Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye

  • rojane
  • 09:06 11 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Ji îmzevanên deklarasyona "Banga Aştiyê" nivîskar Pakrat Estûkyan diyar kir ku meseleya kurd dê bi polîtîkayên qirkirinê nedome û got ku deklarasyon ji bo çareseriyê gaveke girîng e, lê bi tena serê xwe têr nake. 
 
Li Stenbolê siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan jî di nav de 78 kesan ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, di 28'ê cotmehê de deklarasyona "Banga Aştiyê" belav kirin. Di deklarasyonê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. 
 
Ji îmzevanên deklerasyonê Pakrat Estûkyan têkildarî naverok û armanca deklarasyonê axivî. 
 
'PÊDIVÎ BI WÊ VÎNÊ HEYE KU JI ŞER RE BÊJE NA'
 
Estûkyan anî ziman ku piştî belavbûna Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê cîhana nû li ser diyardeya şer dirûv girtiye û got ku ev diyarde îro ro li seranserê cîhanê hatiye sepandin. Estûkyan destnîşan kir ku lewma hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserê cîhanê pêvajoya ew pêvajo ye ku pêdivî bi aştiyê heye û got: "Ji lew re her diçe li herêmên cuda yên cîhanê atmosfera şer êdî veguheriye şerê fiîlî. Di vê atmosfera şerî de pêdivî bi wê vînê heye ku ji şer re bêje na." 
 
'HER KES NE TIRK E'
 
Estûkyan bilêv kir ku meseleya kurd a li Tirkiyeyê didome wekî berdewama feraseteke ku li ser esasên tirkparêziyê hatiye avakirin derketiye meydanê û wiha pê de çû: "Wekî hûn dizanin li Tirkiyeyê hevokeke qalibî ya 'yekpareyiya milet û dewletê ya nayê dabeşkirin' heye. Li vir qesda ji miletê ew e ku hemû etnîsîteyan li dor nasnameya nijadî ya tirk bi yek bikin. Ger di nava milet de yek jê bêje 'ez kurd im, çerkez im, laz im, ermenî me' hema bibêje derz li nava milet dikeve. Ev rastî ne. Ên dibêjin 'ez tirk im' kêfxweş dibin, lê her kes ne tirk e. Dê çawa be? Axirê Komara Tirkiyeyê bakiyeya împaratoriyeke pirneteweyî ye. Împaratoriya ku gelek nasnameyên neteweyî di bin banê wê de bûn rûxiya û ji wê kavilê komareke nû hat avakirin, lê vê carê form hat guherandin û gotin ku 'em netew-dewletê ava dikin û ya em dikin avakirina dewleteke neteweyî ye.' Gava hat pirsîn netew kî ne, gotin 'Kêfxweş im ku ez tirk im.' Yanî ên bêjin 'ez tirk im' pareke wê neteweyê ye, lê na gava hûn bibêjin 'ez arnavût im, kurd im, laz im' hûn ê li derî neteweyî bimînin." 
 
TEVGERA AZADIYÊ
 
Estûkyan destnîşan kir ku sedema neçareserkirina meseleya kurd ji ber serdestiya aqilê damezrîner ê komarê ye û di vî warî de ji bo berbiçavkirina meseleyê îşaret bi rola Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Estûkyan anî ziman ku piştî ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd veguheriye têkoşîna çekdarî hayjêhebûnek çêbûye û got: "Em ketin pêvajoyeke wiha ku tiştekî ku biçûk dihat xuyakirin êdî hatiye asta ku nayê nixumdin. Lê her çû bedêlên vê pêvajoyê giran bûn. Ev hem ji bo yên têkoşîna azadiyê bi rê ve dibin hem jî ji bo yên hewl didin wê bitepisînin. Di vê rewşê de feraseta aqilê slîm tim îşaret bi muzakereyê kir, lê bi awayekî sîstematîk ji vê muzakereyê reviyan. Ji lew re di kevneşopiyê de muzakere tune ye. Di kevneşopiyê de darê zorê û çokşikandin heye. Û bijarteyên Komara Tirkiyeyê jî bûn dilsozê vê kevneşopiyê. Bi salan wê têkoşîna çekdarî biçûk dîtin. Gotin 'Çend eşqiyayên li çiyayan,' 'Dê vê zivistanê dawî li wan bê, dê vê havînê dawî li wan bê' lê kirin nekirin ne ew zivistan qediyan ne jî havîn." 
 
GIRTÎGEH
 
Estûkyan bilêv kir ku hêleke herî girîng ên atmosfera zextan a li Tirkiyeyê tecrîda li ser girtiyan e û got: "Di her platformê de dengê girtiyan tê tepisandin. Bêhiqûqîtî bi sepaneke ku xwe spartiye desthilatê, heya ji destê tê tê domandin. Mirovên ku divê ne di girtîgehan de bin, bi wê bêhiqûqîtiyê hê jî di girtîgehan de ne. Mesela Gultan Kişanak, çendî 7 salên xwe temam kirine jî nayê berdan. Her wiha Can Atalay, piştî wekî parlementer hat hilbijartin, diviyabû bihata berdan, lê hê mehkûmiyeta wî hê jî didome. HÛn dibêjin 'azadî', lê yê li hember te dibêje 'a tu terorîst î?' Em dibînin ku ev berevajîkirina veguheriye feraseteke gerdûnî û li gelek cihan ev tişt tê kirin." 
 
'TECRÎD ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞ ÇARESERIYÊ YE'
 
Estûkyan destnîşan kir ku di rewşa heyî de ne pêkan e ku meseleya kurd bi polîtîkayên çewisîner û qirkirinê bê domandin û ji bo çareseriyê îşaret bi rêya muzakereyê kir. Estûkyan bilêv kir ku di çareserkirina meseleya kurd de rêya muzakereyê tê wateya ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê rakirin û got: "Tecrîd astengiya herî mezin a li pêş çareseriyê ye. Heya tecrîd hebe, em ê nikaribin behsa pêvajoya çareseriyê û diyalogê bikin." 
 
Estûkyan anî ziman ku deklarasyona "Banga Aştiyê" di warê çareserkirina meseleya kurd gaveke girîng e, lê bi tena serê xwe têr nake û got ku di dewama wê de divê rêyeke berdewamiyî esas bê girtin. Estûkyan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu deklarasyon û daxuyanî nikarin bi tena serê xwe tiştekî biguherînin. Di vir de tişta girîng ew e ku mirov israrker be." 
 
MA/ Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

14/11/2023
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye
19:19 Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
18:45 Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir