Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar

  • rojane
  • 09:20 13 Çile 2024
  • |
MÊRSÎN - Berdevkê Koordînasyona Înîsiyatîfa 78'an Bayram Kizartici bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê li dijî tecrîdê yekîtiya hêza civakî bê avakirin. 
 
Kampanyaya "Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd" ku ji aliyê dostên kurdan ên li Ewropayê ve di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hat destpêkirin, bi çalakiyên cur bi cur dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyan di 27'ê Mijdara 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê kirin û xizmên wan jî bi Nobeda Edaletê daxwazên xwe tînin ziman. 
 
 
Berdevkê Koordînasyona Înîsiyatîfa 78'an Bayram Kizartici diyar kir ku Abdullah Ocalan di aştiya civakî de xwedî di cihekî girîng e û bi milyonan kes wî wekî "rêberê neteweyî" qebûl dikin. Kizartici bal kişand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û got: "Tecrîd bi çi armanc tê sepandina bila bê sepandin, li ser kê tê bê sepandin jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye." 
 
Kizartici da xuyakirin ku krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tecrîdê ve girêdayî ne û got: "Tecrîd rewşeke ku divê di vê heyamê de bê ji heq wê bêd erketin." Kizarticî bal kişand ser sedemên tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Ji bo ku fikrên Abdullah Ocalan negihên civakê hevdîtinê asteng dikin. Ev yek tevkariyê li şer dike." 
 
‘FIKRÊN WÎ WEKÎ FELSEFEYA RIZGARIYÊ TÊN DÎTIN'
 
Kizarticî gotinên Abdullah Ocalan ên di hevdîtinên berê de gotibû, "Ez dikarim di nava hefteyekê de atmosfera pevçûnê ji holê rakim" bi bîr xistin û destnîşan kir ku divê tecrîd li derî polîtîkayên şer û pevçûnan neyê nirxandin. Kizirtici wiha berdewam kir: “Hem li herêmê û hem jî li qada navneteweyî gelek avanî û hêzên siyasî girîngiyê didin fikrên birêz Ocalan. Paradîgma û ramanên wî wekî felsefeya xwe ya rizgariyê dihesibînin. Paradîgmaya ku îro Abdullah Ocalan daye pêş, ji Amerîkaya Latîn heta Ewropayê, ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn; ji aliyê kesên ku di qadên wekî ked, bawerî, jin û ekolojiyê de têdikoşin esas tê girtin. Lewma desthilatdar dizanin û qebûl dikin ku hêza çareseriyê ya birêz Ocalan heye. Ew dizanin ku ew bi peyameke biçûk jî dikare bandoreke çaw ali civak bike. Ji ber vê yekê îro tecrîda giran tê meşandin. Mînaka tecrîda li cîhanê tune ye. Cihê vê tecrîdê ne di qanûnên welêt de ne jî di hiqûqa gerdûnî de heye." 
 
‘ABDULLAH OCALAN DÎROKÊ DINIVÎSE'
 
Kizartici diyar kir ku derdorên ku îdîa dikin alîgirê demokrasî, aştî û azadiyê ne, divê vê pirsê ji xwe bikin û wiha got: “Di tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan de para me çi ye?” Kizartici destnîşan kir ku her kes ji tecrîdê berpirsyar e û got: "Dema ku hevdîtin bi birêz Ocalan re tê kirin û dengê wî tê bihîstin, civak rihet dibe. Axaftina wî dibe sedema çareseriya hemû pirsgirêkan û jiholêrakirina atmosfera pevçûnî. ME ev yek di dema pêvajoya çareseriyê d ejî dît. Her ku tecrîd kûrtir dibe, pirsgirêkên li welêt jî zêde dibin. Yanî çareseriya pirsgirêka kurd dê hemû pirsgirêkan ji holê rake. Lewma divê tecrîd bê rakirin. A rast Abdullah Ocalan bi berxwedana ku îro li Îmraliyê pêşxistiye, dîrokê dinivîse."
 
BANGAWAZÎ
 
Kizartici bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji aliyê girtiyên siyasî ve hatine destpêkirin û got ku pêkanînên îro li girtîgehan li girtiyan tên kirin, li derveyî mirovahiyê ne û ji şert û mercên piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê girantir û dijwartir in. Kizartici anî ziman ku girtiyên li girtîgehan ji bo pêkanîna demokrasî û aştiyê li dijî pergala faşîst a heyî neçar mane ku bedena xwe bidin ber birçîbûnê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtiyên li girtîgehan ji bilî bawerî û îradeya xwe pê ve tu tiştê wan tune ye. Bi vê re hewl didin çareyê ji pirsgirêkên civakî re bibînin. Pêvajoyên 12'ê Îlonê yên girtîgehê û çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2012'an, mînakên vê yekê ne. Lê di vî du mehî de me ji bo vê pir tiştek nekir. Divê êdî em bertekên xwe yên li hemberî vê rewşê bi awayekî zelal û vekirî bînin ziman. Divê em vî barê girtiyan hilgirin ser milê xwe. Ev yek bi têkoşîneke baş pêk tê. Tişta ku mirov bibêje ew e divê her kes li cihê xwe vê têkoşînê geş bike. Yekane armanca me têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê ye.”
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

15/01/2024
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin