Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya îktîdarê ji bo HPG’iyên di demên berê de jiyana xwe ji dest dane her roj dest bi weşandina “nûçeya lezgîn” kir.
 
Saziyên çapemeniyê yên nêzî AKP’ê ev demeke têkildarî endamên HPG’ê yên di demên berê de jiyana xwe ji dest dane “nûçeyên lezgîn” derbas dike. Balkêşe ku ev “nûçeyên lezgîn” piştî hejmara leşkerên li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê yên Herêma Federe ya Kurdistanê tên kuştin zêde bûn ketin meriyetê. 
 
25’Ê KANÛNÊ: ERDÎNÇ BOLCAL
 
Medyaya îktîdarê agahiya mirina endamê HPG’ê Erdînç Bolcal (Elî Xebat Botan) di 25’ê kanûnê de weke “nûçeya lezgîn” derbas kir. Lê belê agahiya mirina Bolcal demekî zû berê li ser medyayê hatibû parvekirin. 
 
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di 15’ê kanûnê de daxuyaniya HPG’ê parve kiribû û HPG’ê digot ku endamê wan Erdînç Bolcal (Elî Xebat Botan) di 10’ê adarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Medyaya îktîdarê jî agahiya mirina Bolcal di 25’ê kanûnê de weke “nûçeya lezgîn” derbas kir û îdia kir ku MÎT’ê di encama “operasyoneke taybet de” li Silêmaniyeyê Bolcal hedef girtiye. Her wiha hat îdiakirin ku Bolcal li Kerkûkê di nava amadekariyên çalakiyê de bû. 
 
26’Ê KANÛNÊ: ŞEFA AKMAN
 
Di serî de Ajansa Anadoluyê (AA) tevahiya medyaya îktîdarê di 26’ê kanûnê de îdia kir ku endamê HPG’ê Mehmet Şefa Akman bi “operasyoneke taybet” hedef hatiye girtin. Ev agahî weke “nûçeya lezgîn” derbas kir. Di nûçeyan de hat îdiakirin kul Akman yek ji berpirsyarên Silêmaniyeyê bû. 
 
Lê belê derket holê ku agahiya mirina Akman di 11’ê kanûna 2021’ê de hatiye parvekirin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya di 11’ê kanûna 2021’ê de ku ANF’ê parve kir, Akman (Bahoz Zagros) di 9’ê hezîrana 2021’ê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
29’Ê KANÛNÊ: EL DAHHAM
 
Medyaya îktîdarê di 29’ê kanûnê de jî îdia kir ku Mihemed Ebdullah El Dehham li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef hatiye girtin û ev îdia weke “nûçeya lezgîn” derbas kir. Lê belê derket holê ku El Dehham di meha tebaxê di êrişeke DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê di 30’ê kanûnê de daxuyanî da. HSD’ê da zanîn ku El Dehham di 5’ê tebaxê di encama êrişa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ’ê ev êriş li xwe girtiye. 
 
HSD’ê bi domdarî di daxuyaniyê de wiha got: “Dezgehên çapemeniyê yên fermî yên dewleta tirk duh serê sibehê nûçeyek parve kirin û gotin ku welatiyê bi navê Omer Mihemed Ebdullah El Daham ê tebqayî ji hêla MÎT’ê ve hatiye kuştin. Îstîxbarata tirk îdia dike ku têkiliyê welatiyê behsê xeberê bi me re heye û li dijî leşkerên tirk çalakî li dar xistine. Lê belê DAIŞ’ê di 5’ê tebaxê de li ser ajansa xwe ya fermî Amaqê ragihandibû ku wan El Daham kuştine. 4 meh piştre jî îstîbarata tirk nûçeyeke nû diweşîne û dibêje ku wan ev êriş kirine. Tu eleqeya Daham bi hêzên me re nîne.”
 
Her wiha HSD’ê wêne û nûçeyên têkildarî kuştina Daham jî bi raya giştî re parve kir. 
 
2’YÊ ÇILEYÊ: ABDULMUTALÎP DOGRUCU 
 
Medyaya îktîdarê di 2’yê çileyê de dîsa “nûçeyeke lezgîn” parve kir û îdia kir ku Abdulmutalîp Dogrucu (Cesûr Vedat Welat) ê HPG’î hatiye kuştin. HPG’ê di 15’ê kanûna 2023’yan de daxuyaniyek dabû û gotibû ku Dogrucu di 10’ê adara 2023’yan de jiyana xwe ji dest daye. 
 
4’Ê ÇILEYÊ: ŞÊX EHMED
 
Her wiha medyaya îktîdarê “nûçeya lezgîn” parve kir û îdia kir ku MÎT’ê li Silêmaniyeyê endamê Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) hedef girtiye. Di nûçeyên ku ji heman çavkaniyê hatine parvekirin de hat îdiakirin ku çalakiyên Ehmed ên ku plan dikir li dijî Tirkiyeyê bike hatine tespîtkirin. 
 
Lê belê derket holê ku têkildarî Şêx Ehmed di demên berê de daxuyanî hatiye dayîn û hatiye destnîşankirin ku di êrişeke hewayî ya di 3’yê kanûna 2023’yan de li herêma Pêncwênê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Li gorî nûçeya ANF’ê ya di 24’ê kanûna 2023’yan de; di encama êrişa hewayî de Şêx Ehmed û fermandara Hêzên Parastina Jinan (HPJ) Zeyneb Êwerî (Aryen Arê) jiyana xwe ji dest dane. 
  
NÛÇEYÊN MÎNA HEV
 
Medyaya îktîdarê di demên berê de jî mirina endamên HPG’ê Yilmaz Bayram (Egîd Gever) û endamê YPG’ê Eyuûp Yakut weke “nûçeya lezgîn” derbas kiribû. Lê derketibû holê ku agahiyên mirina Bayram û Yakut di demên berê de hatine parvekirin. 
 

Sernavên din

06/01/2024
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin