'Hîle jî dê nikaribin AKP'ê rizgar bikin'

  • rojane
  • 09:06 10 Çile 2024
  • |
ŞIRNEX- Li Şirnex û navçeyên wê bi hezaran kesên ne ji bajêr wekî hilbijêr hatine qeydkirin. Hevserokên DEM PArtiyê yên navend û navçeyan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:" Hîle jî wê nikaribin AKP'ê rizgar bikin. Ev gel wê vîna xwe teslîmî wan neke." 
 
Desthilatdariya AKP'ê ku li Kurdistanê bi bicihkirina hêzên ewlehiyê dixwaze careke din vîna gel binpê bike, ji bo hilbijartinên xwecihî ketiye nava hewldanan. Ber bi hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê re dek û dolabên desthilatdariya heyî dest pê kirin. AKP ku bi bicihkirina hêzên ewlehiyê dixwaze ku şaredariyan desteser bike, hemû derfetên xwe seferber kirine. Di hilbijartinên xwecihî yê 31'ê Adara 2024'an de bi hezaran hilbijêr bi taybetî yên hêzên ewlehiyê bi awayekî neqanûnî neqlî Şirnexê û navçeyên wê hatine kirin. Di 6 mehên piştî Gulana 2023’yan de li navenda Şirnexê ji sedî 14,52; li navçeya Qilabanê ji sedî 15,69; li navçeya Basayê ji sedî 15,29 û li Elkê jî ji sedî 6,11 hilbijêr zêde bûne. Hevserokên DEM PArtiyê yên navend û navçeyan bertek nîşanî vê yekê dan
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê Ayşegul Dogan, Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî têkildarî mijarê pêşniyazname berpêşî meclisê kirin. Hevserokên DEM Partiyê yê Şirnex, Qileban û Hezexê der barê mijarê de axivîn. 
 
 
'VÎNA GEL TÊ ÎPOTEKKIRIN'
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen da zanîn ku AKP di hilbijartinên beriya niha de jî bi heman pêkanînan vîna gel desteser kiriye û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê di hilbijartinên beriya niha de jî bi hîleyan şaredariyê desteser kir. Li bajarokên biçûk bi hezaran leşker bi cih kirin û vîna gel binpê kir. Di heman demê de li navçeyên me yên din de jî heman polîtîka xistin meriyetiyê. Di serdema hilbijartinên xwecihî yên beriya niha de jî navenda Şirnexê bi van hîleyan desteser kirin. Lê belê tevî van hîleyan jî gelê Şirnexê xwedî li xwe û vîna xwe derket. Her çendî hin hevalbendên wan ên ku îradeya xwe teslimî wan kiribin hebin jî gelê Şirnexê xwedî îradeyeke bi rûmet e û xwedî li xwe derdikeve. Lê bi deh hezaran kes dereke wekî Şirnexê biçûk bi cih kirin. Ev hejmar jî hûn bixwazin nexwazin dê bandora xwe li encama hilbijartinê bike. Bi vê rêbazê vîna gel hat îpotekkirin. Ji ber wê di hilbijartina borî de personelên wan ên ku di midûriyeta nifûsê de dixebitin îtîraf kirin û gotin,'me qeyda bi hezaran kesan li ser Şirnexê çêkiriye.' Her wiha di hilbijartina giştî ya derbasbûyî de jî li Elkê ray avêtin, lê ev li Silopiyayê derketin. Ev tişt li ber çavan e. Her çi qasî li dijî vê me serlêdanên xwe yên hiqûqî jî kiribin, encam nehat girtin û çareser nekirin."
 
LI NAVEND, NAVÇE Û BAJAROKAN HÎLEYÊN AKP'Ê
 
Gungen bi lêv kir ku heta niha li navend û navçeyên herêmê bi hezaran hilbijêr ji derve hatine qeydkirin û got: "Li navçeya me ya Qilebanê jî bi deh hezaran kes li ser navê ewlekariyê hatine qeydkirin. Divê şêniyên navçeyê bi xwe vê qebûl neke. Her wiha li navçeya me ya Elkê li ser navê ewlekariyê 500 kes li navçeyê hatine qeydkirin. Ev jî dêbandorê li hilbijartinê bike. Cihên wekî bajarokên me yên Tilqebîn, Deştadarê jî leşker hatine qeydkirin. Em çûn lijneya hilbijartinê hê lîsteya nû ya hilbijêran neketiye ser pergalê. Ew navnîşanên ku me tespîtkirine, em ê li ser wî esasî îtîrazên xwe bikin. Di hêla hiqûqî de çi pêwîst be em ê bikin."
 
'ŞIRNEX YA ME YE'
 
Gungen got ku dewlet dixwaze Şirnexê weke labaratûwara pişavtinê bi kar bîne û ji ber wê çi ji destê wê bê dike û wiha domand: "Serokwezîr digot, 'min Stenbol wenda kir lê min Şirnex qezenc kir.' Di dîroka gelê kurd de, ciheke weke Botanê her tim li vîna xwe, zimanê xwe, çanda xwe û zimanê xwe xwedî derketiye. Tekoşîna ku em didin jî li ser vî esasî ye. Botan di dilê vê têkoşînê de cihê xwe girtiye. Ji ber wê ev der ji dewletê re girîng e û dixwaze ku wê tekoşîna wan a cewherî têk bibe. Heke ciheke weke Şirnex ne bi qasî taxeke navçeya Stenbolê be jî. Li ser Şirnexê polîtîkaya xwe ya bîrdozî didin meşandin. Erdogan bi bîrdozî mudexeleyî vîna gel a Şirnexê dike. Ev girêdayî pişaftina civakê, tunekirina civakê û qirkirina çandî ye. Di dîrokê de heta niha gelê Botanê her tim xwedî li çanda xwe, zimanê xwe û nasnameya xwe derketiye. Em bawer in ku Şirnex dê careke din xwedî li vîna xwe derkeve. Bila gelê me xwedî li deng û vîna xwe derkeve. Ev hilbijartin dê çarenûsa Şirnexê diyar bike. Em ji gelê xwe bi bawer in û em ê bi ser bikevin, Şirnex ya me ye. 
 
LI QILEBANÊ DI AVAHIYEKÊ DE 957 HILBIJÊR HATINE QEYDKIRIN
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Qilêbanê Gulistan Yamanê jî da zanîn ku li navçeyê di navbera 6 mehan de hejmara hilbijêran ji sedî 30 zêde bûye û ev tişt gotin: "Li pêşiya me hilbijartina herêmî ya xwecihî heye. Lê em bi gel re naçin hilbijartinan. Weke ku hûn jî dizanin ev du serdem in bi hilbijêrên gerok ve hewl didin îradeya bingehîn a gelê me desteser bikin. Lê me berê jî pêkanînên sextekariyê û desteserkirina îradeyê bi çapemeniyê re parve kiribû. Li navçeya me di navbera 28'ê Gulanê û 1'ê Cotmehê de ji sedî 30 zêdebûneke hilbijêran çêbûye. Ev jî di nava 6 mehan de pêk hatiye. Ev tê wê wateyê ku li navenda navçeya me bi hezaran leşker, cerdevan û polîs hatine qeydkirin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin, nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Li avahiya ku navnîşana kolana wê Kale ye û bi hejmara 13’an 957 hilbijêr hatine qeydkirin. Dibe ku di cîhanê de mînakeke din a bi vî rengi tune be. Nifûsa gundên navçeyê jî ne evqas e. Lê em li qadan in, gelê me bi moral e û em ê bi ser bikevin, em ê şaredariya Qilebanê teslimî xwediyên wê bikin. Em ê 31’ê Adarê wekî roja serkeftinê pêşwazî bikin."
 
'GUMANÊN ME NÎNE EM Ê BISERBIKEVIN'
 
Yamanê ji gel daxwaz kir ku xwedî li vîna xwe û sindoqên xwe derkeve û ev tişt gotin: "Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku li hemberî van hîleyan  vîna xwe biparêze. Em dixwazin gelê me sindoqên xwe biparêze. Em dixwazin gelê me li dijî van hîleyan, li dijî vê desteserkirina îradeyê derkeve. Kart êdî di destê me de ne, gel ji şaredariya Qilebanê ya ku ji hêla AKP'ê ve tê birêvebirin aciz e. Ji ber ku heta niha li ser navê xizmetê tiştek nekir. Ji bilî navçeya xwe li her derê bû. Gel dibêje, 'Em careke din destûr nadin kesej îradeya me desteser bike.' Ji ber vê yekê ger em bi xîret bixebitin em ê bi ser bikevin.Her çi qas ji derve deng anînbin jî em ê bi ser bikevin û di vê mijarê de gumana me jê nîn e. Di vir de berpirsyariyeke mezin a jin û ciwanan heye. Ji ber vê yekê em bi taybetî dixwazin ku ew deng û vîna xwe biparêzin."
 
'TENÊ YEK DENG DÊ ÇARENÛSA BAJAREKÎ BIGUHERÎNE'
 
Hevserokê navçeya DEM Partiyê yê Hezexê Adnan Bel jî anî ziman ku gelê Botanê dê 31'ê adarê bersiva hîleyan bide û got: "Di hilbijartinên xwecihî yê 2019'an de desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê hîle kirin. Li ser bajarokên navçeya me ya Ereban û Deştadarê jî gelek listîk lîstin. Her sal bi hîleyan dikevin hilbijartinê. Divê gelê me li dijî binpêkirina vîna xwe hişyar be. Niha dest pê kirine û gelek leşker û cerdevan li navend û navçeyên me qeyd kirine. Divê gelê me hişyar be. Her wekî din hilbijêrin ku digerin hene, divê li dijî van baldar bin. Divê haya her kesî ji hîleyên wan hebin. Gelê me êdî ji pêkanînên qeyûman bêzar bûye û ji ber wê jî dixwaze ku biçin dengê xwe biavêjin û şaredariyên xwe bi dest bixin. Her dengek ji me re girîng e, tenê yek deng dikare çarenûsa bajarên me biguherîne. Ji ber wê divê em bi vê hişmendiyê nêzikî hilbijartinê bibin û xwedî li vîn û dengê xwe derkevin." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

15/01/2024
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire