan avakirî de ji bilî heqaret û zilmê tiştek nîne. Divê tevahiya kurdan bibe yek û tecrîdê bişkîne. Divê her kesê ku dibêje ez mirov im dengê xwe derbixe. Ji ber vê yekê divê her kesek tev li meşe bibe. Divê her kesekê ji xwe re dibêje ez kurd im, di 18’ê mijdarê de li qadan be.”
 
‘JI TECRÎD Û ZILMÊ RE ÊDÎ BES E’
 
Abdulkerim Yildirim Çakar jî destnîşan kir ku heya gelê kurd nebe yek, dê ev polîtîkayên tecrîd û şer berdewam bikin û ev tişt anî ziman: “Ji bo tecrîd were şikandin, divê her kesek li qadan çalakiyên protestoyan bide destpêkirin. Êdî em dixwazin Ocalan azad be. Her ku gel bêdeng be, dê ev bêhiqûqî, bêedaletî û tecrîd berdewam bike. Parlamenterên me tên girtin, qeyûma tayînî şaredariyên me dikin, derî qanûnî çi hebe tê kirin. Em dê bi yekitî û hevrabûnê vê tecrîdê bişkînin. Êdî em vê zilmê naxwazin û çi hewce be em ê bikin.”
 
‘DIVÊ OCALAN ÊDÎ NAV ME DE BE'
 
Ji welatiyan Dûriye Sabay jî bilêv kir ku divê êdî Abullah Ocalan azad bibe û wiha got: "Heya ku Ocalan azad nebe, ne civak ne jî jin dê azad bibin. Azadiya Ocalan tê wateya azadiya her kesî. Em dixwazin êdî Ocalan jî girtiyên din jî di nava xwe de bibînin. Ji 7 salî heya 70’ê salî divê her kes di 18’ê mijdarê de tev li meşe bibe. Em ê aştî û demokrasiyê di 18’ê mijdarê de ava bikin. Bijî azadî.”
 
BANGA MEŞÊ
 
Ahmet Dînç jî got ku tecrîd belavî tevahiya civakê bûye û axaftina xwe wiha qedand: "Ev dewlet, gelê kurd weke dijminê xwe yê herî mezin dibîne. Çima li dijî Ocalan tecrîd tê meşandin? Ocalan rêberê gelekî ye û bi salan e di bin tecrîdê de tê ragirtin. Divê her kesek li cihê lê ye dengê xwe derxîne û tev li meşê bibe.”

Sernavên din

10/11/2023
17:50 Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin
16:13 Rojnameger Kizmaz hate berdan
16:09 Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye
15:20 Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe
15:19 Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir
15:11 Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
14:01 DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe
13:23 Ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin
13:05 Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin
12:30 Eren: Ji ber ku guh nedan kurdan, li dijî darazê hewldana darbeyê heye
12:29 Parêzer ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan
11:41 Cemal Tanhan ê tedawiya wî berdewam dike êdî nikare biaxive
11:40 Malbata Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:13 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê didomin: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
11:12 Dadgehê têkildarî rojnamevan Arslan biryara xwe ya bi hincet aşkere kir
11:09 Erdogan: Yên ku pesnê AYM’ê didin xeletiyê dikin
10:24 17 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:23 Parêzer Yureklî: Biryara NY’ê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir krîtîk e
10:21 Ji bo ku kolandin li Newala Qesaba bê destpêkirin bang li şahidên wê demê kir
09:53 Li Girtîgeha Ewlehiyê berdana 7 girtiyan hate astengkirin
09:32 Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin
09:05 Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê girtî nayên dermankirin
09:03 HEDEP'a Stenbolê dê kongreya xwe li dar bixe: Armanc xurtkirina hêviyê ye
09:02 Amadekariyên 18'ê mijdarê: Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e
09:01 Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN
07:51 9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan
09/11/2023
22:50 Ayzît piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:52 Ji OGK’ê banga 25’ê mijdarê: Têkoşîn berdewam e
21:10 Têkildarî êrişa li KNK'ê 2 kes hatin binçavkirin
20:42 Doza Kobanê: Şahid îfadeyên hev pûç dikin
19:22 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Darmstadtê kon hat danîn
19:09 HEDEP'ê li Şax û Miksê çû serdana dikandaran
16:10 Ji Gulistan Dokûyê 1405 roj in agahî nayê girtin: Dosya dê jinûve bê lêkolîkirin
16:05 Di kuştina welatiyê suryan de binçavkirî neman: Banga 'Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar'
16:04 Di doza Esra Y. de qeyda wekîltiyê ya parêzeran hate jêbirin
15:49 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hate taloqkirin
15:38 Rojnameger Celalettîn Yalçin hate girtin
15:36 Doza TJA’yê: TEM’a Enqereyê bêyî biryara dozgeriyê qeydên HTS’ê xwestine
15:25 Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin
15:18 Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hate kirin
15:17 Serokwekîlê Meclisê Onder: Hewldana darbeyê ye, ez ê biryarê nexwînim
15:06 Dadgehê biryar da ku rewşa ‘taloqkirina înfazê’ ya ji bo Ozkan bidome
14:57 Danasîna pirtûka siyasetmedarê kurd Alinak sûc hate hesibandin
14:40 Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da
14:04 Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir
13:57 Kubîlay: Biryara Dadgeha Bilind darbe ye
13:56 Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê