ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN

img
* Nivîskar û hunermendên tev li deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” a li Amedê bûn, destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. 
 
* Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan ê erdhejên li Colemêrgê çêbûn nirxandin wiha got: “Teqeze ku dê erdhej li ser şikesteke Geverê çêbibe. Licê, Wan, Colemêrg, Tetwan, Bedlîs û Mûş jî qadên ku dê di asta yekemîn de bi bandor bibin in.”
 
* Hunermendê kurd Kasim Taşdogan anî ziman ku bi strana xwe ya “Ziryanim” hewl da tiştên di komkujiya Şengalê de qewimîne û dengê girtiyan ragihîne û wiha got: “Ez vê stranê diyarî Şengalê û têkoşîna girtiyên bi salan e tên ragirtin dikim.”
 
* Yek ji îmzekarên deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” derhênera belgefîlm û sînemayê Nejla Demîrcî, diyar kir ku divê zimanê aştiyê ji nû ve were avakirin û wiha got: “Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktorê vê pêvajoyê bibîne divê pê re hevdîtin were kirin, ev rastiya gelê kurd e.”
 
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê anîn ziman ku heta ku tecrîd bi dawî nebe ne pêkane aştî were ser vê axê û bang kirin ku li dijî tecrîdê herkes dengê xwe derxîne.
 
* Li DEM Partiya bi modela “Lihevkirina Bajêr” namzetên xwe diyar dike amadekariyên pêş hilbijartinê berdewam dikin. Me tiştên têkildarî pêş hilbijartinê de tên mereqkirin di 10 pirsan de berhev kirin.
 
* Dayika Rojnameger Silêman Ehmed ku 77 roj in agahî jê nayê girtin daxwaz kir ku dengê kurê wê bê bihîstin û got: “PDK’ê çima kurê min girtî ye, çima agahiyekê nadin min? Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?”
 
* Welatiyên Farqînê ku amadekariya şandina qeyûm dikin dan zanîn ku: "Her kes dizane ku em ê şaredariyên xwe dîsa bigirin, lewma bila amade bin."
 
* Ji bo tehliyeya girtî Abdullah Zoraslan 3 roj mabûn ku bi hinceta delîlên di dosyaya wî ya berê de cezayê muebbetê û 23 sal û 9 mehên hefsê lê hate birîn. Zoraslan, got ku dozger jê re gotiye; “Ev 3 sal in li bendê bûm ku dema ji bo tehliyeya te 3 roj dimînin te dîsa bidim girtin.”
 
* Doza derheqê rojnamegerên ku girtina hempîşeyên xwe protesto kirin de hatiye vekirin dê li 71’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê bê lidarxistin. (09.20)
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)
 
*  Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li gelek bajaran hatiye destpêkirin dê bidome. (11.00-17.00)
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê têkildarî “Mitînga Piştevaniya bi Filistînê re” ku dê di 14’ê çileyê de bê lidarxistin, li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (11.30)
 
* Li gelek bajaran dê ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku lil Parîsê hatibûn qetilkirin merasîmên bîranînê bên lidarxistin. (12.00-19.00)
 
* Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Perîhan Koca û Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce dê bi boneya salvegera qetilkirina Leyla Şaylemez biçin serdana gora wê. (12.00)

Sernavên din

12/01/2024
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin
22:09 Laçîn û Bekir piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
22:04 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
19:50 Doza Kobanê: Daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de hatin xwendin
19:01 Dema qedexeya li Çiyayê Gabarê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:57 Ji bo kesên penaber qetil kirin daxwaza cezayê muebbeta giran hat kirin
16:23 Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:10 DEM Partî çû serdana malbata li Geverê hatibû derbkirin
16:00 Nîjadperestan li Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekaran kirin
15:29 Doza 6 rojnamegeran: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên kurd
15:14 Li ber Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Daxwazên girtiyan daxwazên gelê kurd in
15:00 Li Akdenîzê di 55 malan de hezar û 616 ‘hilbijêr’ hatin tespîtkirin
14:44 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê ya li Geverê bişopînin
14:30 ‘Mirina ewil piştî gotina Erdogan dest pê kir, bûyer bi banga Ocalan bi dawî bûn’
13:52 Rojnameger Sozerî di Roja Rojnamegerên Dixebitin de derket pêşberî dadger
13:41 Dayika Aştiyê Demîr li ser gora xwe hat bibîranîn
13:20 Wesayîta rîngê ya ku girtî tê de bûn wergeriya
13:15 DEM Partî: 10’ê Çileyê li rojnamegerên rûmeta pîşeyê diparêzin pîroz be
13:08 Cêwiyên ku bi hev re radizan bi hinceta ‘hevzayend in’ ji wargehê hatin avêtin
12:55 Piştî biryara AYM’ê hate berdan: Sekinîna 4 mehan dê rê li ber mexdûriyetê veke
12:02 Li Dêrikê zarokek hate revandin
11:58 Ji DFG û MKG'ê peyama 10’ê Çileyê: Em ê zilmê têk bibin
11:41 Bêkarî zêde bû
11:35 Li Pêrtagê 2 kes hatin binçavkirin
11:25 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de rojnamegerên girtî xêz kir
11:21 Li 16 binçavkirin û 12 dozan îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin
10:59 ‘Tekane rêya aştiyê, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne’
10:43 Texrîbata li ser xwezayê mezin dibe: Çareserî paradîgmaya ekolojîk e
10:12 Prof. Dr. Aktar: Rojhilata Navîn ber bi nediyariyekê ve diçe
09:47 Li Geverê serdegirtina malê: Polîsan gule reşandin û endamên malbatê derb kirin
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 78 roj in agahî nayên girtin
09:14 Girtiyên siyasî 45 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:13 Rexnegirê hunerê Yaman: Divê meseley kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin
09:12 Xwişka Veysî Aktaş: Me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye
09:10 Ajokar dixwazin dawî li zeman bê
09:08 Li Şirnexê cihekî ku mamoste lê bimînin tune ye
09:06 'Hîle jî dê nikaribin AKP'ê rizgar bikin'
09:04 Girtî Kirik: Heta serokê me azad nebe em azad nabin
09:01 Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN
09/01/2024
21:05 Cansiz, Dogan û Şaylemez li cihê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
20:39 TJA'yê jinên hatin qetilkirin bibîranîn
18:21 Li Hezroyê 1150 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin
17:20 Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Ev têkoşîn dê bidome
16:47 'Daxwaza me ne hevdîtineke azadiya Abdullah Ocalan e'
16:42 Jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna heqîqetê dê bidome
15:07 Dê Meclis ji bo Can Atalay necive
15:00 Bernamzetên DEM Partiyê dê beriya pêşhilbijartinê di weşana zindî de projeyên xwe vebêjin!
14:24 Rapora 12 girtîgehan: Girtiyên di greva birçîbûnê de bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin
14:09 Temellî: Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye
13:33 Ji bo rojnameger Kanbal biryara neşopandinê û serlêdana sûc hat dayîn
13:08 Doza 3 rojnamevanan: Polîsên tundî kirin ji kar hatin dûr xistin
12:54 DEM Partî dê mitînga ‘Piştevaniya bi Filistînê re’ li dar bixe
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin