Li Geverê serdegirtina malê: Polîsan gule reşandin û endamên malbatê derb kirin

  • rojane
  • 09:47 10 Çile 2024
  • |
COLEMÊRG - Polîsan li Geverê bi ser mala malbata Kurt de girtin, gule li hewa reşandin û endamên malbatê derb kirin. Welatiyên rastî tundiyê hatin ji ber ku pirsa “destûra lêgerînê” kirin, bi kuştinê gef lê hate xwarin. 
 
Polîsên tîmên taybet duh di saetên şevê de li Taxa Nû ya Gever a Colemêrgê bi ser mala malbata Kurt de girtin. Polîsan deriyê malê şikandin û endamên malbatê yên ku pirsa “destûra lêgerînê” kirin, derb kirin. Di dema serdegirtinê de polîsan gule li hewayî reşandin. Hinek guleyên hatine reşandin jî li dîwarên malê ketin. Di serdegirtinê de Îdrîs Kurt û Sitar Kurt hatin binçavkirin. Her du kes jî birin Qereqola Polîsan a 75'încî Yilê û piştre hatin berdan. Endamên malbatê têkildarî bûyerê ji ajansa me re axivîn û gotin ku polîsan xwînê di dema derbkirinê de ji endamên malbatê herikî paqij kirine û hinek qalikên fîşekan jî hatine komkirin. 
 
TUNDIYA LÊ HATIYE KIRIN VEGOT 
 
Îdrîs Kurt, da zanîn ku dema ji kar vegeriyayî û li malê xwarin dixwar, polîsan bi ser mala birayê wî yê li qata jêr rûdinişt de girtine û wiha behsa bûyerê kir: “Li ser vê yekê ez daketim qata jêr û min pirsa ‘destûra we ya lêgerînê heye yan na’ ji polîsan kir. Li ser vê yekê polîsan heqaret li min kirin, çek da serê min û gefa kuştinê xwar. Kesên bimaske ez du qatan li erdê xijandim. Pir li me dan û miameleyeke xerab li dijî me kirin. Çek xistin serê min, destên min ji pişt ve hatin kelemçekirin. Polîsan her tim gefa ‘em ê te bikujin’ li min xwarin.” 
 
JI BER DERBKIRINÊ BI SER HIŞÊ XWE ÇÛ
 
Kurt, diyar kir ku parêzerên ji Baroya Colemêrgê û welatiyên derdorê hatine cihê bûyerê û wiha domand: “Gelek caran gule berdan. Ez piştrastim ku heke kes nehatibûya wê derê, dê guleyan li me bireşandina û dê me bikuştina. Ji ber derbkirinê ez bi ser hişê xwe çûm. Baş nayê bîra min ka çi qewimî. Gelek caran pêhn li serê min dan û bi qontaxa tifingê li ser min xistin. Heke li derî bixistina dê me derî lê vekira. Ji bo kuştinê gule ber didan. Dê me tevan bikuştina.” 
 
POLÎSAN GEF XWARIN
 
Sitar Kurt ku hatibû derbkirin û binçavkirin jî bal kişand ser tundiya polîsan û wiha got: “Çawa ku ji malê hatim derxistin dest bi derbkirinê kirin. Polîsê li jêr jî ji min re got; ‘hûn kî ne ku ji me pirsa destûra lêgerînê dixwazin. Ez polîsê tevgera tîmên taybet im. Hûn çawa li dijî me derdikevin.’ Gelek caran bi qontaxa tifingê li zikê min xistin. Pêpiştî li erdî hatim dirêjkirin û diketin ser zikê min. Îşkence li me kirin. Dema parêzer hatin êrişî wan jî kirin. Baş bû ku parêzer û gel hatin wê derê. Nexwe dê em tevek bihatina kuştinê.”  
 
Di berdewamê de Kurt ev tişt anî ziman: “Hêj niha jî stûyê min diêşe. Yekî jê piyê xwe danî ser serê min û du jî li ser zikê min bûn. Hûr û girt tevahiya endamên malbatê rastî vê miameleyê hatin. Destûra wan a lêgerînê tune bû û nediyar bû bê ka çima hatine jî. Di dîmenan de xuyaye bê ka gule li ku ketine. Gelemperî berê guleyan her li aliyê ye û ev jî nîşan dide ku hedef girtine û wisa gule berdane. Polîsan her digotin; ‘Hûn kî ne ku li dijî me derdikevin? Em tîmên taybet in. Em ê we bikujin. Dozger jî polîs jî em in. Em çi bixwazin dikarin bikin.’”
 
BOMBEYA DENG AVÊTIN
 
Têkildarî mijarê Canan Kurt jî destnîşan kir ku duh bi şev saet derdora 20.00’an de bûyer qewimî ye. Kurt, got ku dema ji bo vekirina derî çûy, polîsan derî şikandine û wisa ketine hundir û wiha qala bûyerê kir: “Bi qontaxên çekan hatim derbkirin. Heta hundir jî li erdê hatim kaşkirin. Li min dixistin û wisa xistin hundir. Zarokên min ên bertek nîşanî polîsan dan jî hatin derbkirin. Her sê polîsan zarokekî min girtibûn û piyên xwe danîbûn ser wan. Nedihiştin bilivin. Bombeya deng avêtin cihê ku keça min a 5 salî lê dimîne. Bi awayekî bêserûber gule li derdorê direşandin û diqîriyan.” 
 
‘JI BO KUŞTINÊ GULE BER DIDAN’
 
Kurt, bi lêv kir ku polîs ji bo kuştina wan hatibûn û wiha pê de çû: “Xizmê min Îdrîs Kurt 50 salî ye û ji ber derbkirina polîsên tîmên taybet bi ser hişê xwe de çû. Xesûya min a 80 salî ji ber van bûyeran aloz bû û bi ser hişê xwe ve çû. Li gel ku me jê re got nexweşiya dil a xesûya min heye jî guh nedan me. Kî derketa pêşiya wan derb dikirin. Piştî ku ji malê derkeitin, em li ambulansan geriyan û me xesûya min bir nexweşxaneyê. Biraziyê min Sitar heta anîn ber mirinê derb kirin. Ji bo kuştina me tevan bi awayekî bêserûber gule direşandin.” 
 
‘BERÊ ÇEKÊ DAN SINGÊ MIN Û NÎŞAN GIRTIN’ 
 
Yek ji endamên malbatê Sabîha Kurt ku di serdegirtinê de hatibû derbkirin jî wiha qala êrişa polîsan kir: “Polîsên tîmên taybet piştî reşandina hinek guleyan, berê çekê da singê min. Piştî îşkence, miameleya xerab û derbkirinê jî polîsên bi cilên sivîlan weke ku qet tiştekî neqewimî be ketin hundir. Heta polîsên ketin hundir jî têkildarî serdegirtinê tiştek negotin.” 
 
Hevjîna Îdrîs Kurt jî got polîsan çêr li wan kirine û wiha axivî: “Ev a ku hatiye kirin zilm e. Ez emeliyat bûbûm û tevî ku ev rewşa min dîtin û min jê re got jî nesekinin. Ez gelek tirsiyam ku dê dilê min bisekine.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz
 
 

Sernavên din

15/01/2024
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire