Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû

  • rojane
  • 10:46 19 Mijdar 2023
  • |
img

AMED - Komeleya Alîgirên Amedsporê konferansa xwe li dar xist û rojeva sereke ya konferansê koçberî û bendîbûna tiryakê bû. Beşdarên konferansê diyar kirin ku dê li dijî her cureyên zextê xwedî li tîma xwe derkevin. 

 
Komeleya Alîgirên Amedsporê duh bi dirûşma “Alîgirên Amedsporê pêşerojê nîqaş dike”  konferansa xwe li dar xist. Ji rêveberî û komên alîgiran gelek kes tev li konferansê bûn. Ji bendîbûna tiryakê heta koçberiyê gelek mijar di konferansê de hatin nîqaşkirin. 
 
'DIXWAZIN CIWANAN APOLÎTÎK BIKIN’ 
 
Ji beşdarên konferansê û Serokê Amedsporê yê berê Metîn Kilavûz diyar kir ku kluba wan di qada sporê de mohra xwe li gelek tiştên ewil daye û wiha got: “Bawerim li Tirkiyeyê cara ewil e koma alîgiran ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan tê ba hev û konferansê li dar dixe. Ciwan tên ba hev û li ser pirsgirêkên girîng ên bajar diaxivin. Hewl didin çareseriyeke hevpar peyda bikin. Ev tiştekî girîng e. Pirsgirêka koçberiyê, birîneke xedar e. Niha di nava sihbeta gel a nava rojê de mijara herî zêde tê axaftin koçberiya derveyî welat e. Ev ne pirsgirêkeke niha ye, pirsgirêkeke sed salî ye. Girîng e ku ev mijar li Amedê were nîqaşkirin.” 
 
Bi domdarî Kilavuz ev tişt anî ziman: “Qada sporê bi sala ye li gorî feraseta tehekûmkar a modernîteya kapîtalîst tê birêvebirin. Em dizanin bê ka pergala futbolê çawa hatiye avakirin. Dema em lê dinêrin, hewl didin bi rêya futbolê ciwanan apolîtîk bikin. Alîgirên Amedsporê li Tirkiye û cîhanê gihiştiye astekî cuda. Sporê weke zimanê aştiyê bi kar tîne.” 
 
'EM TÊK NAÇIN’
 
Ji beşdaran Heval Çelîk jî diyar kir ku Amedspor di nava gelan de weke “Tîma neteweyî” tê dîtin û wiha got: “Hewl didin me têk bibin lê em têk naçin. Li dijî zilmê em ê li trîbûnan hev bigirin. Tevahiya van zextan faşîstane ne. Kurdbûn û navê me besî dike. Em ê li trîbûnan bi dengekî bilind li dijî faşîzmê derkevin. Amedspor heye û dê her hebe.”
 
CIVAKEKE ZANA, TRÎBÛNEKE ÇANDEYAR
 
Berdan Çelîk jî bertek nîşanî gotinên “xwişk-biratiyê” û destnîşan kir ku di her musabeqeyê de êrişên li dijî wan zêde dibin. Çelîk, wiha pê de çû: “Ev, xwişk-biratî nîne. Sekna me bi xweşiya wan naçe. Navê me bi kurdî ye û gelemperiya alîgirên me kurd in lewma faşîstiyê dikin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Tu zext nikarin me têk bibin. Polîtîkayên şerê taybet ên AKP-MHP’ê, polîtîkayên pişaftinê yên li dijî me her tim didomin. Hewl didin Amedsporê ji holê rakin. Hewl didin hemû navên bi kurdî yên li Kurdistanê ji holê rakin. Amedspor jî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bibe qada me ya berxwedanê. Dirûşma me jî ‘Civakeke zana, ciwanên ronak, trîbûnên çandeyar’ e.” 
 
‘ALÎGIR LI SER PÊYAN E’
 
Îlayda Kayar jî daxuyand ku tevî ewqas zext û qedexeyan jî tîma wan bi sala ye li ser pêya ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê tîma vî vajarî ye. Ev, tîma gel e. Bêguman Amedspor hêza xwe ji gel digire. Weke alîgir em her tim ser pêyan e. Alîgirên me berxwedêr in. Bi rastî jî em bi vê serfiraz in.” 
 
Têkildarî mijarê Hasan Kaya jî anî ziman ku ew zarokên Amedê ne û ji roja dayik bûne heta niha alîgiriya tîma xwe dikin. Kaya, axaftina xwe wiha qedand: “Amedspor, felsefeyeke. Şêweyeke jiyanê ye. Heta ku alîgirên me hebin dê Amedspor jî hebe. Ne 5-10 sal, dixwazin bila di tevahiya jiyana xwe de qedexeya deplasmanê bînin. Bila bizanin ku Amedspor li ku be, alîgirên wê li wir in. Tîma gel e, gel jî bi wan re ye. Em mîna malekê ne, deriyê me ji bo her kesî vekirî ye. Kî kengî bixwaze dikare bê komeleya me.” 
 

Sernavên din

20/11/2023
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe
09:34 Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin
09:19 Li malbatên piştî qedexeya derketina derve alîkarî wergirtin lêpirsîn hat vekirin
09:17 Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê!
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
09:11 Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke
09:06 'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin'
09:03 Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
01:37 Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin