Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo ku hemû kesên di erdhejên navenda wan Mereşê de bûne sedema mirina welatiyan bên darizandin, li gelek bajaran li pêşiya edliyeyan “Nobeta Edaletê” hatin girtin û daxuyanî hatin dayîn. 
 
Bi daxwaza darizandina kesên di erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wê Mereşê de berpirsyartiya wan di mirinan de heye, bi pêşengtiya Platforma Malbatên li Pey Edaletê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Navnîşana çalakiyan jî edliyeyên bajaran bûn. Daxwaz jî ew bû ku kesên kesên berpirsyartiya wan di mirinan de û hilweşîna avahiyan de hene bên eşkerekirin û darizandin. 
 
MEREŞ 
 
Li Mereşê ku di erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Xizmên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û parêzerên Baroya Mereşê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne karesat û komkujiyan, edaletê dixwazin” hate vekirin. Her wiha wêneyên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. 
 
Serokê Baroya Mereşê Muhammed Burak Gul bal kişand ser lêpirsîna têkildarî berpirsyarên avahiyên di erdhejê de hilweşiyayîn û darizandina wan û wiha got: “Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn lê çima heta niha jî destûr nehatiye dayîn ku derheqê sazî û dezgehên cemaweriyê de lêpirsîn were destpêkirin?” Piştî daxuyaniyê, malbat û parêzeran li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. 
 
SEMSÛR
 
Parêzerên Baroya Semsûrê jî li pêşiya edliyeyê bi daxwaza “Edaletê” nobet girtin. Têkildarî nobetê ev peyam hat parvekirin: “Di erdheja 6’ê Sibatê de mafê jiyanê yê gelek mirovên me ji dest hate girtin û ji bo edaleta ku hêj bicih nehatiye, em nobetê digirin.” 
 
WAN
 
Baroya Wanê jî ji bo piştevaniya bi malbatên xizmên xwe di erdhejê de winda kirin û lêgerîna wan a edaletê, li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzerên baroyê tev li daxuyaniyê bûn. Parêzer Sîpan Gokhan daxuyanî xwend û got ku ji bo kesên xemsariya wan di erdhejê de heye bi polîtîkaya “necezakirinê” neyên parastin dê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha Gokkan got ku divê kesên berpirsyartiya wan di karesatê de hene hesabê bidin. 
 
Di berdewamê de Gokhan ev tişt anî ziman: “Demekî kin piştî erdhejê ji bo hêrsa welatiyan daxînin, çendek mitehitên avahiyan, berpirsyarên neyekser û endezyar hatin girtin. Lê tenê berpirsyartiya van kesan tê de nîne. Di heman demê de peywirdarên cemaweriyê yên destûra van avahiyan dayîn jî heye. Ji berpirsyarên venêrîna avahiyan heta rayedarên şaredariyê û peywirdarên wezaretên têkildar, divê tevek yek bi yek bên tespîtkirin û bên darizandin. Divê berpirsyar tavilê bên tespîtkirin û darizandin.” 
 
ENQERE 
 
Platforma Malbatên li Pey Edaletê li Enqereyê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne karesat komkujî, em edaletê dixwazin” vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Dê gel hesabê ji kujeran bipirse” û “Dê roj were, dê ev dewran biguhere, gel dê ji kujeran hesabê bipirse” berz kirin. 
 
Nûnera Platformê ya Enqereyê Done Kaya di daxuyaniyê de axivî. Kaya, bal kişand ser tiştên di dema erdhejê de qewimîn û wiha got: “Sedema vê karesatê tenê erdhej nîne. Ew kes in ên ku bajarên li dijî erdhejê biewle ava nekirin. Divê her kesên berpirsyartiya wan ji tiştên qewimîn heye bên darizandin. Bi ser erdhejê re hema hema salek derbas bû lê em hêj jî li benda raporên kesê pispor in. Em hêj li benda dosyayên ji kesê pispor re nehatine şandin in. Li edliyeyan dozger nebûn û em li benda dozgeran sekinînin. Ewraq winda bûn, em li benda dîtina wan sekinîn. Me xizmên xwe winda kirin û dema kesên gumanbar di nava civakê de digeriyan em li bendê man ku hesaba êşa mê jê were pirsîn. Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn û hêj tu nîşaneyên ku edalet pêk bê nînin. Em dixwazin ji hemû kesên berpirsyartiya wan di mirinan de hene hesab bê pirsîn.” 
 
EDENE 
 
Her wiha li pêşiya Edliyeya Edeneyê jî bi daxwaza “edaletê” nobet hate girtin. Malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de winda kirin û parêzer tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de parêzer Mehtap Akyuz Ozcan axivî û xwest ku tevahiya kesên di mirinan de berpirsyartiya wan heye bên darizandin û cezakirin. Ozcan, ev pirs kir: “Çima li ser kavilan delîlên bi hûr û kûr û têrker nehatin komkirin? Çima hêj mehek bi ser erdhejê re derbas nebûyî kavil bi hîm ve hatin rakirin? Çima hêj jî encamek ji raporên kesên pispor derneketine? Çima hewcehî bi îzahetkirina raporên pisporan ên biencambûn heye? Çima heta niha jî hejmareke rast a mirî, birîndar û windayan nehatiye tespîtkirin?”
 
Herî dawî jî Ozcan xwest ku hemû kesên berpirsyartiya wan di mirinan de hene bên darizandin û girtin. 
 

Sernavên din

06/01/2024
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin