‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’

NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên tev li Nobeta Edaletê bûn diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin.

 
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de malbatên girtiyan jî li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbol û Mêrdînê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin. Çalakî îro jî berdewam kirin. 
 
WAN
 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 35’an de didome. Bernamzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên hevşaredariya navçeya Artemêtanê, şênyên Taxa Suphanê ya navçeyê û gelek welatî hatin serdana nobetê. 
 
Ji welatiyan Saliha Yazici di çalakiyê de axivî û got ku ew aştiyê dixwazin. Yazici, wiha domand: “Bila birêz Abdullah Ocalan bê berdan.” Piştre jî yek ji xizmên girtiyan Gul Ozturk axivî û xwest ku girtî bên berdan û hemû kesên aştîxwaz piştgiriyê bidin çalakiya wan. 
 
Ji xizmên girtiyan Hasan Pala jî hêvî kir ku çalakiya wan bibe wesîleya edaletê. Pala, anî ziman ku dê kesek xêrê ji polîtîkayên şer negire û bang kir ku hemû kesên xwedî wijdan li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin. 
 
Piştî axaftinan, beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
AMED 
 
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 36’an de berdewam kir. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Gelek xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên DEM Partiyê ya Sûrê hatin serdana nobetê. 
  
Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Ji xizmên girtiyan Meryem Soylu strana dengbêjiyê got ku li ser xweza, xweşikahî û tunekirina gundê xwe yê Amedê ku dewletê di salên 90’î de şewitandibû nivîsandiye.
 
Nobet bi stranên kurdî, tililî û dirûşman berdewam kir. 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 36’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li Nobeta Edaletê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate kirin.
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 36 roj in didome. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê nobet ziyaret kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Ji dayikên girtiyan Zelîha Kaya di nobetê de wiha got: “Em dixwazin tecrîd bê şikandin. Bila girtî azad bibin. Bila kesek nemire û em aştiyê dixwazin.” 
 
STENBOL
 
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê jî bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenlerê hatibû destpêkirin û di roja 27’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” û “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” hatin vekirin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partyê hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de xizmên girtiyan stranên kurdî gotin û girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin xizmên girtiyan û bal kişandin ser têkoşîna gelê kurd. Ciwanan gotin ku divê tavilê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ji bo aştiyê jî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. 
 
Xizmên girtiyan jî dan zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya duh li Mêrdînê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kir, di roja duyemîn de jî li avahiya DBP’ê ya bajêr berdewam kir. Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk û şandeya pê re, endamên KESK,ÎHD, Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê serdana nobetê kirin. Saziyên serdana nobetê kirin, diyar kirin ku piştgiriyê didin Nobeta Edaletê û dan zanîn ku ji bo daxwaz werin bicihanîn dê bikevin nava hewldanan.

Yek ji malbata di Nobeta Edaletê de Turkan Dûrç, bal kişand ku li dijî tecrîdê di nobetê de ne û wiha got: “Nobeta me ya li vir ji bo Serokatiyê ye. Heta ku Serokatî ji vê tecrîdê dernekeve ne girtîgeh ne jî miletê kurd dikare azad bibin. Daxwaza me jî ev e. Ji bo gelên bindest hevî Serokatî ye. Aştî û wekheviyê dixwaze. Em jî ji bo ku tecrîd were rakirin têdikoşin.”

Dûrç, diyar kir ku Meclisa Dayikên Aştiyê bi banga Ocalan hate avakirin û armanca wan ew e ku di avakirina aştiyê de roleke bi bandor bilîzin û wiha berdewam kir: “Em hebûna gelê kurd diparêzin. Em ji bo vê têdikoşin. Em li dijî kesên ku dibêjin gelê kurd nînin li ber xwe didin. Piştî hemû şeran aştiyek tê avakirin. Weke li her derê aştiya bi kurdan re jî neçar e. Ji ber vê yekê em aştiyê dixwazin. Bi dayikan re aştî dê baştir çêbibe. Dema li gundan jî şerek çêdibû me laçika li serê xwe diavêt erdî û ew şer dida sekinandin. Ji ber vê yekê em bûn Dayika Aştiyê. Ji bo ku vî şerî bidin sekinandin. Em jî weke her gelî dixwazin bijîn. Ji ber vê yekê em îro li vir di çalakiyê de ne.”

 

Sernavên din

09/01/2024
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:29 DEM Partî dê biryara xwe ya Antalyayê aşkere bike
11:04 Qeyûm beriya hilbijartinê bîllboardên li Mêrdînê bi gefan kirê kir
10:50 Ji Girtîgeha Amedê peyam: Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîsin
10:13 Bavê Şaylemezê: Ez heyranî aliyê wê yê têkoşer dimam
10:00 Andiç li Amedê hate definkirin
09:46 Ji bo tehliyeya wî 3 roj mabûn dîsa hate girtin, dozger jê re got ‘Ev 3 sal in li benda vê rojê bûm’
09:29 77 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 44’an de ye
09:25 Di bûyera ku ajokarê mînîbusê jiyana xwe ji dest da de 3 kes hatin girtin
09:08 Deklarasyona ‘Em ji aştiyê re bibin deng’: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:07 Ji gelê Farqînê peyam ji bo qeyûm: Em tên amade bin
09:06 Dayika rojnameger Ehmed: Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?”
09:05 Di 10 pirsan de tiştên têkildarî pêşhilbijartina DEM Partiyê tên mereqkirin
09:03 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e
09:03 'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin'
09:02 Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir
09:01 Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN
08/01/2024
23:17 Cenazeyên Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
18:50 Li Amedê jinek hate qetilkirin
17:29 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:41 ‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’
15:39 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê
14:36 Li Ewropayê ji bo Îmraliyê kampanyaya kartpostalan hate destpêkirin
14:20 Ajokarên TIR’an zem protesto kirin
13:29 Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn
13:27 Demîrtaş: Bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke rêberê xwe ragihandin
11:46 Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn
11:43 Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
11:30 Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin
11:22 Xwişka rojnameger Goktepe: Metîn hêj niha jî bi mîrateya xwe rê nîşan dide
10:40 Daxwazên îmzekerên deklarasyona ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’ çi ne?
10:17 Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin
10:11 Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
09:37 76 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin