Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne

  • rojane
  • 10:53 19 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Li Amedê ji bo 9 taxan biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” hate dayîn. Di nava van taxan de zeviyên dikarin werin avdanê jî hene. Parêzer Ahmet Înan anî ziman ku ew ê ji bo biryarê îtîraz bikin û da zanîn ku ji ber vê biryarê avên dinerd di talukeyê de ne. 
 
Wezareta Enerjî Çavkaniyên Aîd ji bo gelek taxên tên avdanê yên li Sûr, Farqîn, Bismil, Pîran, Erxenî Xana Axpar ên Amedê biryara “îstîmlaqkirina lezgînî” da. Ji bo biryarê lêgerîna petrolê hincet hate nîşandan. Herwiha derbarê herêmê de biryara “ÇED hewce nîn e” hate dayîn.
 
Di vê çerçeoveyê de li taxa Qerenaz a navçeya Sûrê bi navê “Sebyan-4”, li taxa Hecîcan bi navê Dûrû-7, li taxa Helîna bi navê Dûrû 6, li taxa Kasimiyê Jêrîn bi navê “Kûtlûalan-6 ên Farqînê, li taxa Mîrkulyan a Bismilê bi navê “Ham Petrol” li taxa Şûkûrlî ya Xana Axpar bi navê Şukurlu-2 û Şukurlu-3, li taxa Xençerlî bi navê “Hançerlî-9, li taxa Qelbîn a Pîranê bi navê “Egil-1” dê ji bo lêgerîna petrolê xebata sondajê were kirin. 
 
ÎSTÎMLAQKIRINA BÊAGAHΠ
 
Derbarê xebatên tên kirin de Sekterê Giştî yê Komîsyona Bajêr û Hawîrdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan destnîşan kir ku ji bo biryar were betalkirin, dê dozê vekin. Înan da zanîn ku xebat ser navê Şîrîktiya Anonîm ya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) hatiye despêkirin û diyar kir ku ew ê giliyên ji ber vê xebatê hatine kirin dê lêkolîn bikin. Înan bilêv kir ku li taxa Şûkûrliyê dê ji bo xebatên sondajê 15 hektarên zeviyên çandiniyê îstîmlaq bikin û got: “Herêm li ser vê axê debara xwe dike. Gundî hişyar dibin ku zevî hatiye îstîmlaqkirin, pere ji hesabên wan re hatiye razandin. Ax êdî ne ya wan e. Taxên hatine îstîmlaqkirin cihên ku bi pileya yekemîn dikarin werin avdanê ne.”
 
WEZARETA ÇANDINIYÊ: LI VIR LÊGERÎNÊ NEKE
 
Înan anî ziman ku di demeke ku hewcehiya zad ewqas zêde bûye de lêgerîna petrolê Wezareta Çandiniyê jî aciz kiriye û wezaret ji bo xebata hatiye kirin gotiye ku “heke ciheke alternatîf hebe herin li wir bikin, li vê derê nekin”. Wezareta Çandiniyê jî ji van lêgerînan aciz bûye.  
 
AVA BINERD Û DÎCLE DI TALUKEYÊ DE NE
 
Karûbarên Avê yên Dewletê (DSÎ) jî ji bo lêgerîna Piranê da zanîn ku bîrên wan yên avê li herêmê hene û hişyariya “tu li cem bîrên avê vê lêgerînê dikî, divê tu pir baldar bî” kir. 
 
Di berdewama axaftina xwe de Înan ev tişt gotin. “Di lêgerîna petrolê de madeyên toksît û radyoaktif ji van bîrên lêgerînê berdidin jêr. Dibe ku ev made têkevin nav avên binerd de. Bîrên petrolê 2 metreyân nêzî Çemê Dîcleyê ye. Îhtîmala qirêjbûna Dîcleyê heye. Ji bo lêgerîna petrolê ya li van deran biryara “ÇED ne hewce ye” hatiye dayîn. Anku ne xema wan e ku dê xwezaya vê derê zirar bîne yan na. Li wir çandînî tê kirin, ava paqij heye, çem derbas dibe tu girîngiya wê nîn e. Em ji bo xwezayê, bajar, xwediyên axê û gel biparêzin amade ne ku pêvajoya hiqûqê bidin destpêkirin.” 
 
Di dawiya axaftina xwe de Înan destnîşan kir ku ew li dijî talankirina hêrêma tê avdan û daristanan in û wiha axivî: “Tu nikarî herêma çandinî tê kirin û sewal tên xwedîkirin axê biherimînî. Tu nikarî tune bikî, dagir bikî. Ji ber krîza avhewayê heye.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

20/12/2023
14:45 ‘Bila Wezareta Dadê ji bo greva birçîbûnê bikeve nav liv û tevgerê’
14:44 Li Rihayê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
14:14 Têkildarî grevên birçîbûnê berpirsyartiyên rayedaran bi bîr xistin
13:49 Girtiyan ji bo çalakiya greva birçîbûnê strana 'Çavê Cudî' got
13:38 Rêxistinên civaka sivîl: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Amesporê
13:12 DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir
13:07 Xizmên girtiyan kampanyaya şandina name û qartan a ji Îmraliyê re dan destpêkirin
12:51 Li Çînê mexdûrên erdhejê li dijî sermayê têdikoşin
12:50 DEM Partî: Tirkiye bêyî hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re nikare demokratîk bibe
12:10 DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn
11:25 Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû
11:24 Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin
11:23 Berdana girtiyê nexweşê giran Tûrsûn cara 3’yemîn hate taloqkirin
11:21 Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e
11:00 Nelirêtiya bi îmzeya qeyûm hatiye kirin
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
10:02 Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin
09:55 Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî
09:29 Ji rojnameger Silêman Ehmed 57 roj in tu agahî nayên girtin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome
09:05 Malbatên kesên ku di êrişa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan, dan ber îcrayê
09:04 Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e
09:03 Di şewata li kursa Quranê de ku 6 zarok mirin, miftî wekî 'qisûrdarê sereke' hat dîtin
09:02 Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî
09:01 Şîna ku 45 sal in didome: Komkujiya Mereşê
09:00 20'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:51 Li Balikesîrê erdhej çêbû
19/12/2023
23:00 DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin
21:55 Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê eşkere bûn
18:25 Li peravê Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax hat protestokirin
17:28 Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ji girtîgehê derket
16:48 ‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’
16:42 ‘Heya daxwaz tên qebûlkirin êm ê nobetê bidomînin’
16:28 Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin
15:48 Li Girtîgeha Kurkçulerê mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin
15:23 Danişîna rojnamevan Kaya hate taloqkirin
15:21 24 sal ceza dan faîlê tecawizê yê cerdevan
14:33 Li Kerkukê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gihişt ji sedî 65’an
14:20 Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin
13:20 Ji DEM partiyê peyama ‘19’ê kanûnê’: Tecrîd gihaşt radeyeke din
13:19 ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
13:05 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin
10:53 Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne
10:12 Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin
09:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 56 roj in tu agahî nayên girtin
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 23’yan de didome
09:32 Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn
09:10 Li Colemêrgê ji bo 3 cihan 4 hezar û 799 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
09:09 Qeyûmê Şaredariya Stewrê: Ger AKP bi ser nekeve dê xizmet neyê kirin
09:08 Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê
09:07 Nîqaşa li ser Şêx Seîd: Kurd li dijî nijadperestan xwedî li nirxên xwe derketin
09:06 Prof. Dr. Bîçer: Divê têkildarî tecrîdê gavên mayinde bên avêtin
09:05 Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ciwanan bibin
09:04 Jinên Botanê: Ocalan ji bo jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin
09:02 Piştî 11 mehan rewşa Mereşê: Bajar di nava tozê û jiyana gel di xetereyê de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2023'YAN
18/12/2023
22:47 Li Sêrtê posterê Şêx Seîd hat daliqandin
21:05 Doza Kobanê: Rapora TEM'ê di wesfê talîmatekê de ye
17:01 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da
16:44 Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Ocalan bertek nîşanî wekîlê AKP’î dan
16:37 DEM Partiyê ji bo bajarên Tirkiyeyê biryara xwe da
16:34 Panela Îslam û Kurd: Mafên ku îslamê dane jinan ji hêla mêran ve hatin bisînorkirin
16:01 Hevşaredar Demîr îdiaya qeyûm derewand: 4 meh piştre hûn dê hesabê bidin
15:32 TBB’ê piştgiriya karkerên Ozakê kir
14:41 Hewldana 78’an: Em ê komkujiyên meha kanûnê nedin jibîrkirin
14:14 Polîsî di doza îşkenceya bikûçik de beraet kir
14:07 Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê îktîdar bikeve nava tevgerê
13:46 Zap û Metîna 53 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin
13:44 Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî?
12:42 Rojnamevan Siddik Guler hate girtin
12:27 MYK’a DEM Partiyê kom bû
12:23 Li Serhedê berf barî: Rêya bi sedan gundan hate girtin
11:02 Girtiyên jin: Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê
10:59 Girtiyekî name şand Meclisê: Midûr ji bo tayînê ji qawişa girtiyên PKK'î re 'paketek' da avêtin
10:50 Li Meksîkayê li dijî partiyekê êriş hate kirin: 12 kes mirin
10:49 Di fûara pirtûkan de ji bo Weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye
10:43 DEM Partî: Di 11 mehan de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin, 319 hatin girtin
10:41 Hevjînê Dayika Taybet: Hovîtî nayê jibîrkirin
10:11 Hilbijartina encûmanên parêzgehan a Iraqê dest pê kir
09:53 Cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ev 6 sal in nadin malbatan
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 55 roj in tu agahî nayên girtin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22’yan de didome
09:08 Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist