Koçkirina ji herêmên erdhejê didome

img
AMED - Ji Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Veysel Moray diyar kir ku koçberiya li bajarên ji erdhejê bandor bûne berdewam dike û got ku divê rêxistinên sivîl li dijî vê rewşê polîtîkayên çareseriyê hilberînin.
 
Li gorî hejmarên fermî, di erdhejên 6'ê Sibata sala borî de ku navenda wan Mereş bû, 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan kes neçar man koç bikin. Li gorî daneyên Navenda Şopandin û Lêkolînê ya Polîtîkayên Koçberiyê, di hefteya ewil a erdhejê de 2,2 milyon kes ji herêma xwe derketine û ev yek di 1'ê Adara 2023'yan de gihaştiye 3 milyon û 300 hezarî. Rêveberê Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Veysel Moray diyar kir ku desthilat erdhejê ji xwe re veguherandiye firsendekê û hewl daye demografyaya bajaran biguherîne.
 
POLÎTÎKAYA KOÇKIRINÊ
 
Moray diyar kir ku li ser navê Platforma Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya di erdhejê de li qadan koçberiyê dişopandin û got: “Gelên Amedê birînên xwe derman kirin, bi lez bertek nîşan dan û bi lez torên hevgirtinê ava kirin. Ev yek li cihên din ne pêkan bû. Hefteya yekem a meha Adarê em çûn herêmên erdhejê û me dît ku berpirsyar nikarin çareseriya pêwîst peyda bikin. Em her ku diçûn torên dildar birînên mexdûrên erdhejê dicebirandin. Em li qadê bûn şahid ku polîtîkaya koçberkirinê hat meşandin. Me ev yek bi hevdîtinan teşhîs kir. Piştî erdhejê bi rojan guhnedêrî hat kirin û wêraniya li gundên Kurdên elewî ji nedîtî ve hat. Mirov nikaribû betaniyekê jî bi dest bixe. Ev jî pratîka vederkirinê bû."
 
‘XWESTIN DEMOGRAFIYA BAJÊR BIGUHERÎNIN'
 
Moray bal kişand ku polîtîkayên koçberiyê yên mîna salên 90’î li herêma Kurdistanê hatin jiyîn û got: “Rewşa guhertina demografiya erdnîgariyê pêş ketiye. Aqilê dewletê hewl da ku krîza li wir veguherîne firsendekê. Me ev polîtîka bi otobusên ku wan ew anîn herêmên erdhejê, dît ku digotin 'kî bixwaze biçe Stenbolê dikare li vê otobusê yên bixwazin biçin Antalyayê jî dikarin li vê otobusê siwar bibin.' Yanî berê wan didan metrepolên ku bîra wan bimehîne. Me ev yek di salên 90'î de di dema şewitandina gundan û valakirina wan de dît. Bi taybetî yên ku çûn wir, rastî polîtîkayên asîmlasyonê û çewisnadinê hatin. Bi otobusan veguhastina mirovan ber bi metrepolan, nîşaneyeke eşkere ye ku dixwazin demografiya wir biguherînin." 
 
Moray got: “Bi taybetî li herêmên kurdên elewî (Mereş, Semsûr, Meletî) dixwestin bê vîze mirovan bişînin Ewropayê." 
 
Moray bi bîr xist ku polîtîkayên koçberiyê yên li Kurdistanê xwe disipêrên Plana Şark Islahatê û got ku lê desthilatê ji wê rojê heya niha lnikaribûye wê guhertina li gor dilê xwe bike. 
 
‘AMED BI POLÎTÎKBÛNA XWE BERSIV DA'
 
Moray bal kişand ser bangewaziyên koçberiyê yên li Amedê hatin kirin û wiha domand: “Amed bi taybet ji ber nasnameya xwe ya siyasî û pozîsyona xwe ya rêbertiyê din dihat xwestin ku were valakirin. Navê wê çi dibe bila bibe, reflekseke ku ji vir derkeve wê li hemû bajar û metropolên din ên Tirkiyeyê deng vede. Ji ber vê, ji bo wan valakirina Amedê gelekî girîng e. Di salên 90'î de gund hatin şewitandin, sewal hatin kuştin, mirov hatin qetilkirin, kuştinên kiryar nediyar û hwd. rû dan. Xwestin heya ji destê wan bê herêmê vala bikin. 
 
Lê çanda hevgirtinê ya li vir, têgihiştina hevtemamkirinê, dema ji gundan ber bi bajaran ve hat jî neguherî. Polîtîkbûyîna wan ji wir tê. Ji bo amediyan bang kirin ku biçin Antalyayê. Banga saziyan a wê demê jî, ji ber vê xemê bû. Lê Amedê li vir bi lez û bez birîna xwe cebirand. Xwegihand gundên nedihatin naskirin û piştevaniyeke pir baş da der."
 
‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI KURDAN XALÎ BIKIN'
 
Moray destnîşan kir ku koçberî hê jî berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me daneyên mehên borî eşkere kirin; mehane nêzî 6 hezar kes koç dikin. Ji sedî 90'ê van koçberan kurd in. Her çiqas vê siyasetê şekl û rêbaza xwe guhertibe jî, heman siyaset e; xalîkirina kurdan ji herêmê, dûrxistina kurdan ji herêma kurdan. Lê wekî çareserî divê em zanibin pêdiviya vê axê bi me heye û heya ji destê me bê divê em çanda piştevaniyê bidin der, û ciwantiyeke kurd a li ser esasên feraseta kolektîf biafirînin. 
 
DIVÊ EM XWEDÎ LI DÎROKA XWE DERKEVIN'
 
Ji bo ku em ji dîroka xwe, çanda xwe ya ku me dike me dûr nekeivn, divê em ji bo hebûna xwe li ber xwe bidin. Divê hevalên me yên li vir jî rê û rêbazekê bibînin ku heta ku ji destê wan tê li vir bimînin. Rêxistinên sivîl dikarin pêşengiyê bikin. Her wiha li vî bajarî sepandina polîtîkayên qeyûmtiyê jî polîtîkayên kilberkirinê ne." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

04/02/2024
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?