Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek kesên ku tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” tê domandin bûn, tevahiya rojê bi malbatên girtiyan re nobet girtin.  

 
Çalakiyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 mehan e tu agahî jê nayên wergirtin hatine destpêkirin didomin. Li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” çalakiyên Nobetê hatin destpêkirin. Çalakiyan îro jî bi serdanan berdewam kir. 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 33’yemîn de berdewam kir. Hevjîna xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû yê di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hate qetilkirin, Şemsa Bagdû jî tev li çalakiya li avahiya komeleyê hate kirin bû. 
 
Şemsa Bagdû ya di çalakiyê de axivî, diyar kir ku tecrîd tenê li ser Abdullah Ocalan nîne, li ser hemû civakê tê pêkanîn û got: “Heta ku Serokê me azad nebe tu kes ji me nikarin azad bibin. Girtiyên li zindanan û kesên li derve nikarin azad bibin.” Bagdû xwest ku Abdullah Ocalan azad bibe.
 
Di çalakiyê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
MÊRSÎN  
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin jî 33 roj in didome. Di çalakiya ku gelek dayikên aştiyê tev li bûn de heman daxwaz hatin bilêvkirin. 
 
AMED 
 
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 33’yan de berdewam kir. Ji bilî malbatên girtiyan gelek kes tev li nobetê bûn. Welatiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.
 
MEBYA-DER, Komeleya 78’an û Rêxistina DEM Partiyê ya Farqînê îro serdana malbatan kir. Ziyaretvanan ev peyam da: “Ne tenê kurd, herkes di bin zextê de ye. Heke em bibin yek dê cîhan jî piştgiriyê bide me. Çalakiya gireva birçîbûnê û Nobeta Edaletê gelek bi wate ne. Ji bo ku nirxên vî gelî bên parastin, tişta ji destê me tê em ê bikin.”
 
Di çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin û her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dihate berzkirin. Di çalakiyê de banga mezinkirina piştevaniyê hate kirin. 
 
WAN
 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 32’yan de didome. Şaxa ÎHD’a Wanê ya serdana nobetê kir, çalakiya xwe ya “Nobeta Aştiyê” ku her hefteya ewil a mehê li dar dixin bi malbatên girtiyan re pêk anî. Endamên ÎHD’ê yên serdana çalakiyê kirin, qûrnefîl belavî malbatên girtiyan kirin. 
 
Yek ji parêzerê ÎHD’ê Heval Sînan Aras ê di nobetê de axivî, got ku çalakiya greva birçîbûnê di bin siyas hilbijartinên herêmî de dimîne û ev rewş rexne kir. Aras, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro çalakiya greva birçîbûnê kete roja 40’an. Yek ji sedemê vê grevê jî rakirina pergala tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Armanca bingehîn rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û pêkhatin azadiya wî ya fizîkî ye.”
 
Aras, diyar kir ku Ocalan ji mafê xwe yê ragihandin, hevdîtina bi parêzer û malbatê re bêpar tê hiştin û wiha berdewam kir: “Esas li vir armanc ew e ku vîna siyasal a gelê kurd tune were hesibandin. Ji ber vê yekê çalakiya greva birçîbûnê divê ji hilbijartinan pêşdetir be.” 
 
Rêveberê ÎHD’ê Mehmet Salîh Coşkûn jî girîngiya çalakiya greva birçîbûnê destnîşan kir û wiha got: “Heval, hogir û hevrêyên me ketina çalakiya greva birçîbûnê. Em jî weke hiqûqnasan serdanan dikin rewşa wan lêkolîn dikin û rapor dikin. Divê daxwazên hevalên me yên di çalakiya greva birçîbûnê de li beriya her tiştî be. Divê em her tim vê rewşê di rojevê de bihêlin.”
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê didome di roja 24’emîn de ye. Rêxistina DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) tev li çalakiya nobetê ya îro bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Serdanên nobetê tevahiya rojê berdewam kirin. Di çalakiya nobetê ya stran hatin gotin de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “BijÎ Serok Apo” hatin berzkirin.
 
Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê tê ragirtin, Fînce Akman, ragihand ku duh çûye serdana kurê xwe. Akman, diyar kir ku kurê wê rastî tundiya psîkolojîk hatiye û jê re wiha gotiye: “Ji bo ku em ketin çalakiya grevê 3 mehan qedexeya axaftina bi telefonê hate dayîn. Gotina ‘Çima te çapemenî û malbata xwe agahdar kir’ kirin hincet. 12 rojan cezayê hucreya yek kesî dan. Tişta ji destê me tê ev e. Divê herkesên li derve deng bidin çalakiya me.”
 
Yek ji endama TJA’yê Makbûle Yaşar jî anî ziman ku ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re rojekê nobet girtine. Yaşar, diyar kir ku agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “nayê qebûlkirin” û wiha got: “Em dixwazin êdî ev tecrîd were rakirin. Di heman demê de dixwazin zexta li ser girtiyên siyasî jî were rakirin. Heta ku ev tecrîd û zext ji holê rabe em ê li vir bin.”
 
ÎZMÎR
 
Li Îzmîrê jî çalakî di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) de li Nûnertiya Herêma Egeyê ya DBP’ê berdewam dike. Kesên tev li çalakiyê bûn pêşmalkên li ser “tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. 
 
Meclisa Jinan a DEM Partiya Aydinê, Rêxistina ESP’a Îzmîrê, Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê Vezan Karabûlût û Mehmet Kûrûş piştgirî dan çalakiya îro. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Aydinê Aysel Batyar Onsel bi lêv kir ku divê piştgiriya ji Nobeta Edaletê re mezin bikin û got: “Heke li cihekî bêhestiyarî, bêedaletî û neheqî hebe ev rewş pel bi pel hemû civakê dirizîne. Astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re ya girtiyekî bêhiqûqiya ku ber bi hemû civakê ve diçe ye.”
 
Çalakiya nobetê bi serdanan berdewam kir. 
 
 

Sernavên din

06/01/2024
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin