'Daxwaza me ne hevdîtineke azadiya Abdullah Ocalan e'

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên li gelek navendan Nobeta Edaletê domandin, anîn ziman ku daxwaza wan êdî ne hevdîtineke bi temamî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin hatine destpêkirin, di roja 44’emîn de berdewam dikin.
 
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de malbatên girtiyan jî li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Mêrdînê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî didomin.  
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 37 roj in didome. Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Perîhan Koca û şandeya pê re îro hatin serdana çalakvanan. 
 
Piştî axaftina têkildarî çalakiyê, Parlamenter Saliha Aydenîz silavên çalakvanên di Nobeta Edaletê ya Mêrdînê li çalakvanan kir. Akdenîz, got ku armanca esasî ya çalakiyên nobetê bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û aştî û demokrasî ye. 
 
Aydenîz, wiha domand: “Kengî Abdullah Ocalan biaxive, aştî û demokrasî ketiye meriyetê. Dema pê re hevdîtin tên kirin, li welêt yekitî pêş dikeve. Pêvajoya di navbera 2013 û 2015’an de jî mînaka vê ye. Abdullah Ocalan ne tenê daxwazên gelê kurd, daxwazên hemû gelan tîne ziman. Perspektîfeke ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên welêt pêşkeş dike. Em bi Mutabaqata Dolmabahçeyê dizanin. Em dizanin ku modêla Rojava ku Abdullah Ocalan pêş xistiye, îro ji hêla hemû cîhanê v e tê şopandin. Lewma jî divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û dengê wê were bihîstin. Divê ne tenê tecrîd bê şikandin, divê ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe.” 
 
JI BO GREVAN HIŞYARÎ KIR
 
Aydenîz, çalakiyên grevên birçîbûnê yên di demên berê de girtiyan ji bo Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Divê li daxwazên girtiyan guhdar bin. Nexwe dibe ku ev çalakî veguhere çalakiya greva birçîbûnê ya nedorveger û domdar. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî divê li dengê girtiyan bê guhdarîkirin û nerazîbûn mezin bibin.”
 
Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Emîne Eren jî got ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin. Piştî axaftinan jî çalakvan û ziyaretvanan bi hev re stran gotin. 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 37’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li Nobeta Edaletê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate kirin. Nobet bi stranan berdewam kir. 
 
WAN 
 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 36’an de didome. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, bernamzetên hevşaredariyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên MEBYA-DER’ê û Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana nobetê. 
 
DÎNADAR: RÊYA AŞTIYÊ JI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar di çalakiyê de axivî û wiha got: “Divê polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibin. Zêdetirî 3 sal in nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Birêz Abdullah Ocalan, weke Rêberê Gelê Kurd tê qebûlkirin. Divê tavilê bikare hevdîtinan bike û ev polîtîkayên şerê qirêjî jî bi dawî bibin.” 
 
Di berdewamê de Dîndar diyar kir ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û wiha bi dawî kir: “Dayikên me bi sala ye têdikoşin. Tekane rêya aştiyê ji şikandina tecrîda li Îmraliyê re derbas dibe.” 
 
Di tevahiya nobetê de çalakvanan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbatên girtiyan ve li Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 28’emîn de berdewam dike. Platforma Dengê Girtiyan û Nemiran (OTSP) serdana nobeta li avahiya DEM Partiyê ya li Esenlerê tê meşandin kir. 
 
Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr û malbatên girtiyan têkildarî naverok û girîngiya naveroka nobetê endamên OTSP’ê agahdar kirin. Demîr, diyar kir ku nobeta dest pê kirine wateyeke wê ya dîrokî heye û wiha got: “Ji bo ji birêz Abdullah Ocalan agahî bê wergirtin di demên borî jî hem ji girtîgehan hem jî li derve heman çalakî me meşandin. Di encama çalakiyên ku me gelek hevrêyên xwe windakirin de hevdîtinên bi sînor pêk hatin. Ji ber wê yekê êdî daxwaza me ne hevdîtineke, bi temamî azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Heta ku ev daxwaza me were bi cih anîn dê çalakiya me bidome.”
 
Malbatên girtiyan ên piştî Demîrê axivîn, bal kişandin ser tecîda giran a li ser Ocalan tê meşandin û bandora wê û destnîşan kir ku heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were dê çalakiya nobetê berdewam bike. 
 
Endamên OTSP’ê jî dan zanîn ku dê bi nobetê re di nava piştevaniyê de bin. 
 
BI SKECÊ BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞÊN POLÎSAN DAN
 
Malbatên girtiyan piştî serdanê bi armanca êrişên polîsan ên li dijî wan ku di dema çalakiyên lidarxistine de pêk hatibûn teşhîr bikin skecek lidarxistin. Piştî skeca hate kirin çalakiya nobetê bi xwendina pirtûkan berdewam kir. 
 
AMED
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê di pêşengtiya TUAY-DER’ê de li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 37’an de berdewam kir. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û li eywana çalakî lê tê domandin cihê xwe girtin. 
 
Çalakvanan, bal kişandin çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin û bang kirin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. 
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ê di çalakiya nobetê de axivî, anî ziman ku dixwazin bibin dengê girtiyan. Canpolat, bi lêv kir ku heta ku dengê girtiyan were bihîstin dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Divê civak zêdetir hêze bide nobetan. Armanca me û girtiyan bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye. Em dixwazin gotinên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bibin.”
 
Nobet, bi stranên hatin gotin û serdana welatiyan berdewam kir.  
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatiye destpêkirin jî di roja 3’yemîn de berdewam kir. Di Nobeta Edaletê ya gelek kesan û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo piştgiriyê serdana wan kirin dayikan stran gotin û helbest xwendin. Dayikên ku Nobeta Edaletê bi çepik û tilîliyan domandin, xwestin ku daxwazên wan demildest bên pêşwazîkirin. 
 
Yek ji Dayika Aştiyê Xezalê Ozer a di Nobeta Edaletê de da zanîn ku hevjînê wê hatiye girtin û lawekî wê zêdetirî 20 salan e di nav rêfên PKK’ê de ye û wiha got: “Em îro jî xebatên xwe û berxwedana xwe didomînin. Heta ku em sax bin dê xebatên me berdewam bikin. Em dixwazin zarokên me û Serokatiya me were berdan. Heta ku tecrîd neyê rakirin em ê di çalakiyê de bin. Em dixwazin Serokê me ji zindanê derkeve.”

Sernavên din

12/01/2024
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin
22:09 Laçîn û Bekir piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
22:04 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
19:50 Doza Kobanê: Daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de hatin xwendin
19:01 Dema qedexeya li Çiyayê Gabarê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:57 Ji bo kesên penaber qetil kirin daxwaza cezayê muebbeta giran hat kirin
16:23 Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:10 DEM Partî çû serdana malbata li Geverê hatibû derbkirin
16:00 Nîjadperestan li Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekaran kirin
15:29 Doza 6 rojnamegeran: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên kurd
15:14 Li ber Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Daxwazên girtiyan daxwazên gelê kurd in
15:00 Li Akdenîzê di 55 malan de hezar û 616 ‘hilbijêr’ hatin tespîtkirin
14:44 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê ya li Geverê bişopînin
14:30 ‘Mirina ewil piştî gotina Erdogan dest pê kir, bûyer bi banga Ocalan bi dawî bûn’
13:52 Rojnameger Sozerî di Roja Rojnamegerên Dixebitin de derket pêşberî dadger
13:41 Dayika Aştiyê Demîr li ser gora xwe hat bibîranîn
13:20 Wesayîta rîngê ya ku girtî tê de bûn wergeriya
13:15 DEM Partî: 10’ê Çileyê li rojnamegerên rûmeta pîşeyê diparêzin pîroz be
13:08 Cêwiyên ku bi hev re radizan bi hinceta ‘hevzayend in’ ji wargehê hatin avêtin
12:55 Piştî biryara AYM’ê hate berdan: Sekinîna 4 mehan dê rê li ber mexdûriyetê veke
12:02 Li Dêrikê zarokek hate revandin
11:58 Ji DFG û MKG'ê peyama 10’ê Çileyê: Em ê zilmê têk bibin
11:41 Bêkarî zêde bû
11:35 Li Pêrtagê 2 kes hatin binçavkirin
11:25 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de rojnamegerên girtî xêz kir
11:21 Li 16 binçavkirin û 12 dozan îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin
10:59 ‘Tekane rêya aştiyê, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne’
10:43 Texrîbata li ser xwezayê mezin dibe: Çareserî paradîgmaya ekolojîk e
10:12 Prof. Dr. Aktar: Rojhilata Navîn ber bi nediyariyekê ve diçe
09:47 Li Geverê serdegirtina malê: Polîsan gule reşandin û endamên malbatê derb kirin
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 78 roj in agahî nayên girtin
09:14 Girtiyên siyasî 45 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:13 Rexnegirê hunerê Yaman: Divê meseley kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin
09:12 Xwişka Veysî Aktaş: Me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye
09:10 Ajokar dixwazin dawî li zeman bê
09:08 Li Şirnexê cihekî ku mamoste lê bimînin tune ye
09:06 'Hîle jî dê nikaribin AKP'ê rizgar bikin'
09:04 Girtî Kirik: Heta serokê me azad nebe em azad nabin
09:01 Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN
09/01/2024
21:05 Cansiz, Dogan û Şaylemez li cihê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
20:39 TJA'yê jinên hatin qetilkirin bibîranîn
18:21 Li Hezroyê 1150 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin
17:20 Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Ev têkoşîn dê bidome
16:47 'Daxwaza me ne hevdîtineke azadiya Abdullah Ocalan e'
16:42 Jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna heqîqetê dê bidome
15:07 Dê Meclis ji bo Can Atalay necive
15:00 Bernamzetên DEM Partiyê dê beriya pêşhilbijartinê di weşana zindî de projeyên xwe vebêjin!
14:24 Rapora 12 girtîgehan: Girtiyên di greva birçîbûnê de bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin
14:09 Temellî: Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye
13:33 Ji bo rojnameger Kanbal biryara neşopandinê û serlêdana sûc hat dayîn
13:08 Doza 3 rojnamevanan: Polîsên tundî kirin ji kar hatin dûr xistin
12:54 DEM Partî dê mitînga ‘Piştevaniya bi Filistînê re’ li dar bixe
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:29 DEM Partî dê biryara xwe ya Antalyayê aşkere bike