Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin

  • rojane
  • 15:31 16 Mijdar 2023
  • |
img
EDENE - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê bi rojnamegeran re civiya û têkildarî berdana kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast wiha got: “Wijdana me tevan diêşe. Em ji malbata wî û ji civaka ermen lêborîna xwe dixwazin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari ji bo çendek hevdîtinan hate Edeneyê. Hatîmogûllari, li vir bi rojnamegeran re civiya. Civîn, li hotêleke bajar hate lidarxistin û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş û Cîgira Hevserokê ji Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî Berpirsyar Sevtap Akdag jî tev li civînê bûn. 
 
Hatîmogûllari di civînê de bal kişand ser rewşa çapemeniyê û wiha got: “Di vê serdemê de li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê, zextên li ser çapemeniyê zêde bûn. Çapemenî yekedestîkirin. Piştevaniya bi çapemeniya herêmî re hate kêmkirin. Hewl didin dengê Çapemeniya Azad qut bikin. Ne tenê RTUK û sepana sansurê, îktîdar bi rêya polîtîkayên xwe rê li ber sansûreke mezin vedike. Bi vê yekê re mafê agahîgirtinê yê gel asteng dike. Civakeke çapemeniya wê ne azad nikare qala azadî û demokrasiyê bike.”
 
‘EM JI CIVAKA ERMENAN LÊBORÎNÊ DIXWAZIN’ 
 
Têkildarî berdana kujerê Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Ogun Samast jî Hatîmogûllari wiha got: “Li vî welatî pirsgirêka kurd heye ku pirsgirêkeke giran e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê banga konferansê hatibû kirin. Dînk jî di vê hewldana Konferansa Aştiyê ya Tirkiyeyê de cih girt. Me nekarî wî biparêzin. Ji ber vê yekê wijdana me tevan diêşe û bêhizûr in. Em ji malbata wî, ji civaka ermenan lêborînê dixwazin. Em vê biryarê weke berhema krîza di navbera AYM û Dadgeha Bilind de dibînin.” 
 
HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
 
Hatîmogûllari, bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adarê de û wiha pê de çû: “Me piştî hilbijartinên giştî muhasebeya xwe kir. Me di hilbijartinên gulanê de namzet dernexist û piştgirî da birêz Kiliçdaroglû. Me xwest îktîdar biguhere. Ev daxwaza me û rexneyên me yên ji bo îktîdarê neguherîne. Pêdiviya vî welatî bi xeteke sosyal demokrat heye. Hilbijartinên gulanê nîşanî me dan ku ev xet bi teqlîdê ava nabe. Ez yek ji wan im ku bawer nakim Erdogan bi ser ketibe. Lê weke muxalefet me nekarî rê li ber bigirin. Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî me biryar da ku li cihên em yekemîn û duyemîn derketine bi namzetê xwe bikevin hilbijartinê. Di vê mijarê de daxwazeke zelal a gelê me ji me çêbû. Em ê tu tifaqeke ku HEDEP nayê dîtin de cih negirin. Li rojava dê deriyê me ji tifaqan re girtî nebin. Lê heke ev tifaq bi eşkereyî bên kirin dê tev li bibin. Em ê nêzikatiya ‘bila HDP deng bide me lê li kêlekê rûne’ bi tu awayî qebûl nekin.” 
 
REJÎMA QEYÛM
 
Hatîmogûllari, qala tayînkirina qeyûman li şaredariyên Kurdistanê kir û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî qeyûm veguherî rejîmê. Îktîdarê di mijara qeyûman de li ser şaredariyên HDP’î staja xwe kir. Niha jî li zanîngehên rêveberiya wê naecibîne qeyûman tayîn dike. Em ê nehêlin mafê bijartin û hilbijartinê yê gel binpê bikin. Em ê hem şaredariyên ku me bi dengekî kêm winda kirin bi dest bixin, hem jî şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bistînin. Em ê li hemû herêman namzetên hevşaredariyê û endamên meclisê pêşhilbijartinekê diyar bikin. komîsyona me ya hilbijartinê niha xebatên vê bi hûr û kûr dimeşîne.” 
 
Civîn, bi bersivandina pirsên rojnamegeran bi dawî bû.
 

Sernavên din

17/11/2023
09:34 Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin
09:19 Li malbatên piştî qedexeya derketina derve alîkarî wergirtin lêpirsîn hat vekirin
09:17 Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê!
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
09:11 Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke
09:06 'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin'
09:03 Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
01:37 Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
16/11/2023
20:29 Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
20:24 Li ser X’ê hastaga ‘#Öcalandan966GündürHaberYok'
19:18 Hatîmogûllari: Divê em tifaqa têkoşînê ava bikin û xwe birêxistin bikin
17:27 Li Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan
17:00 Qeyûmê Qersê zirara ji ber daxistina fiyetê ava vexwarinê derketî ji endamên meclisê xwest
16:50 Parêzer Safali hate definkirin: Erdal nirxê hemû civakê bû
16:33 Li Qoserê ji bo Meşa Azadiyê bang hate kirin
16:13 HEDEP’ê ji bo cînayeta Dînk daxwaza ‘civîna giştî’ kir
16:11 Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne
15:48 DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn
15:31 Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin
15:18 Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne!
11:40 Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin
11:34 Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin
11:34 Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin
11:13 Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin
10:44 Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû
09:34 Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin
09:19 Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin
09:17 Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da
09:16 Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
09:14 Li Şirnexê 8 sal in avahiyên welatiyan radestî wan nekirine
09:13 Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê
09:11 Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke
09:09 Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin
09:08 Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!
09:04 Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim
09:01 Qeyûmê Geverê şaredarî milyarek û 280 milyon TL di bin deyn de hiştiye
09:00 Malbata Ocalan ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Me pir bêriya wî kiriye
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2023'YAN
15/11/2023
23:44 Li navçeyên Stenbolê ji bo Meşa Gemlîkê civînên gel
22:21 'Wê hesap neyê dayîn" li Silopiyayê hat lîstin
22:12 Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan
21:15 Kapan piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
20:32 Bakirhan li Amedê ye: Divê hemû sazî di warê tecrîdê de hesas bin
19:29 Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê li hev civiyan
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd: Em ê berxwedana nivîskarên di zindanan de berbiçav bikin
16:47 Li Cizîrê civîna gel: Dem dema azadkirina Ocalan e
16:27 Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn: We serî netewand, me jî netewand
15:56 Li Pirsûsê salvegera tayînkirina qeyûm hat protestokirin
15:56 Xwişk û birayên polîsan gef lê xwaribûn hatin berdan
15:47 Rojnameger Candemîr ji doza ‘agahiyên nerast parve dike’ beraet kir
15:41 Civînên ji bo ‘Meşa Azadiyê’: Rêya têkbirina tecrîdê berxwedan e
15:16 Li dijî baregeha Eyn Esedê bi droneyan êriş hate kirin
14:41 Ji kedkaran daxwaza ‘bûdçeya gel’
14:15 Bakirhan gazî AKP’ê kir: Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin
13:53 Li Rihayê jina ducanî hat qetilkirin
13:28 Ji nivîskarên girtî re kart û name hatin şandin: Rojên azad nêzîk in
13:16 Bakirhan li Misircê bi girseyî hat pêşwazîkirin: Divê her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite
12:57 Rêveberê rêxistina sûc Çakici gef li Gergerlîoglû xwar
12:38 Wezîr Tunç têkildarî serlêdanên şexsî daxuyanî da
11:58 Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide
11:44 Lîreyê tirk dihele: Euro bû 31.19 TL
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:28 Nivîskarên girtî vegotin: Nivîsandin, înada di têkoşînê de ye
10:26 Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê mirina bi guman
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
09:14 Edîtorê Rojnewsê: Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne
09:11 Qeyûmên Cizîrê 40 mal û milkên şaredariyê firotin
09:08 Parêzer Şen: AYM jî û Dadgeha Bilind jî şirîkên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê ne
09:06 Li Îranê darvekirin zêde dibin
09:04 Li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Manavgatê silavdayîna girtiyan hatiye qedexekirin!
09:01 ‘Divê Abdullah Ocalan bi awayeke fizîkî tev li pêvajoyê bibe’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'YAN
14/11/2023
22:01 Doza Kobanê: Dozger îfadeya şahidê veşarî dirêj kiriye
21:49 Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna bihevre rêbaz tune ye
21:19 Şahidê veşarî yê doza HDK'ê: Ez kesî nas nakim
19:04 Di 24 saliya xwe de hat girtin, di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:29 Danişîna doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:17 Xwendekaran li dijî zexta ‘sîxûrtiyê’ serî li ÎHD’ê dan
15:16 Ji bo dîmenên têkildarî mirina pitik Tevrîz vê carê jî gotin ‘kamera xerabe’ ye
15:07 Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin
14:55 Doza Kobanê: Xencera suîqestker di bin cubeyê dadger de hatiye veşartin
14:52 Doza 'Sê jinên azad' hat taloqkirin
14:20 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Rêya me rêya azadiyê ye
14:15 Dê ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî bên lidarxistin
13:20 Doza Aktar bi sedema ‘şandeya demkî’ hat taloqkirin
13:07 Bakirhan bang li Meclisê kir: Em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk amade ne
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:04 Îranê cezayê darvekirinê da du çalakgerên serhildana 'Jin jiyan azadî'
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn