Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin

MÊRDÎN -  Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” de li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan wiha got: “Divê bi destê Abdullah Ocalan ê ji bo aştiyê tê dirêjkirin bê girtin.” 
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirssgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li 74 navendên cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanya hatbû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Mêrdînê jî Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Nobeta Edaletê bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Meclisa Dayikên Aştiyê hate destpêkirin û beriya nobetê li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê daxuyanî hate dayîn. 
 
Li gel Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan, her wiha Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Mêrdînê Kamûran Tanhan, Saliha Aydenîz û Bêrîtan Guneş, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên sendkîka û odeyên pîşeyî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiye civakî em bibin denge zindanan” hate vekirin. 
 
‘MAFÊ HER GIRTIYEKÎ YÊ HEVDÎTINÊ HEYE’ 
 
Di daxuyaniyê de j ewil Nûnerê Komeleya Alîkarî û Piştevanniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) Fettah Tekîn axivî û bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 42’yan de didome. Tekîn, diyar kir ku ew naxwazin dayik hêsiran bibarînin û ev tişt anî ziman: “Divê ev tecrîd tavilê bê bidawîkirin, parêzer û malbata Ocalan bikare pê re hevdîtinê bikin. Mafê her girtiyekî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û mafê wî/wê yê telefonê heye. Heta ku ev tecrîd bidome dê nobeta me ya edaletê jî bidome.” 
 
‘DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE’ 
 
Piştre jî ji Dayikên Aştiyê Besna Gunay axivî û diyar kir ku ew bi sala ye ji bo edalet û aştiyê têdikoşin. Gunay, destnîşan kir ku ew ji bo her kesî edaletê dixwazin û wiha pê de çû: “Daxwaza me aştî, azadî û wekhevî ye. Banga me ji bo dayikên din ên zarokên xwe windakirin e. Bila destê xwe ji bo aştiyê dirêj bikin û em wan vedixwînin Nobeta Edaletê. Em xwişkên hev in. Divê her kes piştgiriyê bide nobetê. Divê tecrîda li ser Rêbertî û zarokên me bi dawî bibe. Hemû kes dizane bê ka zarokên me çima ketine greva birçîbûnê. Em naxwazin êdî xwîn birije. Bes e ji şer, talan, mirin û girtanan re. Em dixwazin dewlet gavekî biavêje û tecrîd bi dawî bibe. Bijî berxwedana zindanan.” 
 
‘DIVÊ BI DESTÊ OCALAN Ê JI BO AŞTIYÊ HATIYE DIRÊJKIRIN BÊ GIRTIN’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî daxwazên girtiyan bi bîr xist û got ku fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên cîhanê girîng in. Tanhan, wiha domand: “Yê ku çareseriyê pêşkeş dike û ji bo aştiyê destê xwe dirêj dike jî birêz Ocalan e. Divê bi vî destî were girtin. Tirkiye ji demokrasiyê dûr dikeve. Em di ferqa faşîzma li girtîgehan e. Heta ku zindan vala dibin jî dê têkoşîna me bidome.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. Girse piştre jî derbasî avahiya DBP’ê bû ku nobet li wir hatiye destpêkirin. 
 
 

Sernavên din

12/01/2024
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin
22:09 Laçîn û Bekir piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
22:04 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
19:50 Doza Kobanê: Daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de hatin xwendin
19:01 Dema qedexeya li Çiyayê Gabarê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:57 Ji bo kesên penaber qetil kirin daxwaza cezayê muebbeta giran hat kirin
16:23 Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:10 DEM Partî çû serdana malbata li Geverê hatibû derbkirin
16:00 Nîjadperestan li Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekaran kirin
15:29 Doza 6 rojnamegeran: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên kurd
15:14 Li ber Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Daxwazên girtiyan daxwazên gelê kurd in
15:00 Li Akdenîzê di 55 malan de hezar û 616 ‘hilbijêr’ hatin tespîtkirin
14:44 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê ya li Geverê bişopînin
14:30 ‘Mirina ewil piştî gotina Erdogan dest pê kir, bûyer bi banga Ocalan bi dawî bûn’
13:52 Rojnameger Sozerî di Roja Rojnamegerên Dixebitin de derket pêşberî dadger
13:41 Dayika Aştiyê Demîr li ser gora xwe hat bibîranîn
13:20 Wesayîta rîngê ya ku girtî tê de bûn wergeriya
13:15 DEM Partî: 10’ê Çileyê li rojnamegerên rûmeta pîşeyê diparêzin pîroz be
13:08 Cêwiyên ku bi hev re radizan bi hinceta ‘hevzayend in’ ji wargehê hatin avêtin
12:55 Piştî biryara AYM’ê hate berdan: Sekinîna 4 mehan dê rê li ber mexdûriyetê veke
12:02 Li Dêrikê zarokek hate revandin
11:58 Ji DFG û MKG'ê peyama 10’ê Çileyê: Em ê zilmê têk bibin
11:41 Bêkarî zêde bû
11:35 Li Pêrtagê 2 kes hatin binçavkirin
11:25 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de rojnamegerên girtî xêz kir
11:21 Li 16 binçavkirin û 12 dozan îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin
10:59 ‘Tekane rêya aştiyê, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne’
10:43 Texrîbata li ser xwezayê mezin dibe: Çareserî paradîgmaya ekolojîk e
10:12 Prof. Dr. Aktar: Rojhilata Navîn ber bi nediyariyekê ve diçe
09:47 Li Geverê serdegirtina malê: Polîsan gule reşandin û endamên malbatê derb kirin
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 78 roj in agahî nayên girtin
09:14 Girtiyên siyasî 45 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:13 Rexnegirê hunerê Yaman: Divê meseley kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin
09:12 Xwişka Veysî Aktaş: Me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye
09:10 Ajokar dixwazin dawî li zeman bê
09:08 Li Şirnexê cihekî ku mamoste lê bimînin tune ye
09:06 'Hîle jî dê nikaribin AKP'ê rizgar bikin'
09:04 Girtî Kirik: Heta serokê me azad nebe em azad nabin
09:01 Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN
09/01/2024
21:05 Cansiz, Dogan û Şaylemez li cihê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
20:39 TJA'yê jinên hatin qetilkirin bibîranîn
18:21 Li Hezroyê 1150 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin
17:20 Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Ev têkoşîn dê bidome
16:47 'Daxwaza me ne hevdîtineke azadiya Abdullah Ocalan e'
16:42 Jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna heqîqetê dê bidome
15:07 Dê Meclis ji bo Can Atalay necive
15:00 Bernamzetên DEM Partiyê dê beriya pêşhilbijartinê di weşana zindî de projeyên xwe vebêjin!
14:24 Rapora 12 girtîgehan: Girtiyên di greva birçîbûnê de bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin
14:09 Temellî: Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye
13:33 Ji bo rojnameger Kanbal biryara neşopandinê û serlêdana sûc hat dayîn
13:08 Doza 3 rojnamevanan: Polîsên tundî kirin ji kar hatin dûr xistin
12:54 DEM Partî dê mitînga ‘Piştevaniya bi Filistînê re’ li dar bixe
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin