STENBOL - Kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” didome. Di çarçoveya kampanyayê de gelek kesan îmze avêtin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û pêkhateyên wê, duh li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” dabû destpêkirin. Kampanya li ser "Change.org"ê hate vekirin.