Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide

img
BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan diyar kir ku desthilat li Bedlîsê ku di hilbijartinan de bi ser nakeve dest bi binçavkirin û girtinan kiriye û got ku gel dê di hilbijartinên xwecihî de bersiveke tund bide.
 
AKP ya ku di hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14’ê Gulana 2023’an de encamên dixwest bi dest nexist, zextên xwe yên li bajarên Kurdistanê zêde kirin. AKP ku li Bedlîsê ji sedî 37'ê dengan wergirtibû û tenê parlementerek şandibû meclisê, di hilbijartina serokkomariyê de jî ji sedî 46'ê dengan stendibû. Li navçeya Xîzanê ku bûye hedefa polîtîkayên şer ên desthilatê, piştî hilbijartinê operasyonên leşkerî, binçavkirin û girtin dîsa dest pê kirin. Piştî hilbijartinan bi demeke kurt, di 2’ê Tîrmehê de, li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li Tetwanê jî gundê Peyîndas ku di 10’ê Tebaxê de ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibû dorpêçkirin, qedexeya fiîlî hat sepandin. Di operasyonên li her du gundan hatin kirin de gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin û ji wan 5 kes hatin girtin.
 
Di 28'ê Mijdarê de li navenda Bedlîs, navçeyên wê Xîzan û Tetwanê di serdegirtina malan de zarok û jin jî di nav de 110 kes bi hinceta îfadeyên şahidên eşkere hatin binçavkirin. 50 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "alîkariya bi rêxistinê re kirine" û "ji bo rêxistinê peydekirina aboriyê" hatin girtin.
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bedlîsê Huseyîn Olan diyar kir ku sedema bingehîn a operasyonên qirkirina siyasî, tolhildana hilbijartina 2023'yan e. 
 
BERTEKA ERDOGAN 'ÇIMA ME WINDA KIR'
 
Olan anî ziman ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de li bajêr û gelek navçeyên wê desthilatê deng winda kiriye û got ku desthilat ji ber ku vê yekê hezm nekiriye li bajêr dest bi operasyonên qirkirina siyasî kiriye. Olan bilêv kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di civîna partiya xwe de bertek nîşan daye û gotiye "Çima li Bedlîsê em nikarin bibin partiya yekemîn" û wiha got: "Ji ber ku li bajêr nebûn partiya yekemîn, di destpêka Tîrmehê de li ser bajêr polîtîkaya çewisandinê pêş xistin. Li herêma Nêzarê Azê ya navçeya Xîzanê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di dema qedexeya derketina derve de li herêmê texrîbatek mezin çêkirin. Qaşo di nav baxçeyekî 3-4 km dirêj de rê vekirin. Cihê ku digotin 'me rê vekiriye' ew cih bû ku gundiyan nok, sêv û zebze û fêkiyên cur bi cur lê diçandin. Dar hatin qirkirin, cihokên avê hatin texrîbkirin û ji ber vê yekê berhemên gundiyan hişk bûn."
 
ZIRAR DAN XWEZAYA GUND, GUNDÎ ÎŞKENCE KIRIN
 
Olan destnîşan kir ku gundî piştî wêrankirina xwezayê çûne Qeymeqamtiya Xîzanê û qeymeqam ji wan re gotiye, "Em ê hemû zirara we bidin", lê belê heta niha bi tu awayî zirara gundiyan nehatiye dayîn. Olan ev tişt gotin: “Der barê vê texrîbata keyfî de ne tazmînat, ne daxwazname û ne jî tu gav ji aliyê rayedarên dewletê ve nehatine avêtin. Piştî qedexeyên derketina derve, qedexeya keyfî ya fiîlî li herêmê nêzî du mehan berdewam kir. Bêyî texrîbata li vî gundî ji holê bê rakirin yekser li dijî gundê Peyîndasê çalakiyek hat lidarxistin. Li vir jî gundî zirar dîtin. Qedexeya derketina derve hat îlankirin, çûna zozanan hat astengkirin û nehiştin gundê nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê jî. Gundî rastî îşkence, lêdanê hatin û bi îşkenceyê hatin binçavkirin."
 
AWAYEKÎ DIN A POLÎTÎKAYÊN SALÊN 90'Î
 
Olan diyar kir ku li gel van zextan li tevahiya bajêr operasyonên qirkirina siyasî hatine kirin û got: “Pêwîst e ev operasyonên ku di wan de 50 welatiyên me hatin girtin rast bên xwendin. Desthilatê rasterast tol ji Bedlîsê hilda. Bi vî rengî dixwazin pêşî li ber sewalkariya dundiyan bö gırtın û peyama 'Binêrin ger hûn biçin zozanan û heywanan xwedî bikin em ê we bigirin' bidin gundiyan. Li holê delîleke cidî tune ye û di dosyeyan de biryara nepenîtiyê heye. Ev polîtîka guhertoyeke din a polîtîkayên salên 90’î ye. Di salên 90'î de dewletê bi darê zorê gund şewitandin, hilweşandin û vala kirin. Niha jî bi awayekî taktîkî tevdigere û şert û mercên jiyana li gundan ji holê radike."
 
‘DIXWAZIN WÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN'
 
Olan anî ziman ku dewlet hewl dide gundan ji mirovan xalî bike û atmosfera ku desthilatê afirandiye wekî "tolhildanê" bi nav kir. Olan wiha berdewam kir: “Bedlîs ew bajar e ku dewletê ji berê de li ser disekine. Siyasetek pir cidî tê meşandin. Ji gel tê xwestin bîadî desthilatê bike. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014’an de wekî partî me li bajêr serkeftinên cidî bi dest xistin. Piştî wê serketinê, bi hincetên cuda, dest bi tayînkirina qeyûman hat kirin. Bi desteserkirina destkeftiyên me xwestin me bitirsînin. Her çi qas dewlet li ser bajêr siyaseteke cuda bimeşîne jî, lê Bedlîs di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û serî li ber polîtîkayên desthilatê natewîne. Bedlîs ew bajar e ku ji dîrokê ve li dijî zilm, zordarî, polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê yên pergalê li ber xwe dide.”
 
‘GEL DÊ BERSIVA VAN POLÎTÎKAYAN BIDE'
 
Olan diyar kir ku gelê Bedlîsê dê di vê hilbijartinê de mîsyona xwe ya kurdewariyê nîşanî desthilatê bide û got: “Gel wê di vê heyamê de bi ruhê xwerêveberiyê bajarê xwe biparêze û şaredariyên xwe bi dest bixe. Gel wê hem li ser sindoqan bersiveke tund bide hem desthilatê, hem jî qeyûman û hem jî hemû polîtîkayên ku dewletê di sala 2023’yan de li bajêr meşandin. Em bi gelê xwe û têkoşîna xwe bawer in. Bajar bi bajar, tax bi tax, kolan bi kolan em ê hevdîtinê bi gelê xwe re bikin. Em ê careke din navçe û bajarên xwe bi hev re bi rê ve bibin."
 
MA / Rûken Polat

Sernavên din

06/01/2024
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin