Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome

  • rojane
  • 17:13 26 Çile 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca ya piştgiriya Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran berdewam dike kir, wiha got: “Berxwedana wan berxwedana me, daxwazên wan daxwazên me ne. Em jî dê berxwedana xwe bi awayekî biryardar bidomînin.”
 
Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li gelek bajaran hatiye destpêkirin, bi serdanên piştgiriyê didome. 
 
WAN
 
 Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 53’yan de berdewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Payîzavayê, şêniyên Taxa Firatê û gelek kesan serdana nobetê kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Payîzavayê Abdûlcebbar Erdemîr ê di serdanê de axivî, wiha got: “Îro li ser birêz Ocalan 34 meh in tecrîdek tê meşandin, em vê tecrîdê qebûl nakin û şermezar dikin. Em dixwazin ev tecrîd demildest bi dawî bibe. Ev çalakiya ku hevalên li girtîgehan daye destpêkirin dê demildest bigihe armanca xwe.” 
 
Yek ji welatiya hate serdanê Feyrûz Bûlût jî wiha got: “Ez hemû dayikên tên nobetê pîroz dikim. Em weke dayikan naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Bêyî ku leşker û polîs bin em naxwazin dilê tu dayikan bişewite. Divê êdî gelê kurd rabe ser piyan û ji vê yekê re deng derxîne.” 
 
ÎZMÎR 
 
Bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 15’an de li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Egeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin", "Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatin daliqandin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê, parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Alîaga ya Îzmîrê û Sokeya Aydinê û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. 
 
‘BILA ZILM BI DAWÎ BIBE’ 
 
Dayika Nezîr Gumuş ê 24 sal in girtî ye, Hanîfe Gumuş, diyar kir ku lawê wê beriya 5 rojan ji Girtîgeha Bandirmayê sirgunî Girtîgeha Bûrdûrê hatiye kirin û wiha got: “3 rojan min agahî ji kurê xwe negirtin. Dema me telefon vekir jî em hîn bûn ku hatiye sirgunkirin. Dema lawê min sirgun bûye ji bilî cilên li ser û betaniya wî destûr nedane ku tiştekê bigire cem xwe. Di vê zivistanê de sirgun dikin. Lê destûr nadin ku tiştekê bigire cem xwe. Ev neheqiye, bêhiqûqî ye. Lawê min li cihê ku diçî di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ew der girtîgeheke nû hatiye çêkirine. Li cihên ku mirovan nikarin lê bimînin çêdikin û pişt re zarokên me dibin wan deran. Ez tenê ji bo lawê xwe nabêjim, zext li hemû girtiyan tên kirin. Dê ev zilm heta ku derê dom bike? Bila ev zilm bi dawî bibe.”
 
ELEWÎ DÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ ROJIYAN BIGIRIN 
 
Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) Firat Dîkmen jî wiha got: “Tecrîda li Tirkiyeyê bûye pirsgirêka her gelî. Em elewî ketin meha Xizirê û ev meh ji bo me rojên pîroz in. Em bang li Xizir dikin ku alîkariya kesên di zor û zehmetiyê de ne bike. Mezlûmên roja me li dijî neheqî, tecrîd û demokrasiyê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em elewî jî dê di vê mehê de rojiyên xwe ji bo wan bigirin. Daxwazên wan daxwazên me ne. Ji bo ku têkoşînê mezin bikin tişta ji destê me tê em ê bikin.”
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin berdewam kir. Namzetên Hevşariyê yên Sûrê yên DEM Partiyê Adnan Orhan û Fatma Onkol û rêveberên Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê ya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) serdana nobetê kirin. 
 
Çalakvanên tevî hewayê sar jî tev li nobetê bûn, pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan anîn ziman ku ji bo dengê girtîgehan ragihînin di nobetê de ne û bi stranên kurdî berxwedana xwe domandin. 
 
Kesên serdana nobetê kirin, bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û wiha gotin: “Herkesê ku xwedî wicdan divê li dijî vê tecrîdê serî rake.”
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdînê di çarçoveya kampanyayê de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajêr nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Nobetê di roja 20’emîn de bi serdanan berdewam kir. Dayika Aştiyê ya di çalakiyê de Latîfe Akyuz, diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan û girtiyan di çalakiyê de ne û xwest ku tecrîd were bidawîkirin û Abdullah Ocalan azad bibe. Dayika Aştiyê Besna Gunay jî wiha got: “Heta ku çareserî pêk neyê û zilma li ser Serokê me û zarokên me berdewam bike em dest ji çalakiya xwe bernedin. Gunay, bang li hemû dayikan kir ku piştgiriya nobetê bikin û got: “Divê herkes destê xwe deyne li ser wijdana xwe û piştgiriya nobetê bike.”
 
Nobet bi stranên ku beşdarvanan û kesên hatine serdanê gotin berdewam kir. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya ji aliyê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenî Edeneyê (AATUHAY-DER) hatibû destpêkirin di roja 54’emîn de veguhestin navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê. Meclisa Dayikên Aştiyê yên Edene û Mêrsînê, parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrsînê Perîhan Koca û Alî Bozan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî xwestin li ber Girtîgeha Kampus a Tarsûsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Girseya ku li Tarsûsê li du noxteyan rastî kontrolkirina nasnameyan hat, hate astengkirin ku li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin. Girse li dijî vê yekê di ketina Tarsûsê de li cihê ku lê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Girtiyên siyasî rûmeta me ne hate vekirin” de gelek caran dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hate berzkirin. 
 
JI GIRTÎGEHÊ PEYAM: BERXWEDANA ME DÊ TECRÎDÊ RAKE
 
 
Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca ya axivî, diyar kir ku daxuyaniya çapemeniyê ya xwestin li ber girtîgehê bidin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate astengkirin û wiha got: “Ev astengî heta walîtiyê diçin. Ev yek sûc e. Dayikên me yên aştiyê bi deng dayîna grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê sekneke bi rûmet nîşan didin.” Koca pişt re peyama girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand û wiha got: “Girtiyan gotin ku ‘Heke daxwazên me neyên bicih em ê berxwedanê mezintir bikin. Berxwedana me dê tecrîdê rake. Ji bo hemû gelan ji bo aştiyê, ji bo azadiyê em di grevên birçîbûnê de li ber xwe didin’. Berxwedana wan berxwedana me, daxwazên daxwazên me ne. Em jî dê berxwedana xwe bi awayekî biryardarî bidomînin.”
 
ANALÎZA TECRÎDA ÎMRALIYÊ 
 
Hevserokê Çûkûrova TUAY-DER’ê Ergîn Altûntaş jî bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de hatiye destpêkirin li 118 girtîgehan 61 roj in didome û wiha got: “Birêz Ocalan di bin tecrîda Îmraliyê ya 25 salan de tenê 2 caran bi telefonê axivî ye û di 13 salên dawî de 5 caran bi parêzeran hevdîtin kiriye. Serlêdanên malbat û parêzeran an tên astengkirin an jî jê re bersiv nayê dayîn. Her wiha girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku di adara 2015’an de sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin bi tu awayî bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine.”
 
JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Altûntaş, li dijî “hiqûqa taybet” a li Îmraliyê tê pêkanîn banga têkoşînê kir û wiha berdewam kir: “Em destnîşan dikin ku divê demildest bi birêz Ocalan ê reçeteya çareseriyeke aştiyane û demokratîk pêşkeş dike re hevdîtin bê kirin. Ji bo rakirina diyardeya tecrîdê ku sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye, em bang li rêxistinên sivîl ên civakî, rûspî, hunermend, nivîskar, sazî û rêxistinên demokratîk û bi taybetî jî gelên Tirkiyeyê dikin ku bi hestiyar bin.”
 
Girse piştî daxuyaniya çapemeniyê ya hate dayîn bi dirûşmeyan re li wesayîtan siwar bûn û vegeriyan Edene û Mêrsînê.  
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayîstin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Jin jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça û endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) piştevaniya nobetê kirin. Akça, ya di nobetê de bi awayekî kurt axivî, diyar kir ku desthilat her tiştê têkildarî jiyanê hedef digire û anî ziman ku li dijî vê yekê dê parastina jiyanê bidomînin. Akça wiha dom kir: “Em dixwazin bi nasname û hemû nirxên me îfade dikin re hebin. Berxwedana li girtîgehan rûmeta me ye. Em hêza xwe ji wir digirin. Heta ku em rêgeza wekheviyê ya ku em heq dikin qezenc dikin em ê vê têkoşînê bidomînin.”
 
‘KESÊN SERÎ NATEWÎNIN DÊ SERBIKEVIN’  
 
Endamê BMG’ê Muhammed Hîzmetçî jî destnîşan kir ku divê hemû gel piştgiriya têkoşîna gel bike û wiha got: “Rastiyeke ku di kesayeta Abdullah Ocalan de gelê kurd tê dîl girtin. Yekane rêya şikandina vê yekê, hem li zindanê hem jî li kolanan, li her qada jiyanê xwedîderketina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e û têkoşîna bi hev re ye. Rêyeke me ya din a derketinê nîne, rizgariyeke din nîne. Di vê wateyê de em çalakiya greva birçîbûnê û nobetên edaletê silav dikin. Em vê jî dizanin ku; encax kesên têdikoşin, kesên li dijî faşîzmê serî netewînin dê serbikevin. Bijî têkoşîna me ya yekgirtî.”
 
 
Nobet rêveberên DEM Partiya Kartalê dewr girt. 
 

Sernavên din

29/01/2024
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
09:16 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin
09:14 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN
26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da