Parêzerê Eser ê ku polîs ew kuşt: Cezayê heq kiribû nehat birîn

  • rojane
  • 09:04 2 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Parêzer Îshak Demîrel diyar kir ku polîsê ku ciwanê kurd Erhan Eser qetil kir, ji ber "taximê cilan" li xwe kiriye cezayê heq kiriye lê nehatiye birîn û got ku polîtîkayên bêcezakirinê didomin.
 
Hamdî Karaca ku di çarçoveya Cemaeta Gulenê de ji kar hat îxrackirin, di 28'ê Adara 2022'yan de bi îdiaya guh li îxtara "raweste" nekiriye ciwanê kurd Erhan Eser ê 23 salî kuştibû. Danişîna doza bi sûcê "kuştina biqestî" ya der barê polîs Karaca de ku di 29'ê Mijdarê de hat lidarxistin, heyeta dadgehê tevî raporên keşfê û krîmînalê jî bi sûcê "kuştina biqisûr" 7 sal û 6 meh ceza li Karaca birî. Bi hinceta “bandorên muhtemel ên li siberoja bersûc" cezayê wî hat kêmkirin û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.
 
Parêzerê Eser Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê Îshak Demîrel, danişîna dozê û biryara dadgehê nirxand û got ku ew ê serî dadgeha di ser ya navborî re bidin. 
 
LI BIN GIRTEKÊ ÎMZEYA POLÎSÊ BERSÛC
 
Demîrel da zanîn ku Eserê roja bûyerê hat kuştin û 4 hevalên wîli gor îdiaya polîsan “guh nedane îxtara rawestanê” û ji ber vê polîsan ew gulebaran kiriye. Demîrel bi bîr xist ku Eser di bûyerê de birîndar bûye û piştî ew rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û got ku 4 hevalên Eser tevî ku ne gumanbar bûne jî bi qasî 24 saetan di binçavan de mane û îfadeya wan bi vî rengî hatiye girtin. Demîrel destnîşan kir ku kiryar Karaca "rasterast" bandor li berhevkirina delîlan kiriye û wiha got: “Beriya her tiştî em di dema lêpirsînê de ne li wir bûn. Piştre em li ser daxwaza malbatê daxilî dosyeyê bûn. Di qonaxa lêpirsînê de, di hemû girtename û ewraqan de îmzeya polîsê bersûc heye. Wî bi xwe di lêpirsînê de delîl berhev kirine û rasterast bandor li lêpirsînê kiriye. Pêvajoya berhevkirina delîlan bi pêşengiya wî û hevalên wî hat meşandin. Di danişîna dozê de hevalên polîsên bersûc jî hatin guhdarkirin. Û wan îfadeyên ku bi tevahî hatibûn jiberkirin, rasterast îfadeyên kopîkirî dan." 
 
ÎFADEYÊN ŞAHIDAN ESAS NEHATIN GIRTIN
 
Demîrel diyar kir ku îfadeyên şahidên bûyerê nehatine girtin û wiha got: “Mînak tê îdiakirin ku polîsê bersûc beriya ku wesayitê guleberan bike, 3 gule berdane hewayê. Lê 4 ciwanên din jî dibêjin ku wan ev yek nebihîstiye. Bi rastî jî rewşeke wiha ya gulebaranê nîn e. Dibe ku ev yek bi awayekî plankirî hatibe kirin. Ev yek bi hemû polîsan dane ezberkirin."
 
RAPORÊN KEŞFÊ Û KRÎMÎNALÊ
 
Demîrel diyar kir ku her çendî bûyer wekî bûyereke "qesdî" hatibe dîtin jî polîs nehatine girtin û ev tişt gotin: “Yek derbek heye, rasterast ber bi ajokar ve hatiye berdan. Polîsê bersûc îdia kir ku wî her tim hewl daye ku bera tekerê pêşiyê bide. Paşê keşfek hat kirin. Di raporan de bi zelalî derket holê ku di dema keşfê de gule bera teker nedaye. Eşkere bû ku polîsê bersûc ne teker, lê rasterast Erhan Eser ê ku li cihê ajokarê otomobîlê bûye hedef girtiye. Ev hem ji hêla raporên krîmînalê hem jî ji aliyê raporên keşfê ve hatiye piştrastkirin." 
 
Demîrel anî ziman ku dozger tevî ku bûyer bi qesdî rasterast pêk hatiye jî bi "qesda muhtemel" mutalaa amade kiriye û wiha berdewam kir: "Me diyar kir ku bersûc polîsekî xwedî tecrûbe ye. Yanî nikare wekî welateiyekî jirêzê bê nirxandin. Ji ber vê me daxwaz kir ku divê ne 'qesda muhtemele' bi 'qesda rasterast' bê cezakirin û bê girtin. Helbet wê demê dozger bêyî ku daxwaza girtinê bike polîsê bersûc bi kontrola edlî serbest berda. Piştî danişîna biryarê me daxwaza girtinê kir, lê nehat qebûlkirin û bersûc hê jî li derve digere. Her wiha dozger piştre nêrîna xwe guhert û ji ber 'îhmalkariyê' ceza xwest. Dîsa li ser rapor û keşfên ku hatin kirin, me diyar kir ku bûyer ne 'îhmaleke bi zanebûnî' ye. Ev tu bandor li heyeta dadgehê nekir. Heyetê biryar da ku bersûc bi 'îhmalkariya bi zanebûnî' bê cezakirin. Her wiha dadgehê ji ber ku bersûc 'taximê cilan' li xwe kiribû ceza kêm kir û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza lê birî." 
 
‘CEZAYÊ HATIYE BIRÎN KÊM E'
 
Demîrel diyar kir ku cezayê ku li kiryar Karaca hatiye birîn têr nake û got ku ew ê li dijî biryarê serî li dadgeha di ser ya navborî re bidin. Demîrel da zanîn ku di pêvajoya dozê de ew hîn bûne ku Karaca ji ber sedemeke ne têkildarî pîşeya wî ji kar hatiye avêtin û got ku her çend ji kar hatibe avêtin wekî karmendê cemaweriyê bi hinceta "îhmalkarî"yê hatiye cezakirin. Demîrel diyar kir ku dibe ku dosye li dadgehên bilind bê betalkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê dozê de jî polîtîkaya bêcezakirinê berdewam kir. Xortê kurd Erhan Eser tenê 24 salî bû. Em di her danişînê de bûn şahidê êşa dê û bavên wî. Ji bo bersûc cezayê heq kiriye wergire, malbata wî ji destpêkê ve dozê şopand û derdê xwe li dadgehê got. Lê li vî dîwarî ket û car din vegeriya. Dîsa jî cezayê pêwîst nehat birîn. Heyeta dadgehê rabû cezayê bersûc kêm kir. Lê dê têkoşîna me ya li dijî vê polîtîkaya bêcezakirinê bidome. Ji bo bersûc cezayê ku heq kiriye wergire çi hewce be em ê bikin."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

04/12/2023
12:56 Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê diçe kongreyê
12:26 Saltik ê MHP’î gef li rojnameger Îdîl xwar
12:14 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
11:38 Li Tanzanyayê lêhî û hezîna axê: 47 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn
11:34 Berdevka HEDEP’ê Dogan: Meyla ku em li her devera Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş
11:12 Li Gemlîkê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
10:43 Girtî Atak: Divê gelê me xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve
10:26 Rêxistinên çapemeniyê: Ji bo 3 rojnamegerên girtî azadî
10:19 Rojnameger Gok ji ber pirtûka di salên 1800’î de hatiye nivîsandin tê darizandin!
10:11 Xwişka girtiyê di çalakiya grevê de: Êriş lê hate kirin, her derê wî reş û şîn e
09:54 Tanhan ê dema li ber mirinê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
09:29 Greva birçîbûnê di roja 8’an de didome
09:26 Ji edîtorê Rojnewsê 41 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Parêzerê ku polîs milê wî şikand serpêhatiya xwe vegot
09:11 ‘Em ê li ser sindoqan bersivê bidin kesên vîna gel nas nakin’
09:07 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê têkoşîn bê mezinkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2023'YAN
03/12/2023
20:03 HEDEP dê biryarên xwe yên pêvajoya hilbijartinê sibê aşkere bike
19:12 Şandeya jinan bi jinên endamên Partiya Komunîst re civiyan
18:43 Li Misircê 2 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
18:28 Ciwanên HEDEP’î bi lêdanê hatin binçavkirin
17:11 Ji girtiyên li dijî binpêkirinan derketin re cezayê hucreyê birîn
17:02 Amedspor li hemberî Kastamonu Sporê 1-2 têk çû
16:58 Li Kerboranê bi ser malan de hate girtin: Kesek hate binçavkirin
16:50 Hevserokên nû yên Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar bûn
16:42 Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan diyarî girtiyên nexweş hatin kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Edeneyê bi ciwanan re civiya
15:50 ‘Divê em xwedî li girtiyan derkevin û barê wan sivik bikin’
15:39 Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ‘Bazara Pevguhertinê’
15:30 Turk: Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye
Aydenîz: Heta tecrîd bi dawî nebe dê azadî neyê
15:03 Li Amedê agir bi otobûseke rêwiyan ket
14:59 Rewşa Makbûle Ozer dê sibe zelal bibe
14:58 Di wesayîta li Kerboranê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin de teqîn çêbû
14:48 Şîna Azad Satilmiş ê cenazeyê wî di qutiyê de hatibû dayîn bi girseyî hat ziyaretkirin
14:39 Rapora girtiyên nexweş: Rewşa wan giran dibe
13:42 Yuksekbag û Okali ên bi hev re hatibûn girtin piştî 30 salan bi hev re hatin berdan
13:32 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Parlamentoya Norveçê de ye: Divê CPT rapora xwe biweşîne
13:16 Hatîmogûllari: Divê kotaya îstîhdamê ya ji bo astgengdaran ji sedî 10 be
12:25 Hejmara 3’yan a Bûltena Tecrîdê derket
12:01 Li Mûşê bi ser malan de hate girtin
11:55 OHD: Tecrîdê bi dawî bikin, daxwazên girtiyan bi cih bînin
11:12 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Yên ku çavkaniya wan heqîqet, tune nabin
10:51 Ji bo 3 rojnamegerên girtî dê li 3 bajaran daxuyanî bên dayîn
10:46 MYK’a HEDEP’ê bi rojevên girîng civiya
10:39 Ji edîtorê Rojnewsê Ehmed 40 roj in tu agahî nayên girtin
10:39 Kovara Jinê bi berga ‘Karesat jî di nav patriyarkayê de ne’ derçû
10:28 Tîryakî: Dê li 200 navendan pêşhilbijartin bên kirin
09:47 Greva birçîbûnê di roja 7’an de didome
09:36 Rêvebereke din ê rêxistina sûc li Stenbolê hate girtin
09:09 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Em nikarin çayekê jî vexwin
09:07 Banga ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû, Gok û Yilmaz: Em ê rojnamegeriyê biparêzin
09:05 Qeyûmê bajêr qedandî vê carê jî çav berdaye boriyên binerdê
09:04 ‘Greva birçîbûnê peyamek e ji dînamîkên civakî re'
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2023'YAN
02/12/2023
19:55 Rapora meha Mijdarê ya DFG'ê: Di 52 dozan de 93 rojnameger hatin darizandin
17:33 MYK’â HEDEP’ê ji ber mijarên sereke sibê dicive
17:19 Mitînga KESK’ê ya Kartalê: Ne budçeya sermayeyê ya gel
16:50 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Çavê kurdan li Îmraliyê ye
16:42 ‘Girtiyê nexweş Akbaba yê 31 sal in girtî ye nayê darmankirin’
16:13 'Parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e'
15:48 Çevîrmen: ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da girtiyê dikeve diyalîzê
15:19 Kekê wî di bin çavan de qêrîna wî bihîst, 29 sal in aqûbeta wî nayê zanîn
14:58 ÎHD'ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî
14:50 Girtiyên di çalakiyê de peyam şandin: Dem dema ji polîtîkayên şer re bêjin “na” ye
14:26 Cenazeyê Ozbey a li herêma Marûnisê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin
14:03 Mitînga herêmî ya Amedê ya KESK’ê: Em bi 'jin, jiyan, azadî'yê li vir in
13:55 HEDEP’ê ji bo kongreya Mêrdînê banga tevlibûnê kir
13:54 Ji bo Ozer a 81 salî bang kirin: Bila pêvajoya ATK’ê jinûve dest pê bike
13:09 Komeleya Ekolojiyê dê ‘Bazara Pêvguhertinê’ li dar bixe
13:02 Serdana malbata Elçîçek kirin
12:46 39 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
12:24 Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû hate berdan
11:52 Li Bedlisê zêdetirî 50 kesan hatin girtin
10:33 Îsraîl ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir
10:15 Kuçukbalaban: Heke tecrît dom bike wê gengeşiyên civakî derbikevin
09:56 Girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin
09:54 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal
09:41 Dayika ku cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt: Dewlet çi bike ji tirsa xwe dike
09:20 Di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûn: Ev agir sînor jî derbas kirin
09:17 Qeyûm 20 milyon TL lê xerc kir, paşê bêheq dewr kir
09:13 Siyasetmedaran ji bo greva birçîbûnê bang kirin: Bibin dengê wan
09:09 Çalakiya girtiyan di roja 6'emîn de didome: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:07 Qeyûmê Êlihê di 2 salan de bi bihayê 34 milyon TL'yî 3 îhale dane heman şîrketê
09:04 Parêzerê Eser ê ku polîs ew kuşt: Cezayê heq kiribû nehat birîn
09:02 Ji Hevdîrektorê MLSA'yê Ok banga ji bo danişînên rojnameger Yilmaz, Muftuoglû û Gok
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2023'YAN
01/12/2023
22:17 Lîstika “Çinûr” promiyera xwe kir
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin