Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Nobeta Edaletê ya li 6 bajaran berdewam kir û gelek kes çûn serdana çalakvanan. Çalakvanan dan zanîn ku daxwazên wan zelal in û wiha bang kirin: “Bila Abdullah Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bikin.”

 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 34 meh in agahî jê nayên girtin. Nobetên Edaletê yên ku li Amed, Wan, Stenbol, Edene, Mêrsîn û herî dawî jî li Îzmîrê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatine destpêkirin îro jî berdewam kirin.
 
AMED
 
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li nobetê bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.
 
Di tevahiya rojê de ji bo piştevaniyê serdan hatin kirin. Ziyaretvanên ewilî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê bûn. Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavluk, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyên Şirnexê, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî di nava ziyaretvanan de cih girtin. 
 
Ziyaretvanan piştevaniya xwe ya bi çalakvanan re vegotin û gotin ku bi xizmên girtiyan re ne. Ziyaretvanan bal kişandin ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û gotin ku li gel Abdullah Ocalan, gelê kurd jî di tecrîdê de ye. 
 
Çalakvanan jî xwestin ku xwedîderketina li çalakiya Nobeta Edaletê mezintir bibe û banga tevlibûnê li her kesî kirin. 
 
Di dema serdanê de çalakvan û ziyaretvanan bi hev re stranên kurdî gotin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin jî berdewam kir. Çalakiyê, mehek li pey xwe hişt. Li eywana çalakiyê pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin. 
 
Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Cevahîr Temel ku yek ji çalakvanan e, got ku weke dayikekê daxwaza aştiyê dike û naxwaze ciwanên kurd û tirkan bimirin. Temel, diyar kir ku nifteya aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye û xwest ku tavilê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bên afirandin. 
 
Di serdanên ji bo piştgiriya bi Nobeta Edaletê de stran hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 30’an de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Heman daxwaz di çalakiya li vê derê de jî hatin ziman.
 
Gelek kes hatin serdana çalakiyê ku endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî tê de cih digirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û rêveberên partiyê yên navend û navçeyan hatin serdana çalakvanan. 
 
Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş di nobetê de axivî û got ku çalakiya greva birçîbûnê li 107 girtîgehan didome. Altuntaş, got ku peyamên çalakvanan zelal in û diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê bidawîkirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. 
 
Ji dayikên girtiyan ku di çalakiyê de cih digire Saliha Umît jî wiha got: “Rêberê me di girtîgehê d eye. Bila tecrîda li ser Rêberê me û girtiyan bê rakirin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Banga min ji bo hemû dayikan e. Bila her kes mil bide milê me. Bila ev tecrîd bê rakirin û aştî pêk bê. 
 
STENBOL
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 21’emîn de berdewam kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. 
 
Çalakvanan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivî li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” ve “Jin, jiyan, azadî”  hatin berzkirin. Gelek welatî hatin serdana çalakvanan. 
 
'EM BIBIN DENGÊ ZINDANAN’
 
Ji çalakvanan Kumrî Akgul di çalakiyê de axivî û got ku divê gel xwedî li çalakiya an derkevin. Akgul, wiha domand: “Kî dibe bila bibe divê piştgiriyê bidin çalakiyê. Me dayik û xizmên girtiyan bi tenê nehêlin. Banga min ji bo gelê me ew e ku hev bi tenê nehêlin. Em bibin dengê girtîgehan. Em ji bo daxwazên girtiyên xwe bibin bersiv. Divê her kes têkoşîna xwe mezin bike û têbikoşe.” 
 
WAN
 
Çalakiya di pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr de di roja 29’emîn de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli, Zulkuf Uçar û gelek kes çûn serdana çalakvanan.  Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 

Sernavên din

06/01/2024
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin