Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin

  • rojane
  • 09:58 31 Kanûn 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Xizmên girtiyan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kirin: "Ger hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin, dê pirsgirêk di hevdîtina ewil de çareser bibin û êdî xwîn nerije." 
 
Li Îzmîr, Stenbol, Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê ji aliyê xizmên girtiyan ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin û 34 meh in tu xeber jê nayê girtin, "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Xizmên girtiyan ên li navçeya Gever û Şemzînan ên Colemêrgê, bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehan û gotin ku dê bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pirsgirêk çareser bibin.
 
‘DIVÊ HEVDÎTIN BI OCALAN RE ÇÊBIBE'
 
Rafya Geylanî, dayika Mûstafa Geylanî (52) ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê girtî ye û 25 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên li welêt nehatine çareserkirin zarokên wan ketine greva birçîbûnê. Geylanî anî ziman ku di her grevên birçîbûnê de nexweşîn li girtiyan peyde dibin û got: “Ji ber grevên birçîbûnê gelek organên girtiyan zirarê dibînin. Lê dîsa jî ji bo çareseriyê ketin grevê. Divê rayedarên dewletê demildest ji van pirsgirêkan re çareseriyekê bibînin û birêz Ocalan bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike."
 
Geylaniyê diyar kir ku ger bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin dê pirsgirêkên aborî û siyasî yên li welêt bên çareserkirin û wiha got: “Eger bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin, wê xwîn nerije. Dê her tişt di hevdîtina yekem de çareser bibin." 
 
Geylaniyê anî ziman ku piştî ku girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye zext zêde bûne û got: “Hemû eşyayên girtiyan tên desteserkirin û bi awayekî keyfî bi ser odeyên wan de tê girtin. Girtî ji ber ku tecrîd û zextên li girtîgehê qebûl nakin dest bi greva birçîbûnê dikin. Zarokên me dibin girtîgehên dûrî me. Hevjînê min ev nêzî 5 sal in nikare kurê xwe bibîne. Bila dawî li vê zextê bînin û demildest bi Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin û rê li ber çareseriyê vekin."
 
‘BÊDENGÎ DÊ BIBE SEDEMA MIRINÊ'
 
Muhsîma Yaşar ku 2 keçên wê girtî ne, ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehan banga hestyariyê kir. Muhsîma Yaşar, dayika Dilgeş Yaşar a 8 sal in li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê girtî ye û Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar a ku ji wezîfeyê hat dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, got: "Eger em bêdeng bimînin wê bêdengî bibe sedema mirinê."
 
‘BILA ŞANDEYEKÊ BIŞÎNIN ÎMRALIYÊ'
 
Yaşarê bang li hemû derdorên civakê yên xwedî wijdan û dibêjin "em mirov in" kir û got: “Divê şandeyekê bişînin Îmraliyê û rewşa kesên li wir bibînin. Bi şandeya ku dê biçe Îmraliyê dê zarokên me dawî li greva xwe bînin û rêya çareseriyê vebe. Divê hemû dewlet, gel û rayedar bertek nîşanî vê rewşê bidin û ji bo mirin çênebe çareyekê bibînin. Weke dayîk em her tim daxwaza aştiyê dikin û em vê daxwaza xwe careke din ?dubare dikin."
 
BANGAWAZÎ
 
Yaşarê bal kişand ser Nobeda Edaletê ya ku li bajarên Tirkiye û Kurdistanê dest pê kiriye û got ku divê hemû welatparêz û parêzvanên mafên mirovan û bi taybetî malbatên girtiyan piştgiriyê bidin çalakiyê. Yaşarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her kes xwedî li nobedê derkeve. Divê kes malbatên girtiyan bi tenê nehêle. Yên ku xwe li bêdengiyê deynin, dê sibê heman tişt bê serê wan jî. Ji ber vê sedemê pêwîst e her kes beriya mirina piştgiriyê bide vê çalakiyê. Destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bêdeng nemînin."
 

Sernavên din

02/01/2024
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê